A A A

Dê û bav naxwazin zarokên wan di korîdorên mektebê de xwarina xwe bixwin

: 2017-09-12 13:30

RİHA - Li Rihaya ku lê hejmara xwendevanên ku perwedehiya veguhestinî dibînin gelek zêde ye di van salên dawî de ji ber ku di mektebên ku nû hatine çêkirin de xwaringeh tuneye zarok ji naçarî di korîdorên mekteban de hewil didin nanê xwe bixwin.

Dê û bav naxwazin zarokên wan di korîdorên mektebê de xwarina xwe bixwin

Her çiqas ji bo ku di mektebên kul ê perwerdehiya veguhestinî tê dayîn ev mişkîle û problem ji rastê bên rakirin xebat û guhertin hatibin kirin jî halê wan mektebên ku berî guhertinê hatine çêkirin hêj nediyar e.

Li gundê Goktepeya Xalîliya Rihayê ji ber ku di mektebê de xwaringeh tuneye xwendevan di navrojê de xwarinên xwe ji naçarî di korîdora mektebê de dixwin. Huseyîn Yalçinê muxtarê gund e derheqê mijarê de diyar kir ji ber xwaringeh tuneye zarok li erdê xwarina xwe dixwin. Muxtar ji rayedaran teleb kir da ku ji vê meselê re çareyekê bibînin.

Yalçin di berdewama axavtina xwe de diyar kir di sala 2011an de li heremê 200 mekteb hatine çêkirin û di yekî ji van de jî xwaringeh tuneye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di sala 2011an de li heremê 200 mekteb hatine çêkirin û di yekî ji van de jî xwaringeh tuneye. Wek mînak: xwendevanên  derdorê tên mekteba û di dema xwarinê de ji ber ku cihê xwarinê tuneye xwendevan li erdê xwarina xwe dixwin. Ev mişkîle ev demek dirêj e ku berdewam dike. Min daxwazname da Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr, ez çûm ba qeymeqam û alîkariyê walî lê belê hemû hewlên min bêencam man.”

Rayedarên ku em bi wan re têketin pêwendiyê derheqê mijarê de diyar kirin ji teref Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve ew mektebên kul ê 8 pol hene polek wek xwaringeh hatiye tesîskirin.(ÎLKHA)

 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Mamosteyên ku hatine tayînkirin ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi wezîfê bikin

Mamosteyên ku hatine tayînkirin ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi wezîfê bikin

2017-09-21 17:01:35

Namzedên mexdûr ên mamostetiyê yên ku hatine tayînkirin lê ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi kar bikin diyar kirn bêyî ku tu hincet bê nîşandan heqê wan ji destên wan hatiye standin.

Ev 3 roj in ku li Herema Habûrê tetbîqet berdewam dike

Ev 3 roj in ku li Herema Habûrê tetbîqet berdewam dike

2017-09-20 17:03:47

Tetbîqata ku ji teref TSKyê ve li Herema Habûrê roja duşemê hatibû destpêkirin hêj berdewam dike.

Li Nîgdeyê qezaya helîkopterê: Polêsek jiyana xwe ji dest da

Li Nîgdeyê qezaya helîkopterê: Polêsek jiyana xwe ji dest da

2017-09-20 16:45:28

Di qezaya helîkopterê ya ku li Dibistana Bilind a Meslekê ya Polêsan a Nîgdê pêk hat de polêsek jiyana xwe ji dest da û polêsek jî birîndar bû.

Hemû Nûçe

Erdogan: Ew ê di îmtîhanên têketina zanîngehê de guhartin bên kirin

Serokkomar Erdoganê ku piştî 72emîn Hevdîtinên Giştî ytên Lijneya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da diyar kir ew ê di îmtîhanên têketina zanîngehê de guhartin bên kirin.

Di erdheja Meksîkayê de hejmara miriyan derket 248 kesan

Hat ragihandin hejmara kesên ku di erdheja Meksîkayê de mirin derket 248 kesan.

Serokkomar Erdogan di Lûtkeya NYê de hevdîtinan kir

Serokkomar Erdoganê ku beşdarî 72emîn Lijneya Giştî yê NYê bû hevdîtinan kir.

“Li Entabê 70 hezar zarokên Sûriyeyî hatin perwerdekirin”

Seroka Şaredariya Mezin a Entabê Fatma Şahîn destnîşan kir li Entabê 70 hezar zarokên Sûriyeyî hatine perwerdekirin.

Li Meksîkayê erdhej: 149 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Meksîkayê ku welatê Amerîkayê Başûr e di mezinahiya 7.1an de erdhejek pêk hat. Di encama erdheja ku pêk hat de 149 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hemû Nûçe