Zêdetirî 700 xwendekarên lîseyê ji teref polêsê Fransayê ve hatin binçavkirin

Di xwepêşanên ku li Fransayê berdewam dikin de zêdetirî 700 xwendekarên lîseyê ji teref polêsê Fransayê ve hatin binçavkirin.

Xwepêşanên ku li Parîsa paytexta Fransayê dest pê kiribûn tê fikarkirin ku roja şemîyê cardin zêde bibin. Yekînîyên îstîxbaratê diyar dikin “ew ê hinek xwepêşandêr bo xerakirin, talankirin, kuştin û şewitandina derdorê werin Parîsê.”

 Serokwezîr Edouard Phîlîpe derbarê mijarê de diyar kir ji ber îhtîmala xwepêşanên nû di dawîya vê heftîyê de 65 hezar endamên ewlehîyê dê bên wezîfedarkirin.

Li Fransayê li mektebekê zêdetirî 700 xwendekarên lîseyê yên ku tê diyarkirin perwerdehîyê dane sekinandin ji teref polês Fransayê ve hat binçavkirin. Tê diyarkirin bi hezaran xwendekarên lîse û dibistana navîn ji ber problemên di perwerdehîyê de beşdarî xwepêşanan dibin.

 Piştî xwepêşanên ku bi heftîyan berdewam kirin re Serokomarê Fransayê Macron zema ku di warê sotemenîyê de hatibû kirin betal kir.

Di xwepêşanên ku di 17ê Mijdarê de dest pê kirin de 4 xwepêşandêr mirin û zêdetirî 200 kesan jî birîndar bûn.  Çalakîyên ku hatin kirin bûn sedema zirara çend milyon euro.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş