Li Ewrûpayê bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” hat tertîpkirin

Ji teref Evîndarên Pêxember a Ewrûpayê ve li Den Haga bajêra Hollandayê bernameya bi navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Exlaq û Edaletê” hat tertîpkirin.

Li Den Haga bajêra Hollandayê ji teref Evîndarên Pêxember a Ewrûpayê bernameya bi navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Exlaq û Edaletê” hat tertîpkirin. Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û bi axavtinan berdewam kir.

 “Ger me bibin xwedîyê exlaqa wî em ê xelas bibin”

Yunus Emîrogluyê ku di bernamê de axavtinek kir destnîşan kir “Ger me bibin xwedîyê exlaqa wî em ê xelas bibin” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger Qur’an rûhê Îslamê be, Pêxemberê me jî halê wê ya mucessem e. Divê em li zarokên xwe xwedî derkevin.  Divê em Îslamê pêşî di malbata xwe de hakim bikin. Ger malbatek xelas bibe ew ê taxek xelas bibe. Ger taxek xelas bibe ew ê bajêrek xelas bibe.”

 “Îro problema herî mezin a însanetîyê bêedaletî ye”

Mela Beşîr Şîmşekê endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê jî di bernameya ku hat terîtpkirin derbarê girîngîya rojê de axavtinek kir. Şîmşek di axavtina xwe de diyar kir li Ewrûpayê zikirkirina Hz. Muhammed û ji însanan re qala wî kirin tiştekî gelekî mezin e.

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de diyar kir îro problema herî mezin a însanetîyê bêedaletî ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Pêxemberê me gelek zêde ehemîyetê daye edaletê. Di wextê wê de ji malbatekê pîrekek dizîyê dike û ji bo ku ew pîrek neyê cezakirin çend kesan dişînin ba Resûlê Xwedê. Ji ber vê yekê Pêxemberê me  ji ber vê yekê dibêje ‘Wellahî, ger qîza min Fatima bi xwe jî dizîyê bike ez ê cezaya wê bidimê.”

Bername bi îlahî û diayên ku hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş