“Pêwîst e mexdûrîyeta wan kesên ku di emrê ciwan de zewicîne bê çareserkirin”

Şaxên Jinan a Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê ji bo wan kesên ku di emrê ciwan de zewicîne û hatine xistin girtîgehê civîna daxuyanîya çapemenîyê li dar xist.

Daxuyanîya çapemenîyê li Parka Saraçxaneyê ya Fatîhê hat lidarxistin. Gelek malbatên mexdûr û STK piştgirî dan daxuyanîya çapemenîyê ya ku ji teref Şaxên Jinan a Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê ve hat lidarxistin.Di daxuyanîya ku hat dayîn de bang li rayedaran hat kirin da ku dawî li vê mexdûrîyetê bê anîn.

Metna daxuyanîya çapemenîyê ji teref Şukran Yalçin ve li ser navê Şaxên Jinan a Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê hat xwendin.

Şukran Yalçin di daxuyanîya ku xwend de destnîşan kir mexdûrîyeta 4 hezar malbatan hêj berdewam dike û dû re wiha li daxuyanîyê zêde kir: “Bavên nêzî 9 hezar zarokan ji ber ku di emrê ciwan de zewicîne di girtîgehê de tên girtin. Ew qanûnên ku qaşo pîrekan diparêzin pîrekên me mexdûr dikin. Bi hezaran pîrekên ku zilamên wan di girtîgehan de tên girêtin bi wan zarokên xwe yên biçûk bi tena serê xwe mane û di nav bêçaretîyê de ne.

“Em li vê derê civîyan û teleb dikin ku ew qanûnên ku bûne sedema van mexdûrîyetan carin bên verastkirin”

Yalçin di berdewama daxuyanîyê de destnîşan kir qanûn wan kesên ku dizewicin ceza dike û wan kesên ku zînayê dikin serbes berdide û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em li vê derê civîyan û teleb dikin ku ew qanûnên ku bûne sedema van mexdûrîyetan carin bên verastkirin. qanûn wan kesên ku dizewicin ceza dike û wan kesên ku zînayê dikin serbes berdide. Berî niha ji bo ev mexdûrîyet bên çareserkirin em çûn Enqerê û soz dan me ku ew ê piştî hilbijartinan van mexdûrîyetan çareser bikin û ew ê dawî li van mexdûrîyetan bînin. Lê belê hêj sozên xwe bi cî neanîn. Ew qanûnên heyî sazîya malbatê tahrîb dike, hildiweşîne û zirarê dide civakê. Divê rastyîyên civakê li ber çavan bên girtin û qanûn bên sererastkirin.”

“Ev yek exlebe dibe sedema sefalet, telaq û întîxaran”

Seroka Şaxên Jinan a Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê Munewwer Aktaş jî derbarê mijarê de balan kişand li ser netîceyên ku ev mexdûrîyet ji wan re dibin sedem û derbarê mijarê de wisa got: “Ev yek exlebe dibe sedema sefalet, telaq û întîxaran. Di holê de mexdûrîyeta 8-10 hezar malbatan heye. Ev yek demeke dirêj e ku berdewam dike. Ev yek birîna civakê ya ku nayê girtin e. Ew xortên me yên ku ji wan re 20-25 sal ceza hatiye dayîn ji ber ku di emrê ciwan de zewicîne tên sûcdarkirin. Em demeke dirêj e ku taqîbkarê vê meselê ne û em li ba hevalên xwe ne û ji bo dawî li vê mexdûrîyetê bê anîn em hewl didin.

Ayşe Sepeta ku di emrê xwe ya ciwan de zewicî  û zilamê wê niha di girtîgehê de tê girtin derbarê mijarê de wisa axivî: “Ev yek neheqîyeke mezin e ku li me tê kirin.Ji ber ku em di emrê ciwan de zewicîn ji zilamê min re 8 sal û 4 meh ceza dan û hêj di girtîgehê de ye. Zarokên bêyî bavê xwe, jê dûr mezin dibin.”(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş