“Ewrûpa dê dewleteke Îslamî biwelidîne”

Muhammed Beşîr Varolê ku destnîşan kir Xerb bi qetlîamên mîna yên ku li New Zelandê kir û bi îftîra û qetlîaman hewl dide pêşîya Îslamê bigire diyar kir weke ku Ustad Bedîuzzeman gotiye ‘Welatên Xerbî bi Îslamê bi hemil in.’

Mela Muhammed Beşîr Varolê ji alim û rîspîyên herêmê ye, derbarê êrîşa terorê ya xaçperest a ku li New Zelandê di camîyê de hat kirin û tê de 51 Misliman hatin şehîdkirin de û derbarê îşxalkirina siyonistan a Girên Golanê  û ji teref Serokê Amerîka ve li Girên Golanê naskirina desthilatdarîya siyonîstên terorîst de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

“Mantiqa kufrê ji xeyrî xwe tu kesê din qebûlnekirin e”

Mela Muhammed Beşîr di nirxandina ku kir de ayeta “Hetanî ku hûn tabiê milletê wan nebin yahûdî û fileh ji we memnûn nabin” di bîran xist û destnîşan kir ev hîkayeyên demokrasîyê yên ku tên gotin  hîkayeyên pûç in û ev ji bo însanên bêqail pê bixapînin û wan teskîn bikin tên gotin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çunkî heyata wan a rastî ya îro ev e. Ew ê ku daîm bi navê demokrasîyê xeber didin rastîya heyata wan ne ev e. Rastîya heyata wan kesan li ber çavên me ye û em wê dibînin. Ji bo azadî, hurrîyet û demokrasîyê tên Îraqê; lê belê  wê derê wêrane dikin. Hêj ew wêranakirin, xerakirin û şerê li wê derê nesekinîye. Çûne Sûrîyê, Yemenê û Lîbyayê dîsa bi wî şiklê ku li Iraqê kirin tevgerîyan û tiştê ku hat serê Îraqê hat serê van welatan jî. Îro jî wan kesên ku ji van deran ji neçarî koçî li New Zelandê kirine di camî û mabedxaneyan de -ku îro di temamê dînan de mabedxane pîroz in û divê bên muhafezekirin- ew qetilkirin. Bi vî şiklî ew tiştê ku li New Zelandê pêk hat li ber çavên me ye. Bi kurtasî ev tişt tev hîkaye ne. Mantiqeke kufrê heye. Mantiqa kufrê ji xeyrî xwe tu kesê din qebûlnekirin e. Kufur ev e. Çima? Çunkî kufur ji şeytan tê. Tu carî tehemmûla şeytên ji dînê Xwedê Îslamê re û ji Mislimanan re tune ye.Şeytan dixwaze temamê însanan bike kafir û wanan tevekan bi xwe re bibe cehennemê. Ji ber ku ew kesên ku ne Misliman in û kafir in û hefsarên xwe xistine destên şeytên, şeytan van tiştên nebaş, bi wan şêrîn dike û van tiştan bi wan dide kirin. Ew kes her tim berewajîya wan esas û şîarên ku ew her tim pê bang dikin diçin. Vêga di nav Ewrûpayê de esas û şîara wan a herî li ber çav demokrasî, azadî û hurrîyet  û edalet e. Lê belê îro em tiştekî wisa nabînin. Lewra jiyana wan a rastî û heqîqî ev rêya ku ew dişopînin e.”

“Ewrûpa çi dike jî nikare pêşîya Îslamê bigire ku ji ber vê yekê ketiye telaşekê “

Mela Muhammed Beşîr di berdewama axavtina xwe de pirsa ku ji  Ustad Bedîuzzeman ‘tu derheqê Ewrûpa û Osmanî de çi difikire?’ hatiye pirsîn di bîran xist û destnîşan kir “ Ustad gotiye ‘Ewrûpa bi Îslamê bi hemil e. Ew ê rojekî hemla xwe biwelidîne. Dîsa Osmanî jî bi Ewrûpa bi hemil e û ew ê jî rojekê wê hemla xwe biwelidîne. Êdî Osmanî wê hemila xwe welidand û gelek dewletên laîk  li ser axên Osmanî hatin damezrandin. Ji xwe laîktî ne malê Îslamê ye. Lewra laîktî malê Ewrûpayê ye û li Fransayê derketiye. Demokrasî malê Ewrûpayê ye. Bi vî awayî dewleteke ku bi şerîata Xwedê hukum bike nehiştin. Temamê dewletên Mislimanan bi qanûnên Ewrûpa û bi qanûnên dijminên Mislimanan tên îdarekirin. Welatên Mislimanan hemila xwe welidandine. Lê Ewrûpa jî bi hemil e. Ew ê vê hemila xwe rojekî biwelidîne û îro sancî û êşa vê hemilê li ber çavan e. Ji ber vê yekê Ewrûpa ketiye nava tirs û telaşê. Ewrûpa li Mislimanan tehemûl nake û nizane çi bike. Ewrûpa çi dike jî nikare pêşîya Îslamê bigire ku ji ber vê yekê ketiye telaşekê. Ewrûpa bi musteşrîkan, bi derewan,  bi tundîyê bi oryantalîstên xwe û yên li vê herêmê ango xwecih tev ketine nava telaşekê da ku pêşîya Îslam û Mislimanan bigirin. Lê belê alemet û nîşane xuya dikin, ew ê ev hemlebûn biwelide. Lewra heqîqetek heye. Ew jî ev e: Temamê xelkê Ewrûpa taassuba dîn û bawerîyê avêtî ye û di qelbên wan de rûhekî azadîyê cî girtiye.Li heqîqetê digerin. Îro  teknolojî gelek zêde pêşve çûye û ev însanên ku rûhên wan azad bûne li ser înternetê derbarê Îslamê de lêkolîn û tehqîqetê dikin. Bi vî şiklî gelek însanên Ewrûpayî bûn Misliman. Ji ber vê yekê telaşeke mezin ketiye nav Ewrûpa û nikarin pêşîya vê yekê jî bigirin. Bi kurtasî Ewrûpa bûye mîna kesekî ku ketibe nava herîyê û çi qas li ber xwe dide di nav herîyê de diçe ye. Îro bi izna Xwedê Ewrûpa her çi qas hewl bide pêşîya belavbûna Îslamê bigire ew ê însan hew qas zêdetir bibin Misliman. Ewrûpa çi qas hewl bide pêşîya Îslamê bigire ew ê însan ew qas bibin Misliman û ew ê ecela wî jî ew qas nêz bibe. Qenaata min derbarê vê mijarê de ev e: ecela Ewrûpa nêz e. Ewrûpa ew ê dewleteke Îslamî biwelidîne.”

“Îdarevanên dewletên Îslamî ku îro bi  hukm û şerîata Xwedê nayên îdarekirin û xelkê wan Misliman e, tev di destên Ewrûpa de ne”

Mela Muhammedê ku berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser rewşa welatên ku xelkê Misliman in; lê bi şerîata Xwedê nayên îdarekirin û dû re derbarê mijarê de wisa nirxandinan kir: “Bi qenaata min ji xwe îdarevanên dewletên Îslamî ku îro bi  hukm û şerîata Xwedê nayên îdarekirin û xelkê wan Misliman e, tev di destên Ewrûpa de ne, ji wan re dişûxilin, di nav  wan de bi fikrên wan mezin bûne û ew xwe ji Ewrûpa re êsîr dibînin.Ji ber vê yekê em ji van îdarevanên ku li ser serê welatên Mislimanan in û êsîrê Ewrûpayê ne tiştekî hêvî nakin ku li dijî qetlîamên ku li Mislimanan tên kirin dengê xwe bikin û ji wan hêvîkirina tiştekî wisa jî fikreke şaş e. Êdî ê ku dimîne xelkên Misliman e. Xelkên Misliman jî yên ku di nav wan de nîzam û yekîtîyek tune ye meriv li gorî dilê xwe nikare tiştekî ji wan hêvî bike. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ev bar dikeve li ser milên hinek hareketên Îslamî. Ev hereketên Îslamî yên ku micadeleya Îslamî dikin divê ew, xelkê hişyar bikin û yekîtîyê di nav xelkê de çêkin. Dîsa divê ev hereketên Îslamî xebatinan bikin da ku xelkê Misliman heq û hiqûqê xwe bipirsin. Lê belê ji dêla ku ev Misliman tev reqabetê bi dijminên xwe re, bi emperyalîstan re bikin, ji dêla ku heq û hiqûqên xwe û yên birayên xwe bipirsin, radibin bi hev dû meşxûl dibin. Elbet ev yek jî musîbeteke mezin e. Lê belê tevî vanan ne li gorî dilê me be jî li dijî qetlîama ku li New Zelandê hat kirin bertekek hat nîşandan.  Yekîtîya Alimên Îslamî, Doktor Qaradaxî û hinek etbaên xwe bi wehdeteke ummetê çûn wê derê û li wan xwedîtî kirin û tazîyeyên xwe anîn zimên. Bi vê yekê em kêfxweş bûn. Em wan însanan tebrîk dikin, Xweda ji wan razî be. Lê belê bertekeke bi dilê me nehat nîşandan. Lê belê hemd ji Xwedê re komek jî bê bertek jî nema.Xweda bertekên Mislimanan ên ku li gorî rûhê Îslamê bin û meşrû bin zêde bike. Divê ev bertekên ku bên nîşandan ne li gorî cahîlîyê bin. Xweda bertekên li gorî rûhê Îslamê bike nesîbê me. Xweda di nav Mislimanan de wehdet û yekîtîyê saz bike û rêya îstîqametê bide van hereketên Îslamî.”

“Amerîka dewleteke eşqîya ye”

Mela Muhammedê ku diyar kir “Di ya rastîyê de Trump û Amerîka wezîfeya ku li ser milên wan e dikin” di berdewama axavtina xwe de wiha nirxandinan kir: “Lewra Amerîka dewleteke eşqîya ye. Ev eşqîya yên Îngîlterê bûn. Îngîltere lê mêze kir mesrefeke zêde li wan dibe rabû ew li qitaya Amerîkayê bi cî kir. Ev eşqîya, wan kesên ku ji wan re çermsor tê gotin û li wê derê dijîyan qetil kirin. Tarîxa wan ev e. Dîroka wan bi xwînê dagirtiye, ketine kû derê ew der wêran kirin. Êdî meriv rabe ji van kesên ku van tiştan kirine heq û hiqûqê hêvî bike ev yek tişteke şaş e. Meriv li wan kesên ku ji wan tiştekî hêvî dikin ecêbmayî dimîne. Lê belê ew welatên Îslamê û ew welatên ku hatine fetihkirin û bûne warên Îslamê hetanî qiyametê ew der erdên Îslamê ne. Tu kes û tu netîce nikare bibêje ku ev erd a kufrê ye. Ew erd ên Îslamê ne. Eger îdarevanên wan welatên Mislimanan; dîktator, zalim, emperyalîst be jî ew erd malên Mislimanan û Îslamê ne.  Maneya vê yekê ev e: Tu kes li ser van erdan ne xwedî teserrûfê ye ku bibêje ‘ha ji wê derê , eleqeyeke me bi vir re nema.’Ev der welatên Mislimanan e.”

“Rojekî dema ku Misliman bûn xwedî qewet divê pêşî li ser wan welatên ku yên Îslamê ne bisekinin û ew ji destên kufr û kafiran xelas bikin”

Mela Muhammed di berdewama axavtina xwe de diyar kir rojekî dema ku Misliman bûn xwedî qewet divê pêşî li ser wan welatên ku yên Îslamê ne bisekinin û wan ji destên kufr û kafiran xelas bikin. Mela Muhammed dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tiştê ewil ê ku li ser Mislimanan ferzûl eyn û kîfaye  ye ev e. Divê Misliman ezm û cehdê bikin da ku van erdên Îslamê ji destên kafir û emperyalîstan rizgar bikin. Piştî ku Misliman van welatên Îslamê yên di destên kufrê de rizgar kirin re divê li wan welatên ku xelk di bin destên wan de êsîr in û welew ku xelkê wan ne Misliman bin jî ji ber ku heq û hiqûqê wan ji wan hatiye standin pêwîst e heq û hiqûqê wan bipirsin. Bi kurtasî divê Misliman ji bo wan xelkên ku heq û hiqûqên wan, azadîya wan ji wan hatiye standin cîhad bikin. Lewra Îslam dînê hurrîyet û azadîyê ye. Îslam azadîyê dide însanan. Xweda di Qur’anê de dibêje ‘Di dîn de zordarî û zext tune ye. Rêya rast û şaş ji hev cûda bûye û eşkere ye.’ Lê belê ji bo ku her însan bi şikleke azad dînê Îslamê qebûl bike divê azad û hur be. Ji ber vê yekê ew Girên Golanê heqên Mislimanan e. Çi qas rejîma Sûrîyê rejîmeke taxûtî be, ji teref emperyalîstan ve hatibe damezrandin yan jî birêvebirê wî kesekî mîna Beşar be jî, digel ku ew ji teref emperyalîstan ve li îqtîdarê tê hiştin  jî ew erdên Golan, Sûrîyê  û Filistînê jî, bi kurtasî temamê axên ku rejîma siyonîst îşxal kiriye bi temamî yên Îslamê ne. Ne tenê Golan temamê axên wê derê yên Îslamê ne. Ji ber vê yekê dema ku em bes qala Golanê bikin weke ku em axên din ya wan qebûl dikin, jê re meşrûtîyetê didinê tê famkirin. Bosteke tenê jî ne ya tu kesî, tev a Îslamê ye. Lê belê îro xasib û emperyalîst hatine van deran û konên xwe danîn wan deran. Îro Misliman  zeîf in  û bela wela ne û emperyalîst ji vê yekê îstîfade dikin. Lê belê Mislimanekî ku di qelbê wî de lefza Laîlahe îllallah Muhammedun Resûlullah bi cî bûbe qiyma xwe îşxalkirina bostekekî axa Îslamê re nayêne û hebûna wan li ser axên Îslamê qebûl nake.”

“Qewmekî ku Xweda leneta xwe lê kiribe ji wehşetê pê ve tiştek jê nayê hêvîkirin”

Mela Muhammed di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser qewmê îsraîla ku hatiye lenetkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda Teala laneta xwe carekî li wan kiriye. Ji xwe qewmekî ku Xweda leneta xwe lê kiribe ji wehşetê pê ve tiştek jê nayê hêvîkirin. Ji xwe ew qewm ne wehş bana Xweda lenetê li wan nedikir. Berî vê hezar û çarsed salan, hetta di wextê Hz. Mûsa, Îsa de bi zimanê Pêxemberan Xweda lenet li wan kiriye. Ji ber çi? Xweda zilmê li tu qewmî nake. Ji ber ku ev qewm, qewmeke wehşî û siyonîst in. Bi rastî jî siyonîst li kû derê bin, li gorî qeweta xwe zilmê li derdora xwe kirine û vêga jî vê zilma xwe didomînin. Lê belê divê rûyê Mislimanan biêşe. Ger Misliman bi rastî jî Misliman bin, ger bi rastî xîreta îman û Îslamê di qelbê wan de hebe, divê îxtîlafên xwe yên şexsî û ferdî û wan tiştên biçûk ên di nav xwe de bavêjin alîyekî û divê destên xwe bidin hevdû û li heq û hiqûqên xwe û yên birayên xwe bigerin û bipirsin. Ger Misliman destê xwe bidin hevdû û bibin yek ne tenê xelkê Filistînê, temamê Mislimanan ew ê karibin heq û hiqûqê xwe bipirsin. Lê belê ger Misliman bela wela bin, bi wexwaxîyê û bi çend peyamên ku ji ser twîtterê belav bikin dê nikaribin tiştekî biguherînin. Ji ber vê yekê em bang li temamê Mislimanan û hereketên Îslamî dikin da ku destên xwe bidin hevdû, bibin yek û li heqê birayên xwe yên Filistînî bipirsin, xwedîtî li Qudsa pîroz bikin û li dijî vî qewmê siyonîstên ku qewmê fitn û fesadîyê ye rabin li ser pîyan. Lewra ev tuxma siyonîstan tuxmekî mîna qenserê ye, dikeve kû derê wê derê taxrîb dike. Pêwîst e Misliman pêşîya vê tuxmê bigirin û di nav xwe de bifetisînin.”

“Xweda xîrêtê bide me û alîkarîya me bike”

Mela Muhammed du dawîya axavtina xwe de ji bo ummeta Îslamê dia kir û wiha got:“Xweda xîrêtê bide me û alîkarîya me bike, Xweda di nav me de wehdet û yekîtîyê saz bike û hefsarê me ji destên şeytan û însanên mufsid û xeraban derxe. Xweda heyateke li gorî Îslam û Qur’anê bide me û teveka birayên me yên Misliman.”

Mela Muhammed Beşîr Varol kî ye?

Mela Muhammed Beşîr Varol di sala 1961an de li Bênarîna girêdayê Qûbîna Êlihê ji dayik bû. Navê bavê wî Meka Muhammed Emîn. Ji ber ku nesla wan ji ya Pêxember tê di nav gel de wek bi navê “Mistoyê Seyyîd” tên naskirin.

Mela Muhammed perwerdehîya xwe ya ewil li ba bavê xwe stand û dû li medreseya ku lê ders dixwand îcazeta xwe stand. Seyda piştî ku îcazeta xwe stand re gelek feqî û şagird perwerde kirin.

Varol ji ber xizmetên xwe yên Îslamî bû hedefa PKK, 28ê Sibatê û FETO.

Varolê ku di 17ê Nîsana sala 2003yan de hat girtin piştî ku cezaya wî xelas bû re di 6ê Hezîrana sala 2017an de ji girîtgehê derket.

Varol bi hinceta “îdarevantîya rêxistinê” hatibû girtin; lê belê 3 hakimên ku derbarê dosya wî de qerar dan piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ji ber ku endamên FETO bûn ji wezîfê hatin îxrackirin.(ÎLKHA)

 

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş