Amerîka li Efxanistanê êrîşî karkerên ziraetê kir: 30 şehîd 40 birîndar

Amerîka li Efxanistanê bi balafirên bêînsan êrîş bir li ser karkerên ziraetê, di encama êrîşa ku hat kirin de 30 karker şehîd bûn û 40 karker jî birîndar bûn.

Hat ragihandin Amerîka li Efxanistanê bi balafirên bêînsan êrîş bir li ser karkerên ziraetê, di encama êrîşa ku hat kirin de 30 karker şehîd bûn û 40 karker jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref rayedarên Efxanî ve daxuyanîyek hat belavkirin, di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, Amerîka li herêma Wezîr Tangîya Efxanistanê bi balafirên bêînsan êrîş bir li ser karkerên ziraetê, di encama êrîşa ku hat kirin de pîrek û zarok jî di nav de 30 karker şehîd bûn û 40 karker jî birîndar bûn.

Amerîka derbarê mijarê de diyar kir ew bi “şaşîtî” li karkeran dane.

Li gorî qeydên fermî di navbera mehên çile û tîrmehê de li Efxanistanê hezar û 336 kesên sîwîl di êrîşên Amerîkayê de şehîd bûn û 2 hezar û 446 sîwîl jî birîndar bûn.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Xeberên ku Derketina Pêş