HUDA PARê ji bo malbatên ku çalakîyê li dar dixin daxuyanîya piştgirîyê belav kir

HUDA PARê ji bo wan malbatên ku zarokên wan ji teref HDP/PKKê ve hatine revandin û li ber avahîya HDPê çalakîyê li dar dixin daxuyanîya piştgirîyê belav kir.

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve  ji bo wan malbatên ku zarokên wan ji teref HDP/PKKê ve  hatine revandin û li ber avahîya HDPê çalakîyê li dar dixin daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin “Dayik xwedî maf in ku zarokên xwe bixwazin. Em dixwazin bibêjin ku em di vî warî de li ba dayikan in.”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de di bîran hat xistin ku piştî ku lawê Hacîre Akar lê vegerîya re ev çalakî pêşve çû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Niha hejmara wan malbatên ku ji bo lawên xwe yên revandî dest  bi çalakîyê kirine 18 malbatan derbas kiriye.  Ew çalakîya malbatan ên ku ji bo zarokên xwe dane destpêkirin ji teref hinek derdoran ve bi şikleke cûda tê şîrovekirin.   Ji alîyekî ve feryad û fîxana wan dayikên ku dixwazin ewladên wan li wan vegerin, tê xwestin pêşîya wan bê girtin û ji alîyê din ve jî ji ber ku malbat çalakî dane destpêkirin heqaret li wan tê kirin.”

 “Tê diyarkirin hejmara xortên ku xeber ji wan nayê standin nêzî 10 hezaran e”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, ji ber şerê çekdar a ku rêxistin li herêmê ev bû demek dirêj didomîne xort tên birin li serê çiyê û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Tê diyarkirin hejmara wan xortên ku di sefên rêxistinê de di wan pevçûnan de an jî di înfazên navxweyî de hatine kuştin û winda bûne zêdetirî 10 hezar kesan e. Exlebeyê van kesan zarok in.  Ev yek dibe sedem ku li  herêmê birîna ku vebûye neyê girtin.”

 “Em li ba dayikan in”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin  ev çalakîya dayikan bi sedemên cûda nikarin bên îzahkirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Bêşiphe, temamê dayikan dixwazin ku lawên wan li kêleka wan bin û vê yekê nadin bi dinyayê. Ji ber vê yekê ev çalakîya dayikan bi sedemên cûda nikarin bên îzahkirin, welew kî zarokên wan derketibin li serê çiyê jî. Lewra ev yek ne helwesteke însanî ye. Dayik xwedî maf in ku zarokên xwe bixwazin. Em dixwazin bibêjin ku em di vî warî de li ba dayikan in.

 “Ger ew telebên meşrû hatibane tedarikkirin ew ê di holê de rewşeke ku bê îstîsmarkirin nemabana”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin telebên meşrû yên xelkê Kurd nayên tedarikkirin û dû re wiha hat gotin: “ Ev yek eşkere ye û di holê de ye: rayedarên dewletê guh nadin  telebên meşrû tên xelkê Kurd û rêxistina çekdarî jî van telebên meşrû îstîsmar dike. Ger ji vê rewşa heyî re çareserîyeke mayînde neyê dîtin ev çalakîya ku bi qêrîn û feryada dayikan hat rojevê  dê wek problemekê bêçare bimîne. Ger ew telebên meşrû hatibana tedarikkirin, ew ê tu kes rewşê îstîsmar nekiribana û xort dê nehatibana xapandin û agir neketibana li ser kezebên dayikan.”(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş