Li Entabê pevçûn: 5 mirî

Li Entabê ji ber problema parkê di navbera du malbatan de pevçûna çekdarî derket, di encama pevçûna çekdarî de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Entabê  ji ber problema parkê di navbera du malbatan de pevçûna çekdarî derket, di encama pevçûna çekdarî de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Bûyer li Taxa 75. Yila Şahînbeya navçeya Entabê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber meseleya parkkirina wesayîtê di navbera du malbatan de pevçûn derket. Di pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de 5 kesên bi navê Faîk, Metîn û Mehmet Korkmaz, Huseyîn û Adem Yilmaz canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxanê û ji 5 kesên ku hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş