Mexdûra 28ê Sibatê  qala serpêhatiyên xwe kir

Mîne Îpeka Seroka Platforma Pîrekan a 28ê Sibatê destnîşan kir darbeya post modern li camiaya dîndar hatiye kirin û qala serpêahtiyên xwe yên wê pêvajoyê kir.

Mîne Îpeka ji mexdûrên darbeya post modern a ku di 28ê Sibata 1997an de hatiye kirin e û Seroka Platforma Pîrekan a 28ê Sibatê ye destnîşan kir di ya rastiyê de darbe li temamê camiayên dîndar hatiye kirin. Îpek dû re jî qala serpêhatiyên xwe yên wê pêvajoyê kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî darbê, odeyên qanê hatin sazkirin û têkiliya  bi hezaran xwendekarên bêsûc û bêguneh ji ber hîcaba xwe bi zanîngehê re birîn.”

“Metnên hişyariyê bi devê deriyên fakulteya me ve didaliqandin”

Îpek di berdewama axavtina xwe de qala mexdûriyeta xwe ya li Zanîngeha Înoniyê ya Meletiyê kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Demekê me bi şikleke rihet xwendina xwe domand. Lê di heyama duyemîn de ji nişka ve mişkîle zêde bûn. Metnên hişyariyê bi devê deriyên fakulteya me ve didaliqandin. Dû re pêvajo zû dest pê kir. Piştî vê yekê ji ber hîcaba me ji me re cezaya lomeyê, hişyarî û cezayên mîna van dan me. Piştî vê pêvajoyê digel cezayan têkiliya me bi mektebê re birîn.”

“Kesên Fetoyîst giliyê me dikirin”

Îpek di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di dema ku hîcab hatibû qedexekirin de hinek kesên Fetoyîst ji vê yekê re bêdeng diman û hinek jî giliyê wan dikirin. Îpek dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku ceza dan me her hevaleke  me ji ber ku nikaribû têkeve pola xwe li ber devê deriyê fakulteya xwe çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Em li wê derê bêdeng rûdiniştin. Kesên hessas û xwedî wijdan jî piştevaniyê didan hevalên me. Ew kes digotin ger ku hûn hevalên me nagrin polê em jî nayên. Êdî di polê de ders nedihat dîtin, tenê mensûbên rêxistina terorê ya FETO diketin dersê û qet dengê ji vê qedexê re dernedixistin. Dû re em hîn bûn ku ji ber ku em bi hîcab in çûne giliyê me li ba îdarê kirine.”

 “ Dekanê  me daxuyaniya Fettullah Gulen ‘hîcab furuat e’ dianî bîran”

Îpek di berdewama axavtina xwe de destnîşan  kir wê demê mamosteyên zanîngehê ‘odeyên qanê’ saz dikirin û hewil didan hîcabê ji serê wan derxînin. Îpek dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Pêşî bi xweşikayî îfade dikirin, ji me re digotin ‘divê hûn serê xwe vekin, em naxwazin lê em mecbûr in.’ Ev tişt dibin sebeb ku em rûya heqîqî yên wan kesan bibînin. Ez qet ji bîr nakim, dekanê me gazî me dikir û daxuyaniya Fettullah Gulen ‘hîcab furuat e’ dianî bîran û ji me re digot ‘Binêrin ev hevalên we jî xwedî bawerî ne, bi hîcab bûn, lê serê xwe vekirin.  Hûn çima venakin, hûn ji kîjan rêxistinê re xizmetê dikin ku hûn hewil didin aloziyê derxînin. Mixabin piştî çend salan  em hîn bûn ku wê demê kesên ku hewil didan aloziyê derxînin ew in.”

 Îpek di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ew vê platformê saz kirina da ku mexdûriyeta kesên ku hatine mexdûrkirin ji rastê rabikin.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş