Dayika ku zarokên wê jê hatin standin: Ez di halekî perîşan de li benda zarokên xwe me

Dayika bi navê Sumeyra Algula ku zarokên wê bi zorê jê hatin standin niha li benda vegera zarokên xwe ye ku ji ber vê yekê bang li rayedaran dike da ku zarokên wê bidinê.

Dayika bi navê Sumeyra Algula ku li Erzîna Hatayê dijî û berî vê çend mehan 5 zarokên wê ji teref Daîreya Xizmetên Civakî ve bi hinceta tedbîra perwerdehîyê jê hat standin destnîşan kir, zarokên wê nikarin ji wê dûr bijîn û ji bo çareserîyê bi kelogirî bang li rayedaran kir.

Jin û mêrê bi navê Sumeyra û Elî Algulê ku xwedî 5 zarokan in û li Erzîna Hatayê dijîn zarokên wan bi hinceta tedbîra perwerdehîyê ji teref Daîreya Xizmetên Civakî ve ji wan hat standin.

5 zarokên dê û bavê ku li Taxa Kizlarçayiya Erzîna Hatayê dijîn berî vê çend mehan bi zorê ji teref cendirmeyan ve ji wan hatin standin. Dê û bavê dil bi kul û êş destnîşan kirin ji ber vê meseleya ku pêk hatiye psîkolojîya zarokên wan xera bûye.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  ji ber şikayeta  Midûrtîya Navendî ya Xizmetên Civakî ya Dortyolê  ji teref Mehkemeya Hiqûqê ya Eslîyê  ya Yekemîn a Erzînê ve qerar hat dayîn ku 5 zarokên malbata Algul bi hinceta tedbîra perwerdehîyê ji wan bên standin. Ji ber qerara ku hat dayîn cendirmeyan berî vê 2 mehan di ser mala malbatê de girtin 5 zarokên malbatê ji wan standin û ew birin  Sazîya Parastina Zarokan.

Elî Algulê sermîyanê malê derbarê mijarê de berî niha destnîşankiribû 5 zarokên wan ên bi navê  Zehra(14), Zeynep(13), Îzzet(12), Rukîye(7) û Rabîa(4)  ji wan hatine girtin ku ji ber vê yekê xanima wî ji xemgînîyê pir zêde zeîf bûye û niha şewirmendîya psîkolojîk distîne.

 “Zarokên me li wê derê her tim digirîn”

Dayik Sumeyra Algul di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber zarokên wan ji wan hatine girtin ew perîşan in ku ew ji ber vê yekê digel pitika xwe her tim di nav sed zehmetîyê de diçe ziyareta 5 zarokên xwe. Dayik dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Çi wextê ku ez zarokên xwe dibînim gelek zêde kêfxweş dibim, lê belê dema ku ez ji wan vediqetim pir xemgîn dibin. Cara herî dawî dema ku min zarokên xwe dît ji min re digotin ku ‘dayê me bibe malê’ û digirîyan. Êdî hêza me ya sebirkirinê nema.  Nema ne zarokên me û nema em îdare dikin. Em perîşan bûn. Zarokên me her tim li wê derê digirîn. Çi qas li qan baş bê mêzekirin jî dîsa ji ber ku ji dê û bavê xwe dûr in hizûra wan tune ye. Zarokên min pir zeîf bûne û her tim nexweş in.  Zarokên min ew qas nexweş nediketin.  Zarokên me ji ber mektebê ji me girtin, lê belê li vê derê mekteb heye.  Ez dikarim wan li vê derê jî bişînim mektebê. Ji bo zarokên min ji min bistînin tu delîla wan tune ye.”

 “Pitika min dema ku bû yeksalî ew ê wê jî ji me bistînin”

Dayik Algul di berdewama axavtina xwe de diyar kir digel ku tu sûcê wan tunebû jî zarokên wan ji wan hatine standin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez wek çûkeke birîndar im. Zarokên min ji min standn. Baskên min şikestî û ez mîna mîrîyan dijîm. Ez nikarim razim. Min nexwar bi wan da xwarin. 5 zarokên min pêkve ji min standin. Ez nû hîn bûm ku ew ê pitika min jî dema ku bû yeksalî dê ji min bistînin.  Gelo ev qas zilm û bêwicdanî dibe?  Ez êvaran nikarim razim, xewa min li min diherime.  Ez hewl didim ku nekevim nav dest û pîyan û ez hewl didim li ser pîyên xwe bisekinim da ku zarokên min perîşantir nebin.  Kezaba min dişewite. Ez zarokên xwe dixwazim, bila demildest bidin min. Zarokên min jî dê û bavê xwe dixwazin.  Herî dawî dema ku me li zarokên xwe gerîya em bêhiş ketin. Zarokên min pir zêde digirîn û ez nikarim wan aş bikim.”

 “Demildest dawî li vê zilmê bînin, êdî em nema îdare dikin”

Dayik Algul di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku ew zarokên xwe dixwaze û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kesên ku dayik in çêtir dizanin bi êaş fîraqa zarokan . Demildest dawî li vê zilmê bînin. Baskên min şikestine û ez di vî halî de li benda zarokên xwe me ku werin mala xwe . Ger zarokên min bidin min ez ê ji bo perwerdehîya wan hemû tiştî bikim.  Ez ji vê derê bang li Wezîra Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê dikim.  Ew bi xwe j dayikek e. Ji bo Xwedê êdî zarokên min bidin min. Êdî dengê me bibihîzin.  Dema ku çavên min bi cihên wan ên vala dikeve ew tên bîra min.”                        

 “Em ê ji bo perwerdehîya zarokên xwe hemû tiştên ku dê ji destên me bê bikin”

Bav Elî Algul jî derbarê mijarê de diyar kir ew her tim diçe dîtina zarokên xwe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Piştî ku qerara hevdîtinê derket re ez her tim diçim hevdîtina wan. Cara herî dawî ji min re gotin ku em dixwazin werin mala xwe. Êdî dawî li vê zilmê bînin û zarokên me bidin me. Em ê ji bo perwerdehîya zarokên xwe hemû tiştên ku dê ji destên me bê bikin. Zarokên min her tim ji min re dibêjin, bavo em ê kengî biçin malê, em naxwazin li vê derê bin. Zarokên me ji me hez dikin û dixwazin vegerin mala xwe. Zarokên me bidin me û dixwazin yekî deynin li ser serê wan ka lê binêrin ew ji me hez dikin an na?  Gelo me zarokên xwe hînî exlaqa nebaş dikin, vê yekê jî taqîb bikin. Di encama taqîbata ku hat kirin de bila qerara xwe bidin. Li temamê dinyayê mekteb hene. Hemû kes dikare di bin çavdêrîya dewletê de zarokên xwe mezin bike.  Bila werin vê yekê kontrol bikin.”

 “Çi hewce dika malbatek bê parçekirin û psîkolojîya endamên wê malbatê bê xerakirin”

Bav Algul di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Gelo ji ber ez zarokên xwe li malê perwerde dikim û wan mezin dikim ez tevlî sûcekî dibim?” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji min re dibêjin ku tu nikarî wek mamosteyan dersê bidî wan.  Baş e ez mamosteyekî bînim mala xwe û ez ê dersa wan bi wî bidim dayî. Ev şêwaz li çar alîyê dinyayê heye, lê ez ji vê mafê nikarim sûdê werbigrim. Gelo ma ev yek ne heqê min e. Çi hewce dika malbatek bê parçekirin û psîkolojîya endamên wê malbatê bê xerakirin. Ew ê zarokên min temamê dersên fennî hîn bibe. Divê zarokek zana be.  Lê belê divê şêwaza vê hînbûnê ji teref malbatê ve bê diyarkirin.”

 “Ji bo mecbûrîyeta şandina mektebê malbat nikare bê parçekirin”

Algul di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ne dijberê perwerdehîyê ye û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî:”Zarok divê muheqqeq bên perwerdekirin.  Lê belê dema ku perwerdehî bê standin dibê daxwazên zarokan jî li ber çavan bê girtin.  Ger zarokên min bixwaze di mala xwe bi xwe de perwerdehîyê bibîne divê ev maf jê re bê dayîn.Vê pirsê ji temamê zarokên dikarin bikin. Dema ku ez zarokên xwe perwerde dikim ez hewl didim ku bi şiklê herî xweşik û baş perwerde bibin. Ji bo mecbûrîyeta şandina mektebê malbat nikare bê parçekirin.”(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş