A A A

“Çima her tim kesên ku koç dikin û koçkirin li wan tê ferzkirin xelkê vê heremê ye?”

: 2017-09-11 09:05

MÛŞ - Serokê Bajêra Mûşê yê HUDA PAR M. Şîrîn Çaglayan qala zehmetî û elemên ku karkerên zireatê dikşînin kir diyar kir divê li heremê qadên îstîhdamê bên vekirin.

 “Çima her tim kesên ku koç dikin û koçkirin li wan tê ferzkirin xelkê vê heremê ye?”

Çaglayanê ku derheqê zehmetiyên karkeran de nirxandinan  diyar kir divê pêşî li rojhilat qadên îstîhdamê bên vekirin û pêwîst e hikûmet di vî warî de gavinan bavêje.

Çaglayan di berdewama axavtina xwe de  qala wê qezaya ku karkerên zireatê li Mûşê kirin û qala wê êrîşa çekdarî ya ku li Termeya Samsûnê li karkeran hatibû kirin kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dawî li vê rewşa kovanda û elemnak a karkerên zireatê nayê. Digel ku zehmetî, derd û kûlên karkerên zireatê tên rojevê jî tiştek ji bo pê pêşiya van bê girtin nayê kirin. Ji bêkarî û zehmetiyan re çare nayê dîtin. Bereksa wê bêkarî zêdetir dibe. Ji ber zehmetiyên ku hene gelek mexdûriyetên mezin pêk tên. Bo mişkîle bên çareserkirin divê gavinan bên avêtin.”

 “Hetanî ku rêwîtî berdewam bikin ew ê mş û elemên wisa bên kişandin”

Çaglayan balan kişand li ser qezaya ku li mÛşê pêk hatibû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di wan rojên borî de çend kesên ehlê Gimgima Mûşê bo bixebitin rêya Zonguldakê girtibûn ku di dema rêwîtiyê de li Sanayiya Organîzê qeza kirin. Di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn. Qeza li ba kêleka sanayiya ku hatiye terkkirin pêk hat ku ev yek jî watedar e. Nexasim ez dixwazin balên îdareya mehelî bikşînim li ser vê yekê. Berî niha jî li gelek deran gelek weqiayên wisa qewimîn. Herî dawî li Termeya Samsunê êrîşa çekdarî li malbateke ku ji Rihayê bo xebatê hatibû hat kirin û di êrîşê de pîrekek  jiyana xwe ji dest da û pîrekek jî birîndar bû. Hetanî ku rêwîtî berdewam bikin ew ê êş û elemên wisa bên kişandin.”

Çaglayan di dawiya axavtina xwe de diyar kir her tim xelkê vê heremê çima êş û eleman dikşîne û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Çima xelkê vê heremê mexdûr e, bêkar e, koç dike û her tim koçkirin lê tê farzkirin, êş û eleman dikşîne? Ev mişkîle girîng in û divê demildest bên çareserkirin.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Mamosteyên ku hatine tayînkirin ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi wezîfê bikin

Mamosteyên ku hatine tayînkirin ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi wezîfê bikin

2017-09-21 17:01:35

Namzedên mexdûr ên mamostetiyê yên ku hatine tayînkirin lê ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi kar bikin diyar kirn bêyî ku tu hincet bê nîşandan heqê wan ji destên wan hatiye standin.

Ev 3 roj in ku li Herema Habûrê tetbîqet berdewam dike

Ev 3 roj in ku li Herema Habûrê tetbîqet berdewam dike

2017-09-20 17:03:47

Tetbîqata ku ji teref TSKyê ve li Herema Habûrê roja duşemê hatibû destpêkirin hêj berdewam dike.

Li Nîgdeyê qezaya helîkopterê: Polêsek jiyana xwe ji dest da

Li Nîgdeyê qezaya helîkopterê: Polêsek jiyana xwe ji dest da

2017-09-20 16:45:28

Di qezaya helîkopterê ya ku li Dibistana Bilind a Meslekê ya Polêsan a Nîgdê pêk hat de polêsek jiyana xwe ji dest da û polêsek jî birîndar bû.

Hemû Nûçe

Erdogan: Ew ê di îmtîhanên têketina zanîngehê de guhartin bên kirin

Serokkomar Erdoganê ku piştî 72emîn Hevdîtinên Giştî ytên Lijneya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da diyar kir ew ê di îmtîhanên têketina zanîngehê de guhartin bên kirin.

Di erdheja Meksîkayê de hejmara miriyan derket 248 kesan

Hat ragihandin hejmara kesên ku di erdheja Meksîkayê de mirin derket 248 kesan.

Serokkomar Erdogan di Lûtkeya NYê de hevdîtinan kir

Serokkomar Erdoganê ku beşdarî 72emîn Lijneya Giştî yê NYê bû hevdîtinan kir.

“Li Entabê 70 hezar zarokên Sûriyeyî hatin perwerdekirin”

Seroka Şaredariya Mezin a Entabê Fatma Şahîn destnîşan kir li Entabê 70 hezar zarokên Sûriyeyî hatine perwerdekirin.

Li Meksîkayê erdhej: 149 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Meksîkayê ku welatê Amerîkayê Başûr e di mezinahiya 7.1an de erdhejek pêk hat. Di encama erdheja ku pêk hat de 149 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hemû Nûçe