“Xebatkarên tenduristîyê birayê min înfaz kirin”

Kekê Cumalî Guneşê ku di bûyerên 6-7ê cotmehê de di êrîşa çekdarî ya PKK/HDPyîyan de birîndar bûbû di derbarê birayê xwe de destnîşan kir birayê wî dema ku rakirin nexweşxanê birîndar bû, lê belê li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ji teref xebatkarên tebduristîyê yên sempatîzanên PKKê ve hatiye înfazkririn.

Her weke ku tê zanîn di îda qurbanê ya sala 2014an de bi banga Hevserokê Giştî yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş bûyer derketin û kolan bûne mîna meydanên herbê.Di wan bûyerên ku derketin de Cumalî Guneş jî rastî êrîşa çekdarî ya PKK/HDPyîyan hat û birîndar bû û li nexweşxaneya ku hat rakirin jiyana xwe ji dest da.

 Alî Yaşar Guneşê ku kekê Cumalî Guneş e di derbarê qetilkirina birayê xwe de ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axivî.

Di van rojên dawî de hat rojevê ku li  Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê polês û eskerên birîndar tedawîya wan nayê kirin û jiyana xwe ji dest didin.Ev îddîayên ku tên diyarkirin kiryarên îdeolojîk yên ku ji teref xebatkarên Fakulteya Tipê  ya Zanînegeha Dîcleyê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê yê Gazî Yaşarligîlê yên ku di bûyerên 6 û 7ê cotmehê de hatibûn kirin cardin anî rojevê.

Ji ber ku mijar cardin hat rojevê malbata Cumalî  Guneşê ku di bûyerên 6-7ê cotmehê de birîndar bûbû li nexweşxanê bi şiklekê şikdar û bi şibhê jiyana xwe ji dest dabû di derbarê mirina Cumalî Guneş de agahîyên girîng  û balkêş parve kirin.

Alî Yaşar Guneş destnîşan kir birayê wî Cumalî Guneş bi şiklekê birîndar rakirine nexweşxanê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Exlebeya xebatkarên tenduristîyê yên ku li nexweşxanê dixebitîn alîgir û sempatizanê PKKê bûn.Ev kes dema ku birayê min anîn nexweşxanê qet bi wî eleqedar nebûn.Ji mirina birayê min xebatkarên tenduristîyê û rayedarên nexweşxanê mesûl in.”

Personelên tenduristîye gotin ev ‘endamê DAIŞê ye ‘ û mudaxeleyî birayê min nekirin

Guneş destnîşan kir dema ku birayê wî rakirin nexweşxanê xebatkarên tenduristîyê yên serwîsa acîlê gotin ku ‘ev endamê DAIŞê ye’ û mudaxeleyî wî nekirin û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku  birayên min rakirin nexweşxanê kesê ku ewil çû nexweşxanê ez bûm. Dema ku ez çûm cem birayê xwe xebatkarên tenduristîyê li ber serê wî bûn û digotin ‘Ev endamê DAIŞê ye’ û mudaxeleyî wî nekirin.Me digel personelekî paqijîya rahişte birayê min û me wî bir mezela tomografîyê.Şeva ewil hat amelîyetkirin. Piştî amelîyetê min bi ji doktor rewşa birayê xwe pirs kir û doktor ji min re got ku cegera wî perçe bûye, piştî  herikîna xwînê sekini re ew ê baş bibe, lê belê ew ê felç bimîne.Me qet texmîn nedikir ku ew ê bimre.”

Wezîfedarên ku bi Cumalî Guneş mijûl dibûn hatin guhartin

Kak Guneş di derbarê rewşa birayê xwe de destnîşan kir Cumalî piştî amelîyatê baş bûbû lê belê piştî amelîyatê wezîfedarên  ku pê eleqedar dibûn ji nişka ve hatin guhartin ku ev yek jî dibe sedema pirsinan.

 “Birayê min bi şiklekê eşkere înfaz kirine”

Guneş destnîşan kir piştî ku wezîfedarên nû hatin  rewşa birayê wî bi ber nebaşbûnê ve çûye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî amelîyeta yekem rewşa Cumalî gelek baş bû û hişê wî hatibû serê wî. Bi me re diaxaivî. Min wê demê jê re got ew ê niha te bibin serwîsê.Dema ku te birin wê derê em ê jixwe biaxivin. Pişt re ekîba tenduristîyê guharî. Doktorekî din têkete amelîyeta duyemîn. Piştî amelîyatê naskirîyekî me yê ku di nexweşxanê de dixebitî çû balê. Cumalî jê re gotibû ku ‘Bila bavê min û birayê min bi lez min ji vê derê bibin.’Me jî ji xwe re got ji ber ku birîna wî giran e wiha dibêje. Êvarî em çûn îstiratxaneya camîya ba fakulteyê. Serê şeveqê di derdora seat 07.00an de li me gerîyan û gotin bi lez werin  qelbê birayê te sekinîye û em a niha mudaxele dikin. Dema ku em çûn wê derê gotin ku miriye.Halbûkî berî niha rewşa wî baş bû. Ez difikirim li wê derê gelek îhmal hatine kirin û Mudaxeleyên ku ew ê ji mirina birayê min re bibin sebeb hatin kirin. Wê rojê birayê min bi şiklekê eşkere înfazkirin.”

 “Bi seatan masaja qelb li PKKyîyê ku qelbê wî sekinîye dikin”

Guneş di berdewama axavtina xwe de xwest ku PKKyîyên ku li nexweşxaneyan de bi cî bûne werin tesbîtkirin û di derheqê wan de tehqîqet û lêkolîna pêwîst were kirin.Guneş dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xebera nexweşên ku dîndar in  berî ku ew bigihêjin nexweşxanê xeberên wan digihêje nexweşxanê.Dema ku birayê min birîndar dibe xeberê dişînin nexweşxanê û dibêjin bila tu kes mudaxeleyî wî neke û pê eleqedar nebe.Di rêya nexweşxanê de digel ambûlansê hewl dan da ku birayê min bişewitînin.Lê hikmeta Xwedê, nikaribûn tiştekî bikin. Kesên ku tên nexweşxanê heke dîndar û misliman bin ji bona ku bimirin tiştên ku ji destên wan tê dikin.Lê belê heger ew kes PKKyîyekî ku qelbê wî sekinîbe  xebatkarên tenduristîyê bi seatan masaja qelbê lê dikin.Ez dixwazim ji vir bang li hikûmetê bikim.Peyde kirina mîna van kesan ne bi zehmet e.Bila hikûmet li ser vê mijarê biraweste û bi ser vê meselê de biçe.”

Midûrê emnîyetê: Dilê min çi bixwaze ez wê dikim

Guneş wiha dawî li axavtina xwe anî: “Me van tiştan çendîn car ji Midûrê ewlehîyê yê kevin Halîs Bogurcu re got. Dema ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu hat vê derê ji bona ev bûyer were lêkolîn kirin talîmat da. Bogurcu, eşkere ji me re got ‘Hûn gilîya min li ba Serokwezîr dikin?Ez çawa bixwazim ez ê wilo bikim. Ez ê bibêjim tu delîl tune ye.’ Bi rastî biçek be jî tiştên ku got kir.”

Bi heman awayî dîsa derket holê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Gazî Yaşargîla Diyarbekirê qeydên nexweşan bi şeklekê bê usûl tên kirin û hatibû îddîakirin kesên ku ji refên PKK/PYDê hatine û tevlî  bûyerên 6 û 7 cotmehê bûne û di bûyeran de birîndar bûne li vê nexweşxanê hatine tedawîkirin.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş