Barzanî derheqê harekata Tirkîyê ya li Sûrîyê de daxuyanî da

Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê harekata Tirkîyê ya ku îhtîmal e li rojhilata Feradê bê kirin de daxuyanîyek parve kir.

Ji teref Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî ve derbarê harekata Tirkîyê ya ku îhtîmal e li rojhilata Feradê bê kirin de li ser  hisaba medyaya civakî daxuyanîyek hat parvekirin.

Barzanî di daxuyanîya ku li ser hisaba xwe ya medyaya civakî parve kir de destnîşan kir “Em ji bo geşedanên dawî yên li Kurdistana Rojava gelek zêde bifikar in. Em niha di pêwendîyê de ne.Em ê ji bo ku xelkê Rojavayê bi hinek bobelatên din re rû bi rû nemîne çi ji destên me bê bikin.”(ÎLKHA)

We are very concerned about the recent developments in Western Kurdistan. We are in contact with several channels and we will do our utmost to ensure that the people of Rojava are not subjected to any more disasters.

— Masoud Barzani (@masoud_barzani) October 8, 2019

 

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş