Erdogan bi Trump re hevdîtin kir
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokomarê Erdogan li ser telefonê bi Serokê Amerîka re hevdîtin kir.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîka Donald Trump li ser telefonê axivîn.
Erdogan derbarê hevdîtina ku hat kirin de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî wisa got: “ Îro me bi Serokê Amerîka Donald Trump re hevdîtinek kir, di hevdîtinê de pêwendîyên ticarî û geşedanên li Sûrîyê hatin nirxandin.”
Trump jî di daxuyanîya xwe ya ku ji ser medyaya civakî belav kir de derbarê hevdîtinê de wiha got: “ Me bi Serokomar Erdogan re hevdîtineke baş kir. Di hevdîtinê de ne meseleya DEAŞ û Sûrîyê bidest xist û hevdîtineke baş bû.”(ÎLKHA)