USD 5.27
EUR 5.94
GBP 6.76
Zêra Gram 223.93
Zêra Cumhuriyetê 1491.43
  • Sazumanî
    • Vîzyona me
    • Rêgezên Weşanê
    • Peymana Abonetîyê
    • Pêwendî
    • Pêşnûmaya Organîzasyonê
    • Nepenî
    • Mîsyona me
    • Hişyariya Zagonî
  • Muameleyên Ebonê
    • Qeyda Abonê
    • Têketina Ebonê

Ajansa Nûçeyan A Îlkê - ÎLKHA

  • Serûpel
  • Nûçe
    • ROJEV
    • SIYASET
    • CÎHAN
    • TEKNOLOJÎ
    • TENDURISTÎ & JIYAN
    • PERWERDE
    • HEVPEYVÎN
    • ABORÎ
    • ÇAND & HUNER
    • Arşîv
    • Hemû Nûçe
    • Hemû Sernûçe
  • Wenê
  • Vîdyo
  • TR
  • EN
  • AR
  • FA
  • KU
    • Kurmancî
    • سۆرانی
Îmsaq 06:47 Nîvro 13:09 Esr 15:27 Mexrib 17:47 Eşa 19:14
6°C
  • +90 536 361 88 88

A A A

Ji HUDA PARê derbarê rojevê de daxuyanîyên girîng

: 2018-03-08 16:17

NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Giştî ya HUDA PARê di nirxandina rojevê ya hefteyê de di serî de di derbarê, îstîsmarê zayendî, parastina malbatê, di warê mexdûrîyetên 28ê Sibatê, FETO, di heqê darizandina ji nûve û derbarê rojevê de daxuyanîyên girîng da.

Ji HUDA PARê derbarê rojevê de daxuyanîyên girîng

Ji teref HUDA PARê derbarê mijarên girîng de nirxandina rojevê ya hefteyê hat kirin. Di nirxandina rojevê de cîh hat dayîn zêdebûna îstîsmarkirina zarokan, parastina malbatê, Mexdûrên 28ê Sibatê, biryarên darazê yên bi brînfîngan, mexdûrên daraza FETO û di warê daraza ji nû ve de daxuyanîyên girîng hat dayîn.  

Di nirxandina HUDA PARê de behsa zêdebûna berdan û kêmbûna zewacê hat kirin û hat îfade kirin ku sala 2017an li gor salek berê hejmara kesên dizewicin ji sedî 4.2 kêm bûye û hejmara berdanê jî derdora ji sedî 2 zêde bû ye. Di nirxandinê de hat îfade kirin ku ji sedî 40ê verdanê di 5 salê ewilde çêdibe.

“Li ser navê parastina malbatê midaxeleya dadgeh û qereqolê ne rast e”

Di berdewama nirxandinê de wiha hat gotin: “Dema ew xebatên ku ji bo belavkirina jirêderketîbûnê tên kirin û li rasta tu astengîyan nayên û bi şikleke eşkere dikin, rêjeya sûcên zayendî yên ku zêde dibin û îstîsmarên zayendî yên ku li zarokan tên kirin tev de bên nirxandin rewş nîşanî me dide/derdikeve holê ku sazîya me ya malbatê, nirxên me yên exlaqî, yên civakê û ewlehîya neslê bi xetereyeke pir mezin re rûbirû maye. Di xirecirek herî bûçûk de ya di navbera malbatê de li ser navê parastina malbatê hûn bi dadgeh û qereqolê midaxele bikin wê ev encamê derkeve. Vê yekê derxist holê ku ev sepandina ne sepandinek rast e. Lewra piştî qanûna parastina malbatê ket sepandinê hejmara şîddeta li hember jinan zêdetir bû.”

“Bi RUTUKê parastina malbatê nemimkun e”

Di nirxandina rojevê de hat îfadekirin ku sedemên malbatê xira dike di serî de bêîmkanîya maddî, bê manewîyat û di gel vana bê exlaqî û bêbawerî tê û wiha hat gotin: “Di serê tiştên malbatê xira dikin de weşanên fûhûş û zînayê teşwîqdike, bêexlaqî û bêbawerî tê. Di nav civakê de ewqas tiştên malbatê tehdît dikin hene, lê belê tu kes li ser wan nasekinin û tenê dixwazin bi qanûnan pêşîya vî tiştî bigrin. Heta ku bingeha vî tiştî neye vekolînkirin û weşanên bêexlaqîyê pêşkêşî gel dike ji holê neyên rakirin tedbîrên tên girtin tev valanin. Ji bo tedbîrên rast bên girtin lazim e di serîde bingeha pirsgirêkan bê tesbîtkirin. Lewra em li welatekî ku dema zîna bi dahatê bê kirin serbest e û tu pirsgirêk tineye dijîn. Ji xwe mewzûatek weşanê ya malbatê biparêze jî tineye, wê çawa bi RUTUKê têkevin pêşîya van bêexlaqîyan. Li her derê welêt her kes bê asteng dikarin têkevin sîteyên bêexlaqî û ji bo vê yekê jî tu pirsgirêk tineye. Temamê bîlgîsayar û telefonên biaqil bûnin wek wesaîta gunehan.”

“Lazim e temamê tiştên ku teşwîkî bal zînayê dike wek sûç bên qebûlkirin”

Di berdewama nirxandinê de hat îfade kirin ku hewceye mal, can, dîn, aqil û nesla gel bê mihafeze kirin û ji bo parastina wan çi tedbîr hewce bike bên kirin û wiha hat gotin: “Li hember îstîsmara zayendî ya li zarokan, tenê zêdekirina ciza ne çareserî ye. Di serî de lazim e RTUK ewil Qanûna Parastina Malbatê biguhere û temamê tiştên teşwikî bal zîna û bêexlaqîyê dike wek sûc bihesibîne, bi taybetî ji bo parastina ciwanan lazim e temamê bêexlaqîyên li ser înternetan tên kirin û tiştên ciwanan ber bi heramiyê dikşîne wek sûc bê qebûl kirin û li hember tiştên wisa tedbîrên hewce bên girtin û di warê perwerdehîyê de li gor nirxên me perwerdehîyek baş bê dayîn. Li hêladin lazim e zewaca meşrû bê teşwîk kirin û ciwanên ji ber îmkanên maddî nikaribin bizewicin ji wan re alîkarî bên kirin û di şûna yasayên berdanê rehet dikin de yasayên malbatê li cem hev dihêle û wan dikin yek de yasa bên derxistin. Ji bo kesên hatine nîrê berdanê divê li miftîtîyan komîsyonên malbatê xelas dikin bên amadekirin û ji bo yekîtîya malbat û civakê lazim e Saziyên Civakî yên Sivîl bên xistin nav mijarê û ew jî çi ji destê wan bên bikin.”

“Daraza FETO û 28ê Sibatê gelek kesên dîndar mehkumî cizayê hepsê yê muebetê kir”

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfade kirin ku ev 21 sal di ser darbeya postmoderen ya 28ê Sibatê de derbas bû û hêjî gelek kes bi zilmî û neheqî ev 22 salê wan e bi derqanûnî di zîndanan de ne û wiha hat gotin: “Daraza FETO û 28ê Sibatê bi brîfîngên derqanûnî gelek însanên dîndar cizayê muebetê dan wan. Tenê ji ber nasnama xwe ya Îslamî gelek kesên misliman ev serê 20 an 25 salê wan e di zîndanan de ne. Lê belê heta niha tu çareserî ji bo wan nehatîye kirin û mexdûrîyeta wan her roj diçe zêde dibe.”

“Dereng be jî dayîna talîmateke wisa dilxweşîyê dide”

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî darbeya 15ê Tîrmehê li Konyayê gotibû: “Niha ev 5, 10, 15 salê kesên FETO ew mexdûr kirine di zîndanan de ne”. Piştî daxuyanîya Serokomar raya giştî ketibû nav hêvîyek mezin.                                      

Di berdewama axaftinê de cîh hat dayîn van gotinan: “Demek berê Serokomar di hevpeyivînekê de gotibû, ‘ji wê çaxê de ji ber biryarên wan dan kesên li mafên xwe digerin henin’, bi vî awayî hêvîya mexdûran zêdetir kir. Li ser pirsekê di warê wê tu gav bên avêtin an? Birêz Serokomar îfade kir ku wî di vî warî ji bo edalet were cîh talîmat daye. Dereng be jî dayîna talîmateke wisa dilxweşîyê dide. Lê belê piştî hêvîyek wisa heger tu gav neyên avêtin wê zilm û neheqîya heta vê rojê hatîye bikşîne gelek deran.”    

“Heta ev hafiza gemarê neyê paqijkirin darazeke ji nû ve wê tu encamê neguherîne”

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku: “Heta hafiza kesên bi Îslam û nirxên Îslamî re micadele dikirin û camîayên Îslamî wek rêxistinên terorê didan nîaşandan neyê paqijkirin daraza ji nûve vala ye”. Lewra hê jî komele o camîayên Îslamî gelekên wan yên ku ji teref rêxistina FETO û Ergenekonê wek rêxistinên terorî hatibûn nîşandan hêjî ew biryarên FETO û Ergenekonê nehatine dirustkirin.   

Di berdewama daxuyanîyê cîh hat dayîn van gotinan: “Sepanên van tiştan di mulaqat û vekolînên ewlehîyê de eşkere derdikeve holê. Hin kovar û STKayên bi tu awayî neketine nav tu sûcan miamela terorê dibînin. Kesên beşdarî faliyetên van komele û kovarana bûbin û digel faliyetên wan tev fermî be jî di vekolînên ewlehîyê de wek sûc derdikeve pêşîya wan û wan nagrin kar, kesên di kar de bin jî, ji kar tên derxistin. Heta ev tiştên ku daraza FETO, Ergenekonê û 28ê Sibatê kirîye neyên paqejkirin darazek ji nû ve bê kirin jî wê tu encam jê dernekeve. Ji bo edalet were cî lazim e dewlet lîsteyên ku wan bi xwe amade kirine ji nûve qontrol bike û camîayên Îslamî yên ne terorîste ji nav wê lîsteyê derbixe. Ji ber vê yekê divê lîsteya terorê were nûkirin û ji bo vê yekê çi hewce bike bê kirin.”

“Emê koka cemaetan derxin”

Di dawîya nirxandinê de hat îfade kirin ku dema Perînçek ji girtîngehê derket gotibû emê koko temamê camîayên Îslamê yên li Tirkîyeyê faliyata dikin derxin û niha elametê tiştên Perînçek digotibû hêdî hêdî derdikeve holê û wiha dawî li nirxandinê hat kirin: “Tiştên hatin kirin derxist holê ku dema ji girtîngehê derket gotina emê “koka temamê cemaeta derxin” û piştî vê yekê gotina wî ya ku di heqê darazê de gotibû “daraza Tirkîya niha wextê xwe yê zêrînî dijî” lazem e neyê ji bîr kirin. Dozgerên di vê zîhnîyetê de dema muebetên nû bidin guneh û webalê wê tev di hustuyê îxdîtarê de ye.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Etîket HUDA PAR Nirxandina rojevê
Kategorî ROJEV
Gelek alim, pêşewa, rêber û rêzanên Îslamê di meha Sibatê de şehîd bûn

2019-02-16 16:00:22

Ji mêj vir ve ji ber ku gelek alim, pêşawa û xizmetkarên Îslamê di meha Sibatê de hatine şehîdkirin meha sibatê bi navê “Meha Şehadetê” tê binavkirin.

Cemre dê kengî bikeve?

Cemre dê kengî bikeve?

2019-02-16 13:37:12

Ji ber ku di meha sibatê de hewa zêde germ bûn welatî ketina cemreyê ya ku mizgîndarê biharê ye meraq dikin.

Otobus û kamyon li hev qelibîn: 3 jê zarok 5 kes birîndar bûn

2019-02-16 10:41:05

Li Entabê otobus û kamyon li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 3 jê zarok 5 kes birîndar bûn.

Hemû Nûçe

Belgeyên têketinê ya îmtîhana TUS û STSyê hatin weşandin

Ji teref OSYMyê ve belgeyên têketinê ya îmtîhana TUS û STSyê hatin weşandin.

Li Xarpêtê rêya 73 gundan ji ber berfê hat girtin

Li Xarpêtê ji ber berfa ku zêde barîya rêya 73 gundan hat girtin.

Li Keşmîrê çalakîya bombeyî li leşkerên Hindistanê hat kirin: 44 mirî 20 birîndar

Li herêmeke Keşmîra ku di bin îşxala Hindistanê de ye çalakîya bombeyî li kerwana leşkerên bi pere yên Hindistanê hat kirin. Di çalakîyê de 44 leşkerên bi pere mirin û 20 jî birîndar bûn.

Otomobîl li otobusê qelibî: Mirîyek 10 birîndar

Li Bîngolê otomobîlek li otobusa rêwîyan qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.

Li Behra Marmarayê erdhej

Li Behra Marmarayê di mezinahîya 3.8an de erdhejek pêk hat.
Hemû Nûçe

ANALÎZ

Analiz Haber

Emperyalîzma çandî: 14ê Sibatê Roja Dildaran!

Analiz Haber

Di sala çaremîn de anatomiya 6-8ê Cotmehê-2

Analiz Haber

Mexdûrên kumpas û komployên FETO-2

Analiz Haber

Di sala çaremîn de anatomiya 6-8ê Cotmehê-1

Analiz Haber

Mexdûrên komplo û kumpasên FETO -1

Hevpeyvîn

Hasan El Benna digel hilweşîna xîlafetê hareketeke nû ya îhyakirinê da destpêkirin

1
“Kes ji bo xelkê Sûrîyê mudaxeleyî Sûrîyê nekir, tev ji bo menfaatên xwe xebitîn”

2
 “Zîna serbest û zewac jî qedexe ye”

“Zîna serbest û zewac jî qedexe ye”

3
Rêberê Cemaeta Hîzbullah di 19emîn salvegera şehadeta xwe de tê bîranîn

4
Pîreka ku di emrê ciwan de zewicî: “Dewlet piştî 7 salan mala min xera kir!”

5

Ajansa Nûçeyan A Îlkê - ÎLKHA

Navnîşan :Peyas Mah. 466 Sk. Öncüoğlu Sitesi A/Blok No:1 Kayapınar/DİYARBAKIR

Telefon :+90 412 237 51 23

WhatsApp :+90 536 361 88 88

Torên Me yên Medyaya Civakî

Sazumanî

  • Vîzyona me
  • Rêgezên Weşanê
  • Peymana Abonetîyê
  • Pêwendî
  • Pêşnûmaya Organîzasyonê
  • Nepenî
  • Mîsyona me
  • Hişyariya Zagonî

Menû

  • Vîdyo
  • Wenê
  • Ebonetî
  • Qeyda Abonê
  • Têketina Ebonê
  • Têkilî
  • HILBIJARTIN 2018

Xizmet

  • Arşîv
  • Haber Merkezi

© 2007-2019 Ajansa Nûçeyan A Îlkê - ÎLKHA All rights reserved.

Efxanistan êrîş mirî