USD 5.27
EUR 5.94
GBP 6.76
Zêra Gram 223.93
Zêra Cumhuriyetê 1491.43
  • Sazumanî
    • Vîzyona me
    • Rêgezên Weşanê
    • Peymana Abonetîyê
    • Pêwendî
    • Pêşnûmaya Organîzasyonê
    • Nepenî
    • Mîsyona me
    • Hişyariya Zagonî
  • Muameleyên Ebonê
    • Qeyda Abonê
    • Têketina Ebonê

Ajansa Nûçeyan A Îlkê - ÎLKHA

  • Serûpel
  • Nûçe
    • ROJEV
    • SIYASET
    • CÎHAN
    • TEKNOLOJÎ
    • TENDURISTÎ & JIYAN
    • PERWERDE
    • HEVPEYVÎN
    • ABORÎ
    • ÇAND & HUNER
    • Arşîv
    • Hemû Nûçe
    • Hemû Sernûçe
  • Wenê
  • Vîdyo
  • TR
  • EN
  • AR
  • FA
  • KU
    • Kurmancî
    • سۆرانی
Îmsaq 06:47 Nîvro 13:09 Esr 15:27 Mexrib 17:47 Eşa 19:14
6°C
  • +90 536 361 88 88

A A A

Karadaxî: An em ê bibin yek an jî em ê tarûmar bibin û ji hev hilweşin

: 2018-10-13 14:59

DIYARBEKIR - Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Cîhanê Elî el-Karadaxîyê ku beşdarî Hevdîtina Aliman a 3yemîn bû, destnîşan kir “An em ê bibin yek an jî em ê tarûmar bibin û ji hev hilweşin.”

Karadaxî: An em ê bibin yek an jî em ê tarûmar bibin û ji hev hilweşin

Ji teref Yekîtîya Alim û Medreyan ve li Diyarbekirê Hevdîtina Aliman a 3yemîn hat tertîpkirin û bi axavtina xwe beşdarvanên ku ji 4 parçeyên Kurdistanê û çend welatên din ên cîhanê hatine berdewam dike.

Di niştina ewil  a Hevdîtina Aliman a 3yemîn de Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Cîhanê Elî el-Karadaxî axavtinek kir û balan kişand li ser ehemîyet û girîngîya wehdeta di nav aliman de.

“Tiştê ku ji me re lazim e nûtî û cardin rabûna li ser pîyan e”

Karadaxî di axavtina xwe de diyar kir  Misliman ji Îslamê dûr ketine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Misliman ji Îslamê dûr ketine ku sedema vê yekê ne Îslam e; sedema wê ji hev dûr ketina Mislimanan e. Tiştê ku ji me re lazim e nûtî û cardin rabûna li ser pîyan e. Dema ku em li Dewleta Osmanî dinêrin, di pêlên dawî yên Osmanî de bi nîjadperestî û qewmîyetperestîyê Misliman bi hev ketin. Ew neteweperîya erênî ya di nav Îslamê de di demê dawî de bû cudakarîyeke neyînî. Bo vê yekê hişyarîyeke mezin pêwîst bû.  Li Misir, Tirkîyê û nîvgirava Hîndê hişyarbûneke mezin çêbû. Digel derketina holê ya hareketên Îslamî dawetvan hatin tesîskirin. Cemaat û hareketên ji hev cûda derketin holê. Di nav Ereban de jî hişyarkirinek çêbû.  Li Cezayîr, Lîbya, Misir û Yemenê hareketên cudaxwaz dest pê kirin. Ev hereket di eslê xwe de Misliman bi Mislimanan û cûdakar bi cûdakaran berde hevdû. Hinek hereketên sûfî  û hinek şexs li Misirê nebûn destek ku cemaatên Îslamî û Bihara Ereban bi ser keve û şiklê cûdakarîyê danê. Weke ku li Yemenê bû, ketin nava kaoseke mezin.”

 “An em ê bibin yek an jî em ê tarûmar bibin û ji hev hilweşin”

Karadaxî di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser armanca Amerîka û siyonîstan a li ser herêma Mislimanan û dû re wiha got: “  Dema ku em Qur’an û qistasên Qur’anê baş hîn bibin, ew ê pêkhatîyên mîna El-Kaîde û DAIŞê nemînin. Tebeddûra rast a Qur’anê dê bibe çavkanîa herakata rast. An em ê Qur’anê bi vî awayî bi şikleke dirist û rast bixwînin an jî  em ê bi şîrove û gotinên şaş û xelet ên cematên cûdaxwaz tarûmar bibin û ji hev hilweşin. Ew kesên ku menfî tevdigerin xwe nîşan didin ku ew Qur’anî ne û rast in. Ka li wan binêrin çawa Qur’an û Sunnetê çawa ji hev cuda dikin. Ev her du esasên Îslamê ne. Dema ku em lê dinêrin em vê yekê eşkere  dibînin. Ev proplemeke krîtîk e. Qur’an û Sunnetê ji hev cûda dikin. Metnên Qur’an û Îslamê xelet tên şîrovekirin da ku şerîat ji meqseda wê dûr bikin. Xweda dibêje ku min Qur’aneke ku hûn pê mîzanê bikin daxist.”

 “Ji ber ku em rabûne li ser pîyan êrîşî me dikin”

Karadaxî di berdewama axavtina xwe de diyar kir alema Xerbê ji bo ku bi me re şer bike rabûye li ser pîyan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şerê Cîhanê ya 3yemîn li hember Mislimanan tê kirin. Lewra Misliman bi hêz û bi qewet in. Alema Xerbê di salên 50-60î de bi tena serê xwe hiştin. Ji ber ku em rabûn li ser pîyên xwe êrîşî me dikin. Em di warê perwerdehî, pêşvçûn û paqbûnê de xwe mesûl dibînin. Em alimên ku warisên pêxemberan in, divê tiştekî di vî warî de bikin.Divê em hinek helwestên xwe yên mîna  cudakarî, komvan û cemaatvan terk bikin. Partî û cemaatên me li qadeke berfireh belav bûne. Tiştê ku divê em alim bikin tesîskirina yekîtîyê ye. Divê em bi van fealîyetên xwe xortên Îslamê û civakê bînin ba hev.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Etîket Hevdîtina Aliman Îttîhad Diyarbekir yekîtîya Misliman û aliman
Kategorî ROJEV
Gelek alim, pêşewa, rêber û rêzanên Îslamê di meha Sibatê de şehîd bûn

2019-02-16 16:00:22

Ji mêj vir ve ji ber ku gelek alim, pêşawa û xizmetkarên Îslamê di meha Sibatê de hatine şehîdkirin meha sibatê bi navê “Meha Şehadetê” tê binavkirin.

Cemre dê kengî bikeve?

Cemre dê kengî bikeve?

2019-02-16 13:37:12

Ji ber ku di meha sibatê de hewa zêde germ bûn welatî ketina cemreyê ya ku mizgîndarê biharê ye meraq dikin.

Otobus û kamyon li hev qelibîn: 3 jê zarok 5 kes birîndar bûn

2019-02-16 10:41:05

Li Entabê otobus û kamyon li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 3 jê zarok 5 kes birîndar bûn.

Hemû Nûçe

Belgeyên têketinê ya îmtîhana TUS û STSyê hatin weşandin

Ji teref OSYMyê ve belgeyên têketinê ya îmtîhana TUS û STSyê hatin weşandin.

Li Xarpêtê rêya 73 gundan ji ber berfê hat girtin

Li Xarpêtê ji ber berfa ku zêde barîya rêya 73 gundan hat girtin.

Li Keşmîrê çalakîya bombeyî li leşkerên Hindistanê hat kirin: 44 mirî 20 birîndar

Li herêmeke Keşmîra ku di bin îşxala Hindistanê de ye çalakîya bombeyî li kerwana leşkerên bi pere yên Hindistanê hat kirin. Di çalakîyê de 44 leşkerên bi pere mirin û 20 jî birîndar bûn.

Otomobîl li otobusê qelibî: Mirîyek 10 birîndar

Li Bîngolê otomobîlek li otobusa rêwîyan qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.

Li Behra Marmarayê erdhej

Li Behra Marmarayê di mezinahîya 3.8an de erdhejek pêk hat.
Hemû Nûçe

ANALÎZ

Analiz Haber

Emperyalîzma çandî: 14ê Sibatê Roja Dildaran!

Analiz Haber

Di sala çaremîn de anatomiya 6-8ê Cotmehê-2

Analiz Haber

Mexdûrên kumpas û komployên FETO-2

Analiz Haber

Di sala çaremîn de anatomiya 6-8ê Cotmehê-1

Analiz Haber

Mexdûrên komplo û kumpasên FETO -1

Hevpeyvîn

Hasan El Benna digel hilweşîna xîlafetê hareketeke nû ya îhyakirinê da destpêkirin

1
“Kes ji bo xelkê Sûrîyê mudaxeleyî Sûrîyê nekir, tev ji bo menfaatên xwe xebitîn”

2
 “Zîna serbest û zewac jî qedexe ye”

“Zîna serbest û zewac jî qedexe ye”

3
Rêberê Cemaeta Hîzbullah di 19emîn salvegera şehadeta xwe de tê bîranîn

4
Pîreka ku di emrê ciwan de zewicî: “Dewlet piştî 7 salan mala min xera kir!”

5

Ajansa Nûçeyan A Îlkê - ÎLKHA

Navnîşan :Peyas Mah. 466 Sk. Öncüoğlu Sitesi A/Blok No:1 Kayapınar/DİYARBAKIR

Telefon :+90 412 237 51 23

WhatsApp :+90 536 361 88 88

Torên Me yên Medyaya Civakî

Sazumanî

  • Vîzyona me
  • Rêgezên Weşanê
  • Peymana Abonetîyê
  • Pêwendî
  • Pêşnûmaya Organîzasyonê
  • Nepenî
  • Mîsyona me
  • Hişyariya Zagonî

Menû

  • Vîdyo
  • Wenê
  • Ebonetî
  • Qeyda Abonê
  • Têketina Ebonê
  • Têkilî
  • HILBIJARTIN 2018

Xizmet

  • Arşîv
  • Haber Merkezi

© 2007-2019 Ajansa Nûçeyan A Îlkê - ÎLKHA All rights reserved.

Efxanistan êrîş mirî