Di serwîsa xwendekaran de 176 kîlo esrar hat bidestxistin

Li Henêya Diyarbekirê di mînîbûseke ku ji bo serwîsa xwendekaran dihat bikaranîn de 176 kîlo esrar hat bidestxistin.

Hat ragihandin li Henêya navçeya Diyarbekirê di mînîbûseke ku ji bo serwîsa xwendekaran dihat bikaranîn de 176 kîlo esrar hat bidestxistin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê mijarê de hat diyarkirin, ji wan re îxbar hatiye kirin ku ew ê kesê bi navê M.O. mînîbûsekê ku bixe şiklê serwîsa xwendekaran û esrarê bi şiklekî rihet bibe bajêr.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di encama taqîba ku li M.O. hat kirin de dema ku esrar ji teref kesên bi navê S.T. û S.Ç. ve li mînîbûsê dihat barkirin kesên şikdar hatin binçavkirin û 176 kîlo esrar hat bidestxistin.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş