“Şaredarîyên qayyûmê heta îro xebateke darî çavan nekirine”

Di raporta ku ji teref Komeleya Fikra Akademîk û Yekîtîyê ya ku li Diyarbekirê xebat û lêkolînan dike ve hat amadekirin de hat destnîşankirin ew şaredarîyên ku qayyûm lê hatine tayînkirin heta îro xebateke darî çavan nekirine.

Komeleya Fikra Akademîk û Yekîtîyê li Diyarbekirê derbarê şaredarîyên ku lê qayyûm hatine tayînkirin de lêkolînek kir. Di lêkolîna ku hat kirin de bi 845 kesan re rûbirû hevdîtin hat kirin û di encama lêkolîna ku 60 rojan berdewam kir de di bergeha teleb, daxwaz û fikrên welatîyan de raportek hat amadekirin.

Raporta ku hat amadekirin ji teref Serokê Giştî yê Komeleya Fikra Akademîk û Yekîtîyê Muhammed Beybur ve li Cemîyeta Rojnamevanên Rojhilata Başûr bi daxuyanîyeke çapemenîyê bi raya giştî re hat belavkirin.

 “Şaredarîyên ku lê qayyûm  hatine tayînkirin heta îro xebateke darî çavan nekirine”

Di raporta ku bi raya giştî re hat parvekirin de wiha hat diyarkirin: “ Ew şaredarîyên ku qayyûm lê hatine tayînkirin heta îro di warê perwerdehî, exlaq, bişiûrkirin û fikrê ya bo pîrek, zarok û xortan de tu xebatên darî çavan nekirin. Ew qayyûmên ku di sala 2017an de hatine tayînkirin heta îro xebatên xwe li ser xebatên hawirdorê, park, baxçe û payerêyan kirine. Her wisa  di wan projeyên ku bo civakê bi fêde ne de kesên ehlê karê xwe nehatine îstîhdam nekirine ku ji ber vê yekê ew lênerîna xelkê ya li dijî dewletê ya  ku bi zexta rêxistina terorê hatiye derxistin holê ji hişan derneketiye. Hinek qayyûm dibêjin ‘Ez serokek im ku ji teref dewletê ve li şaredarîyê hatime tayînkirin, ez ne AK Partîyî me. Û ez ne mayîn de me.’  Ew qayyûmên ku xwedîyê vê lênerînê ne, di warê xizmetê de dest nadin tiştekî ango xizmetekê nakin û her wisa bo berjewendîyên xwe û yên terefdarên xwe  xebat kirin.  Di ser vê yekê de bi wan hêzên şer ên ku nediyar in kî ne û ji kî re xizmetê dikin re digel hev  hereket kirin û di netîceya wan karên şaş û xelet de ji wan mewkî û meqamên ku dewlet daye wan re îxanet kirin.”(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş