Henîyye: Hamas û Cîhada Îslamî  muttefîkên hev ên stratejîk in

Serokê Yekîneya Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye destnîşan kir; pêwendîya di navbera Hamas û Cîhada Îslamî de weke wê pêwendîya tifaqa stratejîk a di navbera birayên ku ala Îslam û berxwedanê girtine destê xwe ye.

Ji ber minasebeta 32emîn salvegera damezrandina Harekata Cîhada Îslamî ji teref Serokê Yekîneya Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Henîyye di axavtina xwe ya ku  kir de destnîşan kir; ew li ser navê endamên Hamasê hatiye ziyareta Cîhada Îslamî û ew li ser navê endamên Hamasê Cîhada Îslamî di salvegera damezrandina wî de pîroz dike.

Henîyye di berdewama axavtina xwe de diyar kir; pêwendîya di navbera Hamas û Cîhada Îslamî de weke wê pêwendîya tifaqa stratejîk a di navbera birayên ku ala Îslam û berxwedanê girtine destê xwe ye.

Nafîz Azzamê Endamê Yekîneya Sîyasî ya Cîhada Îslamî ji ber ziyareta ku ji teref Hamasê ve li wan hatiye kirin kêfxweşîyên xwe anî zimên.(ÎLKHA)

 

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş