Hejmar û desteka ku ji wan malbatên ku zarokên wan ji teref PKKê ve hatine revandin û li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîya rûniştinê dane destpêkirin her ku diçe zêde dibe.

Celîl Bektaşê ku lawê wî Yusuf Bektaşê 16 salî berî vê 4 mehan ji teref HDPyîyan ve hat xapandin û hat revandin li ser çiyê derbarê lawê xwe de destnîşan kir, lawê wî ji teref HDPyîyan ve hatiye xapandin  û hatiye şandin li serê çiyê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez berê HDPyî bûm, lê niha kêfa min qet ji wan re nayê. Ez dixwazim lawê min bidin min.”

“Lawê min berî vê 4 mehan digel 16 kesan di şeveke Remezanê de çû Gola Hazarê û dû re nema hat”

Bav Bektaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir lawê wî 16 salî bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lawê min berî vê  mehan digel 16 kesan di şeveke Remezanê de çû Gola Hazarê û dû re nema hat.  Em çend caran hatin vê derê û me ji wan re rica kir. Digel ku hemû kes dizanibûn lawê me li kû ye tevekan digotin ‘em nizanin.’ Ez çûm Hatayê û min serî li her derî da.Li tû derî tune ye. Ê ku nizanibe ew ê bê qey erd qelişî û ket erdê. Ji ber ku lawê min nexweş  bû min sexî nedikir ku wî bibim înşaatê. Li ba berberekî dixebitî.”

“Wî birine qeta duyemîn a avahîya HDPê û bêyî xebera me wî birine Gola Hazarê”

Bektaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir heta ku lawê wî venegere ew ê ji ber avahîya HDPê neçe tû derê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez lawê xwe dixwazim. Heta lawê min neyê ez naçim tu derî. Wî birine qeta duyemîn a avahîya HDPê û bêyî xebera me wî birine Gola Hazarê. Lawê min hêj 16 salî bû û ew xapandin. Ez bang li parlementeran dikim. Werin vê derê û li zarokên xelkê xwedî derkevin. Heta ez netîceyekê nestînim ez ê ji vê derê neçim. Ger hewce be ez ê rojîya mirinç bigirim. Ez berê HDPyî bûm, lê niha kêfa min qet ji wan re nayê. Ez dixwazim lawê min bidin min. Ez bang li parlementeran dikim, li Enqerê nerûnin, werin vê derê. Xelk li vê derê ye, werin çare ji derdên wan re bibînin.  Ji min re dibêjin here AK Partîyê. Ez ê ji bo lawê xwe biçim AK Partî, MHPê û her derî jî.  Dema ku ez hatim vê derê min mirinê da ber çavên xwe.”(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş