Gur ketin  nav pêz: 31 mîh mirar bûn

Li Entabê gur ketin nav pêz, di encama bûyera ku pêk hat de 31 mîh mirar û 17 jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Şenlîkçeya gundê girêdayê Yavuzelîya navçeya Entabê guran êrîş birin li ser kerîyê pêzê Huseyîn Demîr û Şerîf Balaban.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bûyer êvarî dema ku heywan li çiyê diçêrîyan pêk hat .Di encama êrîşa guran de 31 mîh mirin û 17 heb jî birîndar bûn. Piştî ku gundîyan xeber dan derdorê re cendirme, veterînetên Midûrtîya Daristan û Çandinîyê ya Yavuzelîyê, Serokê Yekîtîya Xwedîkirina Bizin û Mîhan ê Entabê Osman Turkman  hatin gundên Şenlîkçeyê.

Serokê Yekîtîya Xwedîkirina Bizin û Mîhan ê Entabê Osman Turkman destnîşan kir berî vê 20 rojan li gundekî Şehîtkamîlê jî guran êrîşî pêz kiribû û di wê êrîşê de jî 14 heywan telef bûbûn.

“Ji ber guran em heywanên xwe newêrin bibin çêrgehê”

Turkmen di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew nizanin çima rayedar guran berdidin xwezayê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber guran însan newêrin heywanên xwe bibin çêrgehê.Ji dêla ku rayedar guran berdidin xwezayê bila kovî, xezal û heywanên wisa berdin xwezayê. Ew gurên ku berdidin xwezayê êdî bûye şirîkê qezencê me. Ger ew gurên ku berdidin di demeke nêz de xwe berdin gundan û êrîşî însanan jî bikin bila ti kes şaş nemîne.Ez cardim bang li rayedaran dikim, ez ji we rica dikim guran bernedin xwezayê.”(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş