Welatê ku herî zêde ji Îslamê re dijmintîyê dike Fransa ye

Serokê Yekîtîya Alimên Misliman ê Cîhanê Ehmed er-Rasûynî sedema temamê êrîşên nîjadperest ên ku li Ewrûpayê li Mislimanan tên kirin Fransa ye.

Ehmed er-Rasûynîyê Serokê  Yekîtîya Alimên Misliman ê Cîhanê  gotareke bi navê “Welatê ku herî zêde ji Îslamê re dijmintîyê dike Fransa ye” weşand û balan kişand li ser êrîşên ku li Ewrûpayê li Misliman tên kirin.

Raysûnî di gotara xwe ya ku nivîsand de destnîşan kir, sedema temamê êrîşên nîjadperest ên ku li Ewrûpayê li Mislimanan tên kirin Fransa ye, lewra ev tiştên ku ji êrîşan re dibin sedem tev îcadên Fransa ye.

Raysûnî di berdewama gotara xwe de diyar kir, li Ewrûpayê  welatê ku lê herî zêde camî tên girtin û kesên ku dixwazin camîyan vekin tên astengkirin Fransa ye ku Fransa hêj dagirkerîya xwe ya li Afrîkayê didomîne û hewl dide da ku fealîyetên Îslamî ji holê bên rakirin.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş