Serokomar Erdogan bi Pûtîn re axivî
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokomar Erdogan bi Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn re derbarê zîrveya wê di 4ê Nîsanê de bê çêkirin de bi têlefonê axivî.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re di warê zîrveya wê di 4 Nîsanê de bê çêkirin bi têlefonê axifîn û derbarê zîrveyê de dan û stendina firk û ramanan hat gotebêjkirin.
Li gor agahîyên ji çavkanîyên Serokomarîyê hatine bidestxistin hat îfadekirin ku Serokomar Erdogan ji bilî zîrveyê tazîyê xwe bi sedem agirê ku li bajarê Kemerovo, li navenda dan û stendinê derketibû û jê 41 zarok bi tevahî 61 kesî jiyana xwe ji dest dabûn de tazîyên xwe pêşkêşî Pûtîn kir.
Li hêla din hat îfadekirin ku Serokomar Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn wê di merasîma temal avêtina Santrala Nukleera Enerjîyê ya Akkûyû ya ku dê li Mêrsînê bê çêkirin de carekedin wê werin cem hev. (ÎLKHA)