Daîreya Xizmetên Civakî 5 zarokên malbatekê bi zorê jê stand

Jin û mêrê bi navê Sumeyra û Elî Algulê ku xwedî 5 zarokan in û li Erzîna Hatayê dijîn zarokên wan bi hinceta tedbîra perwerdehîyê ji teref Daîreya Xizmetên Civakî ve ji wan hat standin.

5 zarokên dê û bavê ku li Taxa Kizlarçayiya Erzîna Hatayê dijîn berî vê 2 mehan bi zorê ji teref cendirmeyan ve ji wan hatin standin. Dê û bavê dil bi kul û êş destnîşan kirin ji ber vê meseleya ku pêk hatiye psîkolojîya zarokên wan xera bûye.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  ji ber şikayeta  Midûrtîya Navendî ya Xizmetên Civakî ya Dortyolê  ji teref Mehkemeya Hiqûqê ya Eslîyê  ya Yekemîn a Erzînê ve qerar hat dayîn ku 5 zarokên malbata Algul bi hinceta tedbîra perwerdehîyê ji wan bên standin. Ji ber qerara ku hat dayîn cendirmeyan berî vê 2 mehan di ser mala malbatê de girtin 5 zarokên malbatê ji wan standin û ew birin  Sazîya Parastina Zarokan.

Elî Algulê sermîyanê malê derbarê mijarê de destnîşan kir 5 zarokên wan ên bi navê  Zehra(14), Zeynep(13), Îzzet(12), Rukîye(7) û Rabîa(4)  ji wan hatine girtin ku ji ber vê yekê xanima wî ji xemgînîyê pir zêde zeîf bûye û niha şewirmendîya psîkolojîk distîne.

Algul di berdewama axavtina xwe de diyar kir zarokên wî bi xwe nexwastine biçin mektebê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zarokên min ji  min xwestin ku ez qeyda wan li medresê bikim. Ji min re gotin ku ‘bavo em dixwazin biçin medresê. Em dixwazin li wê derê Îslamê û Qur’ana Kerîm hîn bibin.’ Dîsa ji min re gotin ku ew naxwazin biçin mektebê. Ji ber vê yekê min qeyda zarokan a li mektebê jê bir û min ew li medreseyekê qeyd kirin. Piştî re kaxizên bêdewamîyê hatin malê.  Dû re midûr û mamosteyên mektebê hatin mektebê.  Ji min re gotin, çima tu zarokên xwe naşînî mektebê, tu mecbûr î ku zarokên xwe bişînî.  Min ji wan re got ku zarokên min naxwazin biçin mektebê, ew dixwazin biçin medresê û li wê derê perwerdehîya dînî bibînin, Qur’ana Kerîm hîn bibin û sunneta Hz. Muhammed hîn bibin.  Ji ber vê yekê min jî li gorî daxwaza wan ew şandin medresê.  Piştî vê gotina min ji min re gotin, tu mecbûr î ku wan bişînî, heger tu wan neşînî em ê cezaya pereyan ji te re bibirin û heqîqeten jî birîn.  Dû re dîsa 7 caran hatin mala min.”

 “Divê ji zarokan bê pirsîn ka ew ji dê û bavên xwe gilîdar in an na!”

Algul di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji zarokên wî nehatiye pirsîn ka ew ji malbata xwe gilîdar in an na û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Herî dawî ekîbek ji Navenda Xizmetên Civakî ya Dortyolê hat mala min û ji min re got ku ‘tu mecbûrî di nava heftîyekê de zarokên xwe bişînî mektebê. Ger hûn zarokên xwe neşînin ew ê derheqê we de doz bê vekirin. Hûn ê tehemûlî encamên vê yekê bikin.’ Xwestin bikevin mala min. A ku hatibû ji ber ku pîrek bû ez derketim jorê. Ew digel pîreka min hundirê malê gerîya.  Xanima min ji min re got ku ew pîrek dema ku ket oda zarokan sûreta çend kitêban girtiye û jê re gotiye ku ew ê vê yekê wek agahî ji mesûlên xwe re pêşkêş bike.  Ji tedbîra lêxwedîderketinê li ser zarokan bê dayîn pêwîst e ku zarok muxtacî xwedîderketinê bin, divê ji zarokan bê pirsîn ka ew ji dê û bavên xwe gilîdar in an na! Divîyabû ji zarokên min pirsîbana, gelo bi rastî bavê we, we naşîne mektebê yan hûn naxwazin. Min hêvî dikir ku ev tişt bihata kirin; lê belê wezîfedara Midûrtîya Xizmetên Civakî ya Dortyolê biryar daye ku zarokên me ji me bên standin.”

 “Zarokên min bi şikleke wisa xistin nava wesayîtê ku yê ku nizanibe ew ê zen bike ku  zarokên min ji teref wan ve tên revandin”

Algul di berdewama axavtina xwe de diyar kir qerar jê re nehatiye teblîxkirin û zarokên wî bi şikleke wisa xistin nava wesayîtê ku yê ku nizanibe ew ê zen bike zarokên wî  ji teref wan ve tên revandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Çima tiştên rast û heqîqet hatin veşartin û ji bo zarokên min ji min bên girtin raporteke wisa ji mesûlan re hat pêşkêşkirin.  Cendirme dema ku hat malê ji min re gotin ku em ê malê bigerin. Ew qas qelebalix hatibûn ku min zen kir bi rastî ew ê di mal de lêgerînê bikin. Ji min re gotin ku bila zarokên te derkevin derve û tu kes di hundir de nemdîne.  Di dema lêgerînê de ez ketim malê. Dû re ez jê haydar bûm ku zarokên min weke ku drevînin li wesayîtan siwar dikin.  Min xwe negirt û ji wan re got, hûn çi dikin? Ji min re gotin ku di vî warî de qerareke wisa heye.  Min ji wan re got ku divîyabû ev qerar ji min re hatibana teblîxkirin.  Madem qerareke wisa heye divîyabû pêşî ji min re hatibana teblîxkirin û dû re qerar hatibana tetbîqkirin.”

Malbat derheqê pêvajoya mehkemê de nehat xeberdarkirin

Algulê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ev bû 2 meh ku daxwaznameya îtîrazê dane mehkemê lê hêj ew tu encama negirtine di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “  Di meha 8emîn de qerarek derheqê zarokên min de hatiye dayîn, lê belê haya min ji vê qerarê tune ye.  Ewraqeke fermî negihaştiye li ber destê min. Bes kaxizên bêdewamîyê ji mektebê hatin.  Ger kaxizeke wisa hatibana li ber destên min ez ê li ber xwe dabana û ez ê nehiştibana zarokên min ji min bistînin. Zarokên min tu carî ne ji min û ne jî ji dêya xwe gilîdar nebûne. Ji xwe ger ji zarokên min ev yek bê pirsîn ew ê ev yek bê fêmkirin.   Lê belê ev tiştê ku anîn li serê  me biya min zilm e. Xweda vê zilmê neyîne li serê zarokên tu kesî.  Em ji zarokên xwe û ew jî ji me hez dikin. Êdî em nema îdare dikin. Ev bû 2 meh ku me daxwaznameya îtîrazê da mehkemê, lê tu netîce dernayê.”

 “Veqatandina zarokan a ji malbatên wan zilmeke pir mezin e”

Algul di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku zarokên wan ji wan hatine girtin heta meh û nîvê zarokên wan qet ji wan re nehatine nîşandan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Serîyê pêşî rewşa me qet nebaş bû, rewşa dîya zarokan xiraptir bû. Ew kesên ku derheqê me de gazinan kirin xwestin ku zarokên me ji me bên girtin. Em gelek zêde ji zarokên xwe hez dikin û em hewl didin zarokên xwe bi edeb û terbîyeya Îslamê mezin bikin. Veqatandina zarokan a ji malbatên wan zilmeke pir mezin e.  Ez zarokên xwe dixwazim.  Ez dibêjim ev yek zilm e.   Ger zarokên min bidin min ez ê ji perwerdehîya zarokên xwe hemû tiştî bikim.  Ez dixwazim ev yek ji teref hemû kesan ve bê zanîn.  Dema ku ez dînê Xwedê dijîyam li rasta vê zilmê hatim.  Ez qetîyan ne li ser wê fikrê me ku hewce nake zarok mektebê bixwînin. Teqez divê zarok perwerdehîyê bibînin.  Lê divê malbatek divê karibe vê tercîhê bike. Divê malbat xwedî selahîyet bin ku an mamosteyekî taybet bigirin an jî li medreseyan zarokên xwe bidin xwendin.  Bi kurtasî divê malbat xwedî van mafan bin.  Ger zarokên min li min vegerînin ez ê ji bo perwerdehîya wan hewl bidin.  Zarokên me jî me dixwazin.”

Zarokên min ji min re dibêjin ‘bavo ew ê tu me kengî ji vê derê bibî?’

Algul di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber rewşa heyî zarokên wî bi şikleke neyînî tesîrdar bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em çûn hevdîtna zarokên xwe ji me re gotin ‘bavo ew ê tu me kengî ji vê derê bibî? Çima em anîn vê derê? Li vê derê zarokên Sûrîyeyî yên ku dê û bavên wan tuneye  hene. Li vê derê zarokên ku dê û bavên wan dev ji hev berdane hene. Çima vê zilmê li me kirin?’  Weke ku ez diçim girtîgehê bo hevdîtina zarokên xwe.  Dema ku ez diçim ba wan xwe davêjin stûyê min û ji ber ku di wir de êsîr in digirîn. Em tehemûlî vê yekê nakin.  Xwedayê min zarokên min li me vegerîne. Xweda zarokên tu malbata ku ji zarokên xwe hez dikin veneqetîne. Zarokên min ji vê rewşê gelek zêde tesîrdar bûn.  Ji bo Xwedê zarokên min bidin min. Ez gelek zêde ji zarokên xwe hez dikim û ew jî ji min.”

Algulê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir “veqetandina zarokan a ji malbatên wan çareya herî dawî ye” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Midûrtîya Navendî ya Xizmetên Civakî bi rastî jî xebatên xweşik dike. Li wê derê li wan zarokên ku malbatên wan tune ye xwedî tê derketin.  Lê belê zarokên min dê û bavê xwe dixwazin.”

“Ez zarokên xwe li gorî Qur’an û Sunnetê mezin dikim”

Bav Algul di dawîya axavtina xwe de ji mehkemê re bertek nîşan da û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Di qerara mehkemê de tê gotin ‘têgihiştinên xelet hene.’  Gelek ew têgihiştinên xelet ên heyî Qur’an û Sunnet e, yan jî tesettura qîzên min e, yan jiyana min a li gorî Îslamê ye? Gelo ev e têgihiştina xelet?  Ez ji vê qerarê bawer nakim, lewra ez zarokên xwe li gorî Qur’an û Sunnetê mezin dikim û ev yek jî ne xelet e.  Ger di warê kirina xeletîyê de di destên wan de delîlek hebe bila nîşanî me bidin.”(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş