​Babîsoka ku rabû bû sedema tirsê

Li Bîngolê babîsoka ku li zozanan rabû bû sedema tirsê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li herêma Zoravana Kanîreşa navçeya Bîngolê ji nişka ve babîsok rabû. Babîsoka ku rabû ji teref kesên ku li zozanê heywanên xwe diçêrandin ve hat qeydkirin.

Di dîmenên ku hatine qeydkirin de tê dîtin  ku ji ber babîsoka ku rabû koçer  tirsîyan.

Di berdewama dîmenê de tê dîtin ku koçer di nav xwe de xeber didin û dibêjin ‘werin vê derê babîsok tê vê derê, werin vê derê, babîsok tê ber bi konan ve.’

Hat hînbûn ji ber babîsoka ku rabû konên koçeran zirar nedît.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş