“Ji ber ku em beşdarî van bernameyan dibin  serbilindin”

Hûnermêndên îlahiyan ên ku li Êlihê beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin bûn di derheqê mijarê de hest û ramanên xwe anîn zimên.

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Êlihê bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin. Hûnermêndên îlahiyan ên ku beşdarî vê bernamê bûn di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anîn zimên.

Hûnermendên  Ozlem Ajansê yên bi navê Ozcan Atsat, Nezîr Guler û Mustafa Altintop di derbarê mijarê de diyar kirin ew bi îlahiyên ku bi deng dikin hewil didin him însanan bînin coşê û him jî qala Resûlullaj ji wan re bikin. Her wiha diyar kirin ew dixwazin ku ev bernameyên Wîladeta Pîroz bibin wesîleya hişyariya însaniyetê, hunermendên Ozlem Ajansê di çarçoveya îmkanên xwe de hewil didin beşdarî van beranmeyan bibin û dîsa hewil didin eşqa Muhammadî biqêrînin.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş