Li Êlihê pevçûn: Polêsek jiyana xwe ji dest da

Di pevçûna ku li Êlihê derket de polêsek jiyana xwe ji dest da û PKKyîyek jî hat kuştin.

Hat ragihandin di pevçûna ku li Kolana Komandoya Taxa Hîlala navenda Êlihê derket de polêsek jiyana xwe ji dest da û PKKyîyek jî hat kuştin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin PKKyîyê ku hat tespîtkirin amadehîya çalakîyê dikir ji teref polêsan ve hat taqîbkirin da ku bê girtin. PKKyîyê ku dihat taqîbkirin li Taxa Pazaryerîya Êlihê kete maleke li qeta 4emîn û di navbera kesê PKKyî û polêsan de pevçûn derket.

Di wextê pevçûna ku derket de kesê PKKyî zarokekî 4 salî rehîn stand û di ser polêsan de gule berda. Di encama pevçûna ku derket de polêsê ku giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da û PKKyî jî hat kuştin.

Hat hînbûn zarokê 4 salî yê ku rehîn hatibû girtin bi silametî hat rizgarkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyakirin di pevçûna ku di navenda Êlihê derket de polêsek jiyana xwe ji dest da û PKKyîyek jî hat kuştin.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş