Muhendisê ku di bin enqazê de ma canê xwe ji dest da

Li Entabê muhendisê ku di înşaata camîyê de îskele di ser de hat xwarê û piştî 33 seatan hat rizgarkirin digel temamê midaxeleyan canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Entabê muhendisê bi navê Korkut Kuçukcanê ku di înşaata camîyê de îskele di ser de hat xwarê û piştî 33 seatan hat rizgarkirin digel temamê midaxeleyan canê xwe ji dest dan.

Doh derdora seat 15.45an de muhendisê bi navê Korkut Kuçukcan dema ku li înşaata camîyê bû îskeleya camîyê di ser da hat xwarê. Ji bo ku muhendis bê rizgarkirin gelek ekîb beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûn.

Di encama xebatên ku 33 seat berdewam kir de muhendis birîndar hat derxistin û hat rakirin nexweşxanê.

Muhendisê ku birîndar hat derxistin digel temamê midaxeleyan canê xwe ji dest da.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş