Li bazara Hewlêrê şewat: Hezar û 200 kargeh şewitîn
Hewlêr - Li Hewlêra paytexta Kurdistana Iraqê di şewata ku li Bazara Lengê derket de hezar û 200 dikan şewitîn.

Hat ragihandin li Bazara Lengê ya Hewlêrê ya ku li ser Kolana Qazî Muhammed e şewat derket, di encama şewata ku derket de hezar û 200 dikan şewitîn.
Şewat doh êvarî derdora seat 03.00an de dest pê kir. Piştî ku bi şewatê hat hesîn re gelek ekîbên îtfaîyê hatin sewqkirin cihê bûyerê. Her wisa ji asîmanê jî bi helîkopteran mudaxeleyî şewatê hat kirin. Di encama xebatên tefandinê ya ju 8 seatan berdewam kir re, agir hat tefandin.
Qeymeqamê Hewlêrê Nabaz Abulhamîd derbarê mijarê de wiha got: “ Bazara Lengê ya Hewlerê ji 2 hezar û 400 dikanî pêk tê. Di seat 03.00an de li bazarê şewat derket. Piştî ku bi şewatê hat hesîn re gelek ekîbên îtfaîyê hatin sewqkirin cihê bûyerê û piştî mudaxeleya ku nêzî 10 seatan berdewam kir re agir hat kontrolkirin. Li gor tespîtên ewil ji ber şewatê hezar û 200 dikan ji ber şewatê, şewitîn.”
Hêj sedema derketina şewatê nayê zanîn û derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)