“Tu kesî bi qasî  PKKê zirar neda Kurdan”

Cîgirê Kombenda Serbixwe Yên Sûrîyê Radîf Mustafayê ku qala zilma ku ji teref PKK/YPGê ve li Sûrîyê li Kurdan tê kirin kir destnîşan kir; tu kesî bi qasî PKKê zirar neda Kurdan.

Hiqûqnas Radîf Mustafayê Cîgirê Kombenda Serbixwe Yên Sûrîyê derbarê zilm û wehşeta li Sûrîyê ji teref PKK/YPGê ve li Kurdan tê kirin de ji ÎLKHAyê re daxuyanî da. Mustafa di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, PKK/YPG li wan herêmên ku di bin kontrola wî de ye  gelek zilm û tehdayî li gelê Kurd kiriye û got ku; tu kesî bi qasî  PKKê zirar neda Kurdan.

 “PKK ji destpêkê ve li dijî Kurdan xebitî”

Mustafa di daxuyanîya xwe de diyar kir PKK ji kêlîya ku li Sûrîyê bi cî bû vir ve tim û tim zirar da Kurdan û dû re derheqê nêrîna Abdullah Ocalan a derheqê Kurdên Sûrîyê de wiha axivî: “Di salên 80î de li Tirkîyê darbe çêbû. Hinek pêkhatîyên siyasî yên li Tirkîyê derbasî Sûrîyê bûn.Yek ji wan jî PKK bû. Wê demê bes partîyeke tenê hebû ku bi rejîma Esed re tifaq kir ew jî PKK bû. Ji bo wan cî amade kirin. Wê demê Libnanê di bin kontrola Sûrîyê de bû.  Him li axên Sûrîyê û him jî li yên Libnanê ji bo perwerdehîyê kampan ji PKKê re vekirin û piştgirîya leşkerî dan wan. Ji wê rojê vir ve di navbera me û PKKê de problem derket. Em Kurdên Sûrîyê ne û em mafên xwe ji Şamê dixwazin. Abdullah Ocalan di kitêba xwe ya bi navê “Digel Serok 7 Roj” de dibêje ‘Li Sûrîyê Kurd tune ne û li Sûrîyê jî tu problemên wan jî tune ye. Ew Kurdên li Sûrîyê koçber in û ji Tirkîyê hatine vê derê.Divê cardin vegerin wê derê.’ Hêj wê rojê ve Esed digel Ocalan tifaq kiribû û hewl dida berê Kurdan bide Tirkîyê.”

“PKK bi çavê depoya lojîstîk û însanan li Kurdên Sûrîyê mêze dikir”

Mustafa di berdewama axavtina xwe de qala wan salên ciwantîya xwe kir û diyar kir Kurdên Sûrîyê wê demê li dijî PKKê tevdigerîyan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “PKK bi çavê depoya lojîstîk û însanan li Kurdên Sûrîyê mêze dikir.Dema ku ji wan re eleman lazim dibû dihat xortên me bi zorê dibirin. Di herba ku li hember Tirkîyê hat kirin de bi hezaran xortên Kurd ên Sûrîyeyî canê xwe ji dest da. Ji serî ve PKK dijberîya me dike. Em wek Kurdên Sûrîyê PKKê gelekî baş nas dikin. Tu eleqeya PKKê bi Kurd û Kurdewarîyê re tune ye. PKKê bes dixwaze Kurdan li gorî armanca û berjewendîyên xwe bi kar bîne. PKK ji bo ku karibe Kurdan bikşîne ba xwe wê meseleya Kurd ji xwe re kiriye kinc û li xwe kiriye. Lê belê ti carî armanc û hedefa wan nebûya Kurdbûn. Kurdîtî ji bo wan bes sloganek bû da ku xelkê karibe bide pey xwe. PKK partîyeke çepgir e. Ti eleqeya fikr û îdeolojîya wî bi dîrok, bawerî û çanda Kurdan re tune ye. PKK partîyeke wisa ye ku dixwast malbatan ji hev hilweşîne. Her gava ku davêtin dijberî Kurdan bû. Piştî ku Kurdistana Iraqê hat damezrandin re Ocalan got ku ev yek xançereke ku li welatên Ereban û herêmê hatiye lêdan e ku em tev vê gotina wî dizanin.  Dema ku PKK li ser navê Kurdan dengê xwe derxist û diyar kir ew azadîya 4 parçeyên Kurdistanê dixwaze Hafiz Esed ji wî pirsiya ‘Kîjan çar parçe?’ Ji ber vê yekê Ocalan got ku ‘ne çar parçe sê parçe Kurdistan.’ Ocalan bi vî awayî Kurdistana Sûrîyê tune hisab kir. PKK ji roja ku hatiye damezrandin vir ve dijberîya Kurd û Kurdîtîyê kiriye.”

“Sûrîyê Ocalan dersînor kir lê belê eleqe xwe jê neanî”

Mustafa di berdewama axavtina xwe de qala pêvajoya derxistina Ocalan a ji Sûrîyê kir û destnîşan kir “Tirkîye çavê Sûrîyê tirsand û rejîm Ocalan ji Sûrîyê derxist. Ocalan bi balafirê li cîhanê gerîya, dema cihekî ku lê bisitire nedît Tirkîye ew zeft kir û anî li Îmraliyê bi cî kir. PKK wê demê jî got em ê Tirkîyê xera bikin, lê gotinên wî tev pûç bûn. Baş e, rejîma Esed piştî vê bûyerê çi kir? Sûrîyê Ocalan dersînor kir lê belê eleqe xwe jê neanî. Her çiqas hinek zext, binçavî û girtin hatibin kirin jî rejîm dest neda teşkîlata PKKê û ji bo rojên wisa ew parast.”

 “Li Sûrîyê zilmek li Ereban du zilm li Kurdan dihat kirin”

Mustafa di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir li Sûrîyê du cûr zilm li Kurdên Sûrîyê dihat kirin û dû re wisa qala zilmên ku li Kurdan dihat kirin kir: “Ji ber ku li Sûrîyê rejîmeke qirêj û dîktator hebû û ne adil bû zilm li temamê gelê Sûrîyê dihat kirin. Ya duyemîn jî Kurd ji ber Kurdbûna xwe zilmê didîtin.  Li Kobanê, Amûdê û Qamişloyê gelek zilm ji teref rejîmê ve li Kurdan hatin kirin. Kurd ji temamê mafên mirovan mahrûm bûn. Nasnameya gelekî ji wan tune bû. Nasname didan çêlekan bi xwe; lê belê nedidan Kurdan. Kurd nikaribûn ne bostek ax bifiroşin û bikirin. Lewra ew  Kurd bûn. Hetta li Girê Spî gelek Kurd tapuyên axên xwe li ser navê Ereban çêdikirin. Her çi qas ew kesên Ereb dost û bi ewlehî bin piştî ku dimirin ew ax û erdên li ser navên wan ji zarokên wan re diman.Ji ber vê yekê gelek problemên ku çareserîya wan tunebû derdiketin holê.

Ji xeynî van gelek projeyên nîjadperest li hember Kurdan hatin sepandin. Sepanên mîna mufredata Erebî, sînordarkirina nifûsê û tiştên wisa anîn. Axavtina bi Kurdî qedexe kirin. Ji ber ku di daweta min de stranên Kurdî hatine gotin ez birim û gelek îşkence li min kirin û ez avêtim hepsê. Dema ku di dawetekî de straneke Kurdî dihat xwendin hema di cî de ew kesê ku stranê dixwand û zava dihat girtin.  Li hember Kurdan siyaseteke qirêj û nîjadperest dihat birêvebirin. Armanc asîmîlekirina Kurdan bû. Dixwastin Kurdan bikin Ereb. Xelkê Sûrîyê vê yekê dît. Di ya rastîyê de Esed dixwast temamê Sûrîyê têxe bin fermana xwe û bike weke xwe.  Êdî Sûrîyê xistin haleke wisa ku Sûrîye ji Sûrîyebûnê derket û bû zêvî û parka Hafiz Esed û malbata wî.Komareyeke ku li ser werasetê hatiye sazkirin damezrandin.  Cumhurîyet ew tişt e ku  îdare ji teref xelkê ve bê hilbijartin. Lê belê dema ku ew bimire dê lawê wî bê îdarê.”

“Rejîmê wan Kurdên ku zilmên mezin li wan dihat kirin teslîmî PKKê kir”

Mustafa di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku li Sûrîyê bûyer dest pê kirin rejîmê cardin bi PKKê re hereket kir û dema ku vê yekê kir rejîmê qet guh neda mutabaqata Edenê. Mustafa dû re wiha li axavtina xwe zê de kir: “Di sala 2011an de Kurd jî tevlî raperînê bûn. Wê demê Îran û Rûsya bi şikleke eşker destek didan rejîmê. Van welatan mêze kirin, ger Kurd destekê bidin raperînê ew ê rejîm ji holê rabe, wê demê her du dewlet di navbera PKK û rejîmê de tifaqek çêkirin. Şerta ewil a vê tifaqê ev bû: ‘Hûn ê li Sûrîyê dakevin kolanan, em ê çek û muhîmatê bidin we û hûn ê jî Kurdan asteng bikin da ku Kurd tevlî raperînê nebin û hûn ê wanan dûr bikin. Êdî hûn vê yekê bi xwşikayî dikin an bi zextan hisaba wê li ba we.’ Bi vî awayî kontrola herêmên Kurdan xistin bi kontrola xwe. Ya duyemîn jî  ji PKKê re gotin: ‘Tirkîye destekê dide berxwedanê, hûn ê vê meselê neqlî terefa Tirkîyê bikin.’ Lê dîqqet bikin ev her du tişt jî pêk hatin.  PKK ji bo vê wezîfeya ku jê re hatiye dayîn cî bîne li Amûdê, Til Xezalê, Efrîn û li gelek bajarên din ên Kurdan li hember Kurdan qetlîaman kir. Zextan li xelkê kir, xelkê revand, gef lê xwar û kuşt. Gelek zilm û zextên mezin hatin kirin da ku pêkhatî û partîyên Kurdan ên li Sûrîyê ji berxwedanê dûr bikevin.”

 “PKK gelek caran digel rejîm û DEAŞê xebitî”

Mustafa di berdewama axavtina xwe de diyar kir  PKK li herêmên Kurdan wezîfeya xwe ya ewil li ser navê rejîmê pêk anî û ji bo ya dudowan jî digel DEAŞê xebitî û hewl da meselê bibe terefa Tirkîyê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez eslê xwe ji Kobanê me. Gelo li Kobanê çi heye? Lê ne neft heye û ne jî xwedîyê xaleke stratejîk e. Digel vê yekê DEAŞê êrîş bir li ser wê derê. Biya me niha jî di navbera PKK û DEAŞê de lîstikek heye. PKK gelek caran digel rejîm û DEAŞê xebitî û ev rastî tê zanîn. Nexasim firotina neft û çîmentoyê pêkve dikirin. Em zarokên van axan in û haya me ji temamê tiştên ku diqewimin heye. La Farfe şîrketeke Fransî ye. Li Xirabhişkê tesîseke wan heye. Çîmentoya ku li vê derê tê hilberandin heta Lazkîyeya di destê rejîmê de ye çû. Li Kobanê PKK û li Minbiçê jî DEAŞ hebû. Ev çimento çawa digihije wê derê? Dîsa li Raqqayê jî DEAŞ hebû û dîsa çîmento ji vê derê derbas dibû û li gelek deran dihat belavkirin. Dîsa li Remelanê neft dihat derxistin  û ji wê herêma ku di bin kontrola PKKê de bû derbas dibû û heta Tartûs û Lazkîyeyê digihaşt. Di destê me de gelek delîl hene ku DEAŞ, PKK û rejîmê gelek hevkarî kirin.”

“Li Kobanê hejmara mirîyan ji ya saxan zêdetir e”

Mustafayê ku diyar kir di pêvajoyê de PKKê bi Amerîkayê re tifaq çêkiriye di berdewama axavtina xwe de diyar kir di encama vê tifaqa ku hat kirin de bedela herî giran Kurd dan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Trump rabûye û dibêje ‘PKK rêxistineke terorê ye û terorîstekî ji DEAŞê xirabtir e.’ Lê di ya rastîyê heta doh alîkarîya pere û çekan dida PKKê. Wisa xuya dike ku Amerîka vê lîstikê lîst. Yanî got ku em ê terorê bi teroreke din paqij bikin. Mixabin bedela herî giran me da. Min doh dîti ku rejîm derbasî Kobanê dibe. Rejîm wê derê teslîmî wanan kir û çû û niha jî dîsa vedigere wê derê. Li Kobanê hejmara mirîyan ji ya saxan zêdetir e.Her derê Kobanê bûye qebristan. Ji vê qetlîamê PKK mesûl e. Ew vê xwînê rijand. Baş e we çima vê yekê kir?”

“Ger tu ne PKKyî be divê tu bê kuştin”

Mustafa di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKK ji xwe pê ve tehemûlî ti kesê din nedikir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger tu digel PKKê hereket nekî, destekê bidî berxwedanê yan jî ji wan xweser tevbigerî tu di çavên wan de xaîn î, muxbîr î, Erdoganîst î  ku ji ber vê yekê divê tu bê kuştin. PKK li herêmê temamê sazîyên îqtîsadî, leşkerî û îdarî têxist destê xwe. Hebûna Kurdên ku ji wan re muxalif bûn qebûl nekir û êrîşî wan kir. Ger Kurdek wan rexne bike jê re digotin tu xaîn î, Erdoganîst î; ger kesê ku wan rexne bike Ereb be wê demê jî jê re digotin tu DEAŞ î.”

 “Ew dibêjin ku Kobanê bi destê wan hatiye azadkirin, wê demê çima nîvê Kurdên Kobanê terka wir kirin?”

Mustafa di berdewama axavtina xwe de diyar kir ti kesî bi qasî PKKê zirar neda Kurdan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çend pirsên muhîm hene. Me van pirsan ji Amerîka û Ewrûpayê pirsî. Ew dibêjin ku Kobanê bi destê wan hatiye azadkirin, wê demê çima nîvê Kurdên Kobanê terka wir kirin û nayên welatê xwe? Lewra ew kesên ku terka Kobanê kirin bawerî bi PKKê nayênin. Lewra PKK zarokên wan dibir herbê û wanan dida kuştin. Pereyên wan xwînê jî dîsa PKKê davêt berîka xwe. PKK ji ser xwîna xortên Kurdan ticaretê dikir. Perwerdehî, îqtîsad tuneye. Ji ber vê yekê exlebeyê wan nehatin û yên din jî bûn penaber. Ekserîyeta wan kesên ku çûne êdî nema dikarin vegerin.”

“Hejmara Kurdên ku herêmê terk kirine ji ya Ereban zêdetir e”

Mustafa di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser hejmara Kurdên ku ji ber PKKê war û wargehên xwe terikandine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hejmara wan Kurdên ku ji ber PKKê ji bajarên mîna Amûdê derketine û bûne koçber ji hejmara Ereb û Tirkmenan zêdetir e. Ev jî rewşeke ecêb e. Kes vê rewşê nizane. Tu dibêjî ez Kurd im,  herêmên Kurdan kontrol dikî; lê belê hejmara wan Kurdên ku ji ber te ji bajarên mîna Amûdê derketine û  bûne koçber ji hejmara Ereb û Tirkmenan zêdetir e.Zirara ku PKKê li Sûrîyê daye Kurdan tu pêkhatîyeke din nedaye. Zilm li Ereban jî kiriye, gundên wan jî xera kiriye, lê belê zirara herî zêde da me Kurdan. Em dibînin kesên ku li Resûlaynê bûne koçber exlebe Kurd in. Hêj nediyar e ew ê cardin vegerin welatên xwe yan ne. Ev yek problemek mezin e û li ber me ye.”

Mustafa di berdewama axavtina xwe de diyar kir Kurdên Sûrîyê hez ji PKKê nakin û dixwazin jê xelas bibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Feqet di van 10 salên dawî de hinek geşedan bûn sedem ku PKK hinek Kurdên Sûrîyê têxe bin kontrola xwe. Meseleyeke din PKK ji hêla medyayê ve gelek zêde bi hêz e. Nêzî 45 sazîyên wî yên çapemenîyê hene û bi van sazîyan hewl dide xelkê têxe bin tesîra xwe. Ji bilî van hinek Kurdan jî bi gefxwarin û tirsandinê kişand alîyê xwe.”

“Bila xeletîyên ku li Efrînê hatin kirin cardin neyên kirin”

Mustafa di berdewama axavtina xwe de diyar kir hinek tiştên neyînî yên ku li Efrînê pêk hatin bûn sedem ku xelk bitirse ku divê di netîceya “Harekata Kanîya Aştîyê” de jî heman xeletî neyên kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kurdên Sûrîyê dixwazin ku ji PKKê xelas bibin û naxwazin ku rejîma Esed cardin li ser serê wan bibe îdarevan. Meseleyek din heye. Li Efrînê gelek tiştên nebaş û neyînî hatin kirin ku ev yek bûn sedem ku Kurd bitirsin. Gelek îhlalên mafan hatin kirin, dizî hat kirin, ezîyet li xelkê hat kirin hetta di warê namûsê bi xwe de jî zilm hatin kirin. Me van tiştên ku pêk hatin ji rayedarên Tirkîyê re jî got, bi heman awayî ji fermandarên Artêşa Azad a Sûrîyê re jî got.  Ev neyînî him zirarê dide me û him jî Tirkîyê. Divê tecrubeyeke ku ji xelkê re bibe nimûne hebe. Ji ber vê yekê xelkê Amûdê, Qamişlo û Kobanê endîşedar in.  Lewra ditirsin ew tiştê ku hatiye bi serê xelkê Efrînê were serê wan jî. Em hêvîdar in ku “Kanîya Aştîyê” paqij û tahir be, qirêj û girik nebe û nebe sedem ku tu kes zirar bibîne.”

“Ev ne şerê Kurd û Tirkan e”

Mustafayê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Ev ne şerê Kurd û Tirkan” wisa li axavtina xwe zêde kir: “Tê gotin ku ew ê Tirkîye Kurdan ji holê rabike. Niha em zêdetirî 300 hezar Kurdên Sûrîyê li Tirkîyê dijîn. Ger Tirkîyê ji bo tunekirina Kurdan tê Sûrîyê ji  xwe em di destên wan de ne. Li Tirkîyê zêdetirî 20 milyon Kurd dijîn. Belê rast e, li Tirkîyê meseleya Kurd heye, ji ber vê yekê jî hinek problem û kêşe  derketine holê.  Lê belê em hêvî dikin ku ev yek bi aştîyane bê çareserkirin.  Bi heman awayî pêwendîyeke mezin a siyasî û aborî ya Tirkîyê bi Herêma Kurdistana Iraqê re heye.  Ev yek propagandeyek e ku ji teref PKKê ve tê kirin. Ez dixwazim vê yekê bibêjim; gelek îhlalên mafan hatin kirin, dizî hat kirin, ezîyet li xelkê hat kirin hetta di warê namûsê bi xwe de jî zilm hatin kirin ku ji ber vê yekê xelk ditirse.”

Ez di pêvajoya vê harekatê de li Girê Spî û Serê Kanîya Rihayê bûm. Em her tim bi xelkê xwe yê ku li alîyê Sûrîyê bûn re di têkilîyê de bûn. Hetta hinek qeydên vîdeoyê hene ku di wan tê diyarkirin ku ev operasyon ne li  dijî Kurdan e. Tê gotin ku ev operasyon li dijî terora PKKê tê kirin. Em birayên hev in. Em naxwazin ku tiştên nebaş û nexweş bikin. Li Girê Spî hinek hewadisên mîna dizîyê çêbûn. Kesê ku mexdûrê vê hewadisê bû ne Kurd Ereb bû, me dîsa ji rayedaran teleb kir ku mesûlên vê hewadisê bi şikleke tund bên cezakirin û me ji rewşê re bertek nîşan da. Rayedarên Tirkîyê û Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê guh dan me û derbarê meseleyê de daxuyanîyek fermî dan û destnîşan kirin; ji bo ku di wextê wê de mudaxele li van bûyerên wisa bê kirin ew  komîteyekê saz kirine. Hinek gavên erênî hatin avêtin. Li ba Kurdan gotinek heye ‘'Ku devê meriv ji şîr şewitî, meriv pif dike dew.’ Divê em ji tecrubeya Efrînê pir bi dîqqet bin. Ew kesên ku qerara harekatê dane exlebe dibêjin ku hikûmeta Tirkîyê ji xelk ji terorê rizgar bike çûye wê derê, ne ji bo ku Artêşa Azad a Sûrîyê mal û milkê xelkê bidize û zilmê li xelkê bike. Ji ber vê yekê ev yek ne herba Kurd û Tirkan e. Ev yek bes propagandaya PKKê ye. Heta doh li ba rejîmê bûn û destek didanê. Xelkê bêeqil dihesibînin.”

“Divê hêza leşkerî bê derxistin derveyî bajêr”

Mustafa di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê yekîneyên leşkerî bên derxistin derveyî bajêr û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di wextê wê de neyînî wisa me tevekan ji rayedarên Tirkîyê re got. Hetta li Efîrnê buroya me hebû. Me vê yekê got: divê hêzên leşkerî ji nava bajêr û gundan derkeve. Divê bes li derdora bajêr û gund bi cî bibin. Lê belê guh nedan me ku me dît ku tiştê ku kirin xelet e. Niha li kû derê cîhanê dibe bile bibe, dixwaze bila Parîs, dixwaze bila Washîngton û dixwaze bile Enqere be her li wê derê di nava bajêr de hêza leşkerî hebe ew ê ew der xera bibe û hilbiweşe. Me vê yekê gelek caran anî zimên, lê belê guh nedan me. Hinek hincetan wan hebûn û digotin ‘PKK li nêzî me ye û dibe ku êrîşî me bike.’ Ji ber vê hincetê ji bajêr derneketin.

Digel vê yekê niha li Efrînê rihettir e.Berî niha di wextê PKKê de bi azadane axavtin tunebû, hinek kesên weke me nikaribûn biçin wê derê û destekê bidin.PKK hêzeke leşkerî ye, teror e û ti eleqeya wî bi siyasetê re tuneye. Wê demê bes PKK li Efrînê bû û ew ji hebûna xwe pêve hebûna ti kesê din qebûl nedikir.  Wan Kurdên ku muxalif bûn bi xaîntî û nebûna Kurdbûnê îtham dikir. Niha ji bo rewş bê başkirin fersendek ket destê xelkê Efrînê.  Xelkê Efrînê di wextê PKKê de her tim di xeterê de bûn.”

“Mesûlê şer PKK ye”

Mustafa di berdewama axavtina xwe de diyar kir sedem û mesûla şerê ku rû da PKK/YPG ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger bi rastî jî bi qasî zerreyê bi wan re fikra qewmî, însanî û neteweyî bi wan re hebana ew ê zanibana ku ew nikarin bi Tirkîyê re micadele bikin. Lewra Tirkîye hêza duyemîn a mezin a NATOyê ye.  Naxwe wê demê ji wê derê vekişe û wê derê teslîmî wan Kurdên ku xwedîyê esil ê wê derê ne bike. Teslîmî ENKS û eşîrên wê derê bike. Tu çima me dixî nava şer? Tu çima dibe sedem ku malên me cardin xera bibin, xelkê me bê kuştin û bibe koçber? Ev herb e û em jî herbê naxwazin.Kesê mesûlê vê herbê û kesê ku bûye sedm ev şer mezin bibe PKK ye. Ev herb e û di herbê de xelk zirarê dibîne, dibe koçber. Girê Spî ji dest çû. Serê Kanîyê îro sibe dê ji dest biçe. Tu nikarî şer bikî. Tu çima zarokên xelkê didî kuştin.”

“PKK hat û cardin serê me eciqandin”

Mustafayê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKK/YPG dixwast Kurdên Sûrîyê li hember Tirkîyê bide şerkirin wisa li axavtina xwe zêde kir:

“Tu çima ji Kurdistana Tirkîyê hatî û min xistî êsîrê xwe û tu çima dixwazî min bixî bin kontrola xwe? Em Sûrî ne. Temam em Kurd in, bira ne; feqet em Sûrî ne. Divê problemên me esil li Şamê bên çareserkirin. Tu derdê min bi Tirkîyê re tune ye. Ez naxwazim bi Tirkîyê re bibim dijmin.  Tu hatî axên min û te bi xwe re Kurdên Îranê anî û tu dixwazî min bixî b in kontrola xwe û min li dijî Tirkîyê bide şerkirin. Feydeya vê yekê ji bo te çi ye? Ev yek ma ne dînîtî û ehmeqtî ye? Em Kurd in û problemên me hene, lê belê em naxwazin ku cardin ezîyet û zilm li me bê kirin. Em naxwazin li Sûrîyê muameleya jinbavê li me bê kirin.

Bi vê berxwedan û raperînê fersendek ket destê me da ku em bang bikin ku em Kurd in. PKK hat cardin serê me eciqandin û li pêl bedena me kirin û gotin ku Tirkîye dijminê Kurdan e. Kesê ku zilmê li min kir, min binçav kir û zêdetirî milyonek xelkî ji herêmê derxist Esed bû. Dîsa kesê ku li hember xelkê çekên kîmyewî bi kar anî rejîma Esed bû, ne Tirkîye bû. Em wek penaber hatin Tirkîyê. Li me xwedî derketin. Dema ku DEAŞê êrîşî Kobanê kir, temamê xelkê Kobanê derbasî Tirkîyê bû, neçûn dereke din û cihekî wan a ku çûbanê tunebû. Min bi çavên xwe dît. Birîndarên YPGê bixwe jî tedawî kir.Bi rastî jî di warê însanetîyê de baş bûn. Dibe ku di warê sîyasî de  hinek kêmasîyên wan hebin. Lê belê ji ber ku ew jî dewlet in a ku li ba wan esas e berjewendîyên wan e. Ger niha problemek derkeve ew ê wek dewlet li menfeata xwe mêze bike.  Lê belê ji roja ku ev raperîn çêbû vir ve Tirkîye li ba me bû û destekê da me. Di warê însanî de baş bûn. Ez çima wî ji xwe re bikim dijmin. Ez Kurd im û Sûrîyeyî me. Ez heqê xwe dixwazim. Ez  naxwazim ku dijmintîya min bi Tirkîyê, Iraq, Libnan û Urdunê re hebe.”

 “Ti qedr û qiymeta mirina sîwîlan li ba PKK/YPGê tune ye”

Mustafa di berdewama axavtina xwe de qala wan êrîşên ku ji alîyê Sûrîyê bi ser Tirkîyê de hatin kirin kir û got: “Dema ku roket hat avêtin Girê Spî ez li wê derê bûm. Min bi çavê xwe dît ku roket ji alîyê din hat avêtin. Roket ket xaleke ku 50 metro ji me dûr bû. Li pey hev du roket ha tin.Hetta wê kêlîyê hevalê me yê dikandar Abdulazîz Temo li sînor bû. Me bi çavên xwe dît ka çawa roketan davêjin bi ser sîwîlan de. Ti qedr û qiymeta mirina sîwîlan li ba PKK/YPGê tune ye. Di çanda wan kuştina sîwîlan mesele nîne. Ew her tim dixwazin propagandayê bikin. Hemû kes dizane ku êrîş ji teref wan ve hat kirin. Li Girê Spî êrîşî otelekê kirin û li wê derê endamên çapemenîyê hebûn. PKK bes dixwaze propagandayê bike û xelkê bixapîne. Ew nikarin bibêjin Fransayê Tirkîyê van roketan avêtiye.Bes dixwaze bi vê yekê xelkê bixapîne. Diêbje ku Tirkîye xelkê sîwîl dikuje. Ger Tirkîye sîwîlan kuştibana ew ê hejmara kuştîyên sîwîl li wî alîyê sînor zêde bûba.”

“Kî pere bide PKK bi wî re dixebite”

Mustafa di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKK/YPG rêxistineke ku bi pere dixebite ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:

“Piştî ku pere hat dayîn re PKK bi hemû kesî re dixebite. Ji xwe Kurd jî zêde ne, temaman didin kuştin. Li Sûrîyê şereke navneteweyî heye. Tirkîye, îsraîl, Amerîka, Rûsya, Îran, Fransa, Urdun û Siûd ev tev an wek leşkerî  an jî siyasî li Sûrîyê ne. Amerîka digel ku dewleteke bi hêz be û xwedîyê artêşeke bi hêz be jî  nikare vanan werene ba hev û van probleman çareser bike. PKK kî ye ku vê yekê bike. Pêwendîyên PKKê bi Amerîka, Rûsya, Îran, Fransa û Siûdî re heye. Ger sibe navbera wan her duyan xera bibe kesê ku dê di bin pîyên wan de bieciqe dê tu bî. Canê Kurdên Sûrîyê derkev û bê kuştin ne xema PKKê ye, ew ê çûwala xwe bi dolaran tije bike û ji wê derê biçe.”

“DEAŞîyan di ber dolaran de serbest berdan”

Mustafayê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKK/YPG DEAŞîyên di destê xwe de di ber dolaran de serbest berda wisa li axavtina xwe zêde kir: “ Kesê ku DEAŞîyan binçav kir û girt Amerîka û hêzê koalîsyonê bû, ne PKK bû. Lê belê birêvebirên PKKê endamên DEAŞê di ber dolaran de serbest berdan.  Trump ji ber van serbestbedanan got ‘wanan bernedin, ew keda me ne.” Lê belê ew dîsa biya xwe kirin û ew berdan.Trump jî rabû û gor ku PKK terorîsteke wisa ye ku ji DEAŞê xirabtir e. Ji xwe min berî niha jî qal kir ku di navbera PKK û DEAŞê de pêwendî heye. Ew çîmento û neftê difirotin hev. Bi rastî jî exlebeyê  12 hezar kesên ku hatibûn girtin endamê DEAŞê bûn. Exlebeyê wan ji teref hêzên koalîsyonê ve dihatin kontrolkirin. 4 hezarê wan jî biyanî bûn. Ji bo alozî û tevlîhevîyê derxin wanan serbest berdan.  Şeva ku wan ji Girtîgeha Ayn Îsayê berdan xew neket çavê min, lewra ez ditirsîyam ku cardin werin gundê me û zirarê bidin xelkê me. Ji ber dubarekirina qetlîamê em pir tirsîyan. Li ba wan qiymeta tiştekî nîne. Ew bes propagandayê dikin. Carinan dibêjin ku em hêzên demokratîk in, carinan jî Kurdperest in û dema ku dikevin tengasîyê jî dibêjin ku ew Kurd in.”

“Kurdan bi kar anîn û zilmê li wan kirin”

Mustafa di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ti derdê PKKê ya bi navê doza Kurd tune ye û  ew Kurdan ji xwe re bi kar anîn  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “PKKê gelek zilmên mezin lim Kurdan kirin û li gorî xwe Kurdan bi kar anîn. Niha radibin al, poster û kaxizên rejîmê didaleqînin.  Em ji wan tiştên ku ew dikin şerm dikin. Ew Trumpê ku di wextê wê de li wan xwedîtî kir got ‘Ev şeytan in, ev terorîst in.’ Em hêvî dikin ku demildest ji PKKê û Esed rizgar bibin.”

“Ji ber PKKê Sûrîye ji bo Kurdan ne bi ewlehî ye”

Mustafayê ku got ‘Ji ber ku Kurdistana Sûrîyê bi salan di destê PKK/YPGê de bû bi sedhezaran Kurd li derveyî Sûrîyê bûn koçber û newêrin vegerin welatê xwe’ di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Ji ber PKKê Sûrîye ji bo Kurdan ne bi ewlehî ye.Her wisa li Sûrîyê hawirdoreke siyasî ya munasîb jî ji bo Kurdan tune ye. Tu li wê derê çawa devê xwe vekî û bikî xeber bidî ew ê zimanê te jê bikin. Di dema Ocalan de dema ku ew hatin Sûrîyê hinek ji me ji wan re gotin ‘Kurdên li Îran û Iraqê ji bo mafên Kurdên li ser axên xwe dixebitin. Çi karê we li Sûrîyê heye? Çi eleqeye we bi Kurdên Sûrîyê heye?’ Ji ber van gotinên me çend kesên ji me kuştin û ji bo bibe ders û ibret guh û pozên çend kesên ji me jê kirin. Me van tiştên ku li me kirin ji bîr nekiriye.  Karê terorê kuştin e. Ger Xweda nesîb bike û ev herêm azad bibe wê demê hûn ê bibînin ku hejmara mirîyan ji hejmara saxan a li Kurdistana Sûrîyê zêdetir e. Tu çima zarokên min ji hinek kesên din dikî leşkerê bi kirê? Dev ji wan berde bila ew bi xwe şer bikin.”

“Bi propagandayên PKKê nexapin”

Mustafa di dawîya axavtina xwe de diyar kir heta ku PKK û niçikên wî di nav Kurdan de be Kurd di xeterê de ne û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Tewsîyeya min bo Kurdên Tirkîyê û Sûrîyê ev e: Bi propagandayên PKKê nexapin. Ez hêvî dikim ku Kurdên Sûrîyê dev ji welatên xwe bernedin û vegerin welatê xwe. Ger însan ji eslê xwe, ji axa xwe û milletê xwe dûr bikeve ew ê him nirx û qiymeta xwe winda bike û him jî hebûna xwe winda bike. Bi rastî jî rewşa Sûrîyê ne bi îstîqrar e û em jî yek jî parçeyeke vê rewşê ne. Em naxwazin şer û herb pêk bên. Heta ku PKK û niçikên wî di nav Kurdan de be Kurd di xeterê de ne.”(ÎLKHA)

 

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş