Almaliyê ku xaziyê Mavî Marmarayê bû hat definkirin
WAN - Evdilhelîm Almaliyê xaziyê Mavî Marmarayê yê ku ji ber êşa qanserê wefat kir hat definkirin.

Rojnameger Evdilhelîm Almaliyê 59 salî di êrîşa siyonîstên îşxalker ya ku li Mavî Marmarayê kirin de ji milê xwe birîndar bûbû û bûbû xaziyê Mavî Marmarayê. Almaliyê ku xazî bû ev demek dirêj bû ku ji ber êşa qanserê dihat tedawîkirin. Almaliyê ku ji ber êşa qanserê dihat tedawîkirin li Wanê jiyana xwe ji dest da. Almaliyê bavê 7 zarokan bi nimêja cenazê ya ku li Mizgefta Îlhan Tekîn piştî nimêja nîvro hat edakirin re hat definkirin.
Walî Îbrahîm Taşyapan, Endamê GÎKê yê HUDA PARê M. Mehdî Oguz, hezkirî, naskirî û gelek kes beşdarî merasîma definkirina Almali bûn.
Rojnameger Evdilhelîm Almaliyê 59 salî di êrîşa siyonîstên îşxalker ya ku li Mavî Marmarayê kirin de ji milê xwe birîndar bû û bû xaziyê Mavî Marmarayê.Almaliyê ku ji teref siyonîstan ve hatibû birîndarkirin dermankirina siyonistan red kiribû û heta ku hatibû Tirkiyê di wî halê birîndar de mabû. Almali digot çi dibe bila bibe divê Misliman baweriya xwe bi siyonistan neyênin.(ÎLKHA)