Gelo bêheyatî û bêexlaqîya li kolanan tê xwestin bê veguhastin camîyan?

Pîrekên ku bi şikleke çîmtazî û miltazî yên ku li Diyarbekirê dikevin heta nava camîyên dîrokî û her wisa astengnekirina wan pirsa ‘Gelo bêheyatî û bêexlaqîya li kolanan tê xwestin bê veguhastin camîyan?’ tîne bîran.

Li Sûra Diyarbekirê  gelek mizgeftên dîrokî yên mîna Mizgefta Mezin û Mizgefta Hz. Sileyman hene. Kesên ku qaşo geştyar in bi şikleke çîmtazî û miltazî him di wextên nimêjan de him jî wextên din de dikevin wan mizgeftên ku cihê zikr û îbadetê ne ku miftîtî jî di nav de tu kesên rayedar li dijî vê bêexlaqî û bêheyatîya ku li camîyan tê nîşandan tu tedbîran nastînin. Ev yek jî di raya giştî de pirsa “Gelo bêheya û bêexlaqîya li kolanan tê xwestin bê veguhastin camîyan?” tîne bîran.

Li gor fiqha Îslamê, ew kesên ku cihên bedenên wan ên mehrem vekirî bin, ew kesên ku cunub in û ew kesên kafir nikarin bikevin mizgeftên ku malên Xwedê ne û nikarin di nava wan de bigerin. Wekî din zerûret ne di nav de ew pîrekên ku bi heyiz bin an jî nû zarok anîye dinyayê jî nikarin bikevin camîyan.

Weke ku tê zanîn li mizgeftên dîrokî yên mîna Siltan Ahmed û Sileymanîye ji bo wan kesên ku cil û bergên wan ne li gor Îslamê ye, ango cihên bedenên wan ên mehrem ji derva ve ne sepaneke taybet tê tetbîqkirin. Kesên bi avayî yên ku dixwazin li mizgeftê bigerin cil û bergeke ku bedena wan dinixumîne li xwe dikin û bes li wê cihê ku bo wan hatiye tesîskirin dikarin bigerin. Encax sepaneke bi vî awayî li mizgeftên li Diyarbekirê nayê tetbîqkirin. Ji ber vê yekê elzem xuya dike ku Miftîtîya Bajêra Diyarbekirê jî li camîyan sepaneke bi vî awayî bide destpêkirin.

Alimên herêmê derbarê vê mijarê de diyar dikin divê di têketina camîyên ku malên Xwedê ne de li gor edeb û adabê bê hereketkirin û divê rayedar di vî warî de xebatê bidin destpêkirin.

Serokê Giştî yê Îttîhadul-Ulemayê Mela Enwer Kiliçarslanê ku me derbarê mijarê de pê re hevpeyvîn kir derbarê mijarê de diyar kir  camî malên Xwedê ne û kiryarên nebaş û pîs divê li wê derê neyên kirin.

Kiliçarslan di destpêka axavtina xwe de diyar kir camî cihên îbadetê ne û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Di hedîsekê de tê gotin ‘Kesê ku camîyê ziyaret kiribe û lê îbadet kiribe,  ew ê weke ku Xwedê ziyaret kiribe bê hesibandin.’  Di şerîata Îslamê de bi tezyîn çêkirina camîyan bi xwe jî mekrûh tê dîtin. Ew tiştê ku pêwendîyê di navbera însên û Xweda de çêdike nimêj e. Divê di wextê kirina nimêjê de bi şikleke bi deng tespîhat bi xwe jî neyê kirin da ku pêwendîya di  navbera însên û Xweda de zirarê nebîne. Ger pîrek bêtesettûr û tazî bikeve camîyê ew ê ev yek dîkkata temamê însanên di camîyê de bikşîne li ser xwe û ew ê însan ji nimêjên xwe xafil bibin. Camî bo wan kesên ku cenabet bin û kafir bin re heram e. Ew pîrekên ku bi hayiz û nîfas bin jî nikarin bikevin camîyê. Ew însanên mumin ên ku Xwedê nas dikin, manaya pêxember û camîyan dizanin dikarin bikevin camîyan.”

“Dixwazin camîyan îfsad bikin”

Kiliçarslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir di jiyana rojane de li gelek qadan bêheyatî belav bûye û dû re wiha got: “Ji xwe li kolan, sûk û qadan gelek dîmenên ne munasib ên ku dê însanan bibin delaletê hene. Bêheyatî li gelek qadên jiyanê belav bûye. Dixwazin ku camî jî îfsad û xera bibin. Dixwazin di camîyan de bala mirovan bikşînin li ser xwe û îbadetên wan xera bikin. Dema ku pîrekeke tazî bikeve camîyê kesê li hundirê camîyê ew ê îbadeta xwe çawa bike? Ew ê li alîyekî derkeve hizûra Xwedê û li alîyê din jî li heramê binêre, ma tiştekî wisa dibe?  Xort li camîyê pîrekeke ku cilên teng li xwe kiriye bibîne û jê şehwetê bistîne, ew xort dê çawa li hizûra Xwedê bi hûşû îbadeta xwe bike. Divê ew kesên ku bi şikleke tazî dikevin camîyan bên astengkirin ku di vî warî de ev yek pêşî wezîfeya Serokatîya Karên Diyanetê û miftîtîyan e.  Ew melayên ku li wê camîyê melatîyê dike jî ji vê yekê mesûl e.”

 “Ger camî jî herin dê tu tişt di destên me de nemîne”

Kiliçarslanê ku diyar kir Resûlê Xwedê dibêje ‘fitneya Deccal ji xeynî camîyan dê bikeve li her derî.’ di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “ Ev kesên bi awayî dixwazin vê fitnê bibin camîyan jî. Ji xwe bes camî di destên me de mane. Ger camî jî herin dê tu tişt di destên me de nemîne. Ev yek li hember Îslamê bêhurmetî ye. Bêheyatî û tazîbûna pîrekan afet û musîbeteke mezin e.  Ev bêheyatî ji Cihûyan ketiye nav me û dewlet li dijî vê yekê jî tedbîrê nastîne. Ev fîtne îro derketiye lûtkeyê. Pêxemberê me dibêje, ew memleketên ku van sê tiştan bikin dê duçarî musîbetên bêhejmar bibin: belavbûna zîna, fazîê û nedayîna zikatê. Ev her sê tişt jî îro gelek zêde tên kirin.”

 “Divê Misliman xwe ji vê fitnê muhafeze bikin”

Kiliçarslan di dawîya axavtina xwe de diyar kir dibê miftîtî li dijî van heraman tedbîrên pêwîst bistînin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Divê Misliman xwe ji vê fitnê muhafeze bikin. Ger li wan camîyên ku di destên me de mane jî şuura îbadetê xera bibe, Xweda dê musîbetan di ser me de bişîne.Ji ber ku welatên li derdora me bo dînê Xwedê sist bûn, wezîfeyên Xwedê bi cî neanîn û  ji ber ku dema heqaret li Îslamê hat kirin dengê xwe dernexistin ev musîbet û bela hatin serê wan. Ger em li dijî wan bêdebîyên ku li hember camî, dîn, muqeddesat û Qur’ana me tên kirin bêdeng bimînin, musîbet û bela bên serê me jî.”(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş