Li Çînê di madenê de teqîn pêk hat: 4 mirî

Li Çînê di teqîna ku di madenekê de pêk hat de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî mahsûr man.

Hat ragihandin li Çînê di teqîna ku di madenekê de pêk hat de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî mahsûr man.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin teqîn li herêma Guîzhouya li başûrê rojavayê Çînê di madenekê de pêk hat. Ji ber teqînê 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî di madenê de mahsûr man.

Sedema teqînê nayê zanîn û xebatên rizgarkirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş