“Di sekinandina hewldana derbeyê de rola cemaetan mezin e”

Yrd. Doç. Dr. Davut Işikdogan operasyonên ku li dijî FETO tê lidarxistin nirxand. Işikdogan diyar kir ku di sekinandina hewldana derbeyê de rola cemaetan mezin e.

Yrd. Doç. Dr. Davut Işikdogan ê ku li Zanîngeha Dîcleyê di Fakulteya Îlahiyatê de akademîsyen e kesên ku ji ber FETOyê wek hincet cemaetan hedef digirin nirxand.

Işikdogan mijara kesên ku FETO behane dikin û cemaet û saziyên Îslamî hedef digirin nirxand. Işikdogah destnîşan kir hewl tê dayîn ku saziyên Îslamî û cemaet wek hedef werin hilgirtin.

 “Ji xeynî îmanê tu tişt nikare wek wêrek însanan bavêje ber tankan”

Işikdogan diyar kir armanca derbeyan ew e ku însan ji aliyê dînî ve werin astengkirin. Dûvre Işikdogan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lewra heke welat pêş bikeve dê ji alema Îslamê re pêşengî bike. Kî çi dibêje bila bibêje, kî çi dike bila bike bes armancekî wî yekê hebû. Astengekî ji bo alema îslamê derêxin. Ji hikmeta Rebbê Alemê ev yek hat astengkirin. Saziyên Civakê yên Siwîl, însanên xwedî îman ên li Tirkiyê dema ku me tiştekî wiha bihîst em derketin qadan. Heke derekî wekê Diyarbekirê a ku herêma terorê ye însan nîvê şevê derdikevin qadan ji xeynî îmanê tu tişt nikare wek wêrek însanan bavêje ber tankan.”

 “Di sekinandina hewldana derbeyê de rola cemaetan mezin e”

Işikdogan ji ber ku ji ser FETO/PDYê cemaet tên hedefgirtin bertek nîşan da. Dûvre Işikdogan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku di sekinandina hewldana derbeyê de rola cemaetan mezin bibe îro him di raya giştî û him jî di qadên din de hemî cemaetên Îslamî hedef hatine girtin. Îro dema ku tiştekî tê serê dewlet û milletê ev însan beriya hemiyan direvin qadan. Gelo sedema vî yekê çiye? Divê ku mirov vî yekê bizanibe. Di sekinandina hewldana derbeyê de rola cemaetan mezin e.”

Işikdogan diyar kir ku piştî hewldana 15ê Tîrmehê rûyê saziya paralel a rast derkketiye holê. Dûvre Işikdogan wiha pê de çû: “Belkû derekî wiha heye. Rêxistinekî terorê ya normal dê biçe. Di derbarê fikr û ramana terorê de amûr tên bikaranîn. Ev tişt pir xeternak e.”

 “Mislimanên li qadan hewl dan ku xwedî li çi derdikevin”

Işikdogan bal kişand ser ruhê hewldana derbeya 15ê Tîrmehê. Dûvre wiha diyar kir: “Hemî misliman bi alên ku di destê wan de bû derketin qadan. Li wir bi tekbîran dengê xwe bilind kirin û li qadan hewl dan ku xwedî li çi derdikevin.” (ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş