A A A

Li ber temsîlkariya Neteweyên Yekbûyî ya li Tahranê protestoya Myanmarê

: 2017-09-12 08:45

Tahran - Xwendekarên zanîngehê yên ku li Tahranê bo wehşeta ku li Arakanê li Mislimanan tên kirin şermezar bikin li hev civiyan li ber temsîlkariya Neteweyên Yekbûyî ya li Tahranê xwepêşana protestoyê tertîp kirin.

Li ber temsîlkariya Neteweyên Yekbûyî ya li Tahranê protestoya Myanmarê

Xwendevanên ku bi banga Yekîtiya Xwendekarên Zanîngehê li  ber temsîlkariya Neteweyên Yekbûyî ya li Tahranê li hev civiyan bertek nîşanî  zilm û wehşeta ku ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst ve tên kirin.

Di xwepêşana  protestoyê ya ku gelek xwendevan beşdarî bûbûn de bênavber tekbîr hatin avêtin û hat xwestin ku Neteweyên Yekbûyî wê wezîfeya xwe ya eslî bi cî bîne  û zilmê bide sekinandin.

Xwendevanên zanîngehê diyar kirin ger Misliman yek bana û digel hev tevgeriyabana dê ev wehşet çênebûbana. Xwendevan her wisa diyar kirin divê alema Îslamê birînên Mislimanên Arakanî bipêçe.

Huseyîn Hacî Alî Delîganiyê Parlementerê Şahînşehra Îsfahanê ye di xwepêşana ku ji teref Yekîtiya Xwendevanên Zanîngehê ve hatiye tertîpkirin de axivî derheqê meselê de diyar kir çawa ku mesûliyeta Mislimanan a Îslamî hebin bi heman awayî yên însanî jî hene û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Di bergeha vê mesûliyetê de divê hêzeke hevpar a eskerî bê tesîskirin û bo pêşiya vê wehşetê bê girtin gavên ber bi çav bên avêtin û her wisa ji bo birînên wan bên pêçan alîkarî ji wan re bê şandin.”

Di xwepêşana protestoyê de çend xwendevanên bi navê Masume Rahimiyan,  Meryem Zakirhani û Muhammed Kerim İsfehani her yek axavtinek kirin. Xwendevanên ku axavtin kirin derheqê mijarê de weha gotin  “Ji wê drama însanetiyê ya ku pêk tê re tu kes bertekê nîşan nade, ji ber ku Misliman û însan in ne xema tu kesî ne.

Em îro li vê derê civiyan da ku em bidin nîşandan Mislimanên Arakanî nehatine jibîrkirin û em dixwazin nîşan bidin ku dengên wan dibîhîzin. Em wek xelkê dikarin tiştinan bikin.  Divê çi tiştên ku ji destên me tên em bikin û li dijî vê wehşetê bertekê nîşan bidin.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Erdogan di Forma Kar de wê desteka ku Amerîka dide PKKê anî rojevê

Erdogan di Forma Kar de wê desteka ku Amerîka dide PKKê anî rojevê

2017-09-21 14:25:31

Serokkomar Erdoganê ku di Forma Kar a Kûrewî ya Bloombergê de daxuyanî da wê desteka ku Amerîka dide PKKê anî rojevê.

Erdogan: Ew ê di îmtîhanên têketina zanîngehê de guhartin bên kirin

Erdogan: Ew ê di îmtîhanên têketina zanîngehê de guhartin bên kirin

2017-09-20 10:51:52

Serokkomar Erdoganê ku piştî 72emîn Hevdîtinên Giştî ytên Lijneya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da diyar kir ew ê di îmtîhanên têketina zanîngehê de guhartin bên kirin.

Di erdheja Meksîkayê de hejmara miriyan derket 248 kesan

Di erdheja Meksîkayê de hejmara miriyan derket 248 kesan

2017-09-20 10:25:40

Hat ragihandin hejmara kesên ku di erdheja Meksîkayê de mirin derket 248 kesan.

Hemû Nûçe

Erdogan: Ew ê di îmtîhanên têketina zanîngehê de guhartin bên kirin

Serokkomar Erdoganê ku piştî 72emîn Hevdîtinên Giştî ytên Lijneya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da diyar kir ew ê di îmtîhanên têketina zanîngehê de guhartin bên kirin.

Di erdheja Meksîkayê de hejmara miriyan derket 248 kesan

Hat ragihandin hejmara kesên ku di erdheja Meksîkayê de mirin derket 248 kesan.

Serokkomar Erdogan di Lûtkeya NYê de hevdîtinan kir

Serokkomar Erdoganê ku beşdarî 72emîn Lijneya Giştî yê NYê bû hevdîtinan kir.

“Li Entabê 70 hezar zarokên Sûriyeyî hatin perwerdekirin”

Seroka Şaredariya Mezin a Entabê Fatma Şahîn destnîşan kir li Entabê 70 hezar zarokên Sûriyeyî hatine perwerdekirin.

Li Meksîkayê erdhej: 149 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Meksîkayê ku welatê Amerîkayê Başûr e di mezinahiya 7.1an de erdhejek pêk hat. Di encama erdheja ku pêk hat de 149 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hemû Nûçe