Alparslan Kuytulê ku doh hat tahlîyekirin cardin hat binçavkirin

Serokê Giştî yê Weqfa Furqanê Alparslan Kuytulê ku doh hatibû tahlîyekirin di wextên êvarî de dîsa hat binçavkirin.

Hat ragihandin Serokê Giştî yê Weqfa Furqanê Alparslan Kuytulê ku doh hatibû tahlîyekirin di wextên êvarî de dîsa hat binçavkirin. Tê diyarkirin ji ber ku dozgerê niştinê ji tahlîyekirina wî re îtîraz kiriye hatiye binçavkirin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin polêsên Edenê doh di wextên êvarî de di ser mala Alparslan Kuytul de girtin û ew birin ewlehîyê.

Polêsan di mala Alparslan Kuytul de lêgerîn kirin. Tê diyarkirin him li ber derîyê mala Alparslan kuytul û him jî li ber Midûrtîya Ewlehîyê jî polêsan bi şiklekek tund mudaxeleyî kesên ku ji bo Kuytul civîyabûn kirin.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş