Dijmina Îslamê ya ku êrîşî qîzên bi hîcap kir hat binçavkirin

Pîreka ku doh li Karakoy û rawestgaha Marmaray Sîrkecîya Stenbolê êrîşî pîrekên bi hîcab kir û sihêfan li pêxemberan kir hat binçavkirin.

Hat ragihandin pîreka dijminê Îslamê ya ku doh li Karakoy û rawestgaha Marmaray Sîrkecîya Stenbolê êrîşî pîrekên bi hîcab kir û sihêfan li pêxemberan kir hat binçavkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Soylu di daxuyanîya xwe ya ku ji ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir “Provokartora ku doh li Karakoyê êrîş bir li ser xwendekarên bi hîcab ji teref Ewlehîya me ya Stenbolê ve hatiye binçavkirin.”(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş