Dayikeke din a dilşewat beşdarî çalakîyê bû: Bila lawê bînin

Hejmara malbatên ku lawên wan ji teref PKKê ve hatine revandin û li ber avahîya HDPê çalakîya rûniştinê dane destpêkirin derket 11an.

Hat ragihandin hejmara malbatên ku lawên wan ji teref PKKê ve hatine revandin û li ber avahîya HDPê çalakîya rûniştinê dane destpêkirin derket 11an. Malbatên ku beşdarî çalakîyê bûne dixwazin ku lawên wan li wan vegerin.

Aysel Koyuna ku nû beşdarî çalakîyê bû derbarê mijarê diyar kir, çawa ku ew pê bihîstîye ku çalakîya hatiye destpêkirin, ji Şêxkendira  Diyarbekirê rabûye hatiye Diyarbekirê û ji bo lawê xwe beşdarî çalakîyê bûye.

Dê Aysel di daxuyanîya ku da de destnîşan kir lawê wî Reşad Koyun dema ku 17 salî bû ji teref PKKê ve hatiye revandin û ew berî vê 2 salan hîn bûye ku lawê wê di destê PKKê de ye.

 Dayika dilbikûl di berdewama axavtina xwe de diyar kir, min herî dawî berî vê 2 salan jê xerber girt û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lawê min hat revandin li serê çiyê. Vaye bû 5 sal ku hatiye revandin. Ez nizanim di çi halî de ye.  Dema ku em şiyar bûn seat 9 bû, ji malê derket û cardin nehat malê.  Dema ku hat revandin 17 salî bû. Carekê me li ser înternetê dît ku ew li çiyê ye.  Ez ji bo lawê xwe hatim vê derê.  Heta ku ez xeberekê ji lawê xwe bistînim ez ê çalakîya xwe bidomînim. Bila lawê min bînin. Ger ew qas dixwazin bila lawên xwe bişînin.”(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş