A A A

Hurgiliyên êrîşa bombeyî ya li Licê derketin holê

: 2017-09-10 14:41

DIYARBEKIR - Hûrgiliyên êrîşa ku li Licê bi wesayîta bombebarkirî li qereqolê hat kirin derketin holê.

Hurgiliyên êrîşa bombeyî ya li Licê derketin holê

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin îro şeveqê derdora seat 05.50an de bi wesayîta bombebarkirî êrîş li Qereqola Duruyê ya ku 15 kîlometreyan ji Licê dûr e hat kirin. Di êrîşê de mînîbusa bi plaqeya 33 ACF 42 hat bikaranîn. Hat diyarkirin PKKyiya ku êrîşê li dar xist li cihê bûyerê mir  û eskerekî ku nobedê digirt bi şikleke sivik birîndar bû.

Eskerê ku birîndar bûbû hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî. Hat diyarkirin ji ber tundiya teqînê di firehiya 11 metroyan û di kûrahiya 5 metroyan de çalek vebû û li gundê Haci Musa jî 2 mal û camiyek û îstasyoneke sotemeniyê zirar dîtin.

Hat hînbûn PKKyiya ku êrîş li dar xistiye pîrek û mînîbûsa ku di êrîşê de hatiye bikaranîn jî doh êvarî ji Hênê hatiye dizîn. Ji ber teqînê di rê de çalek mezin vebû, ji ber vê yekê rê ji trafîkê re hat girtin. Piştî ku rê hat edilandin re ew ê ji trafîkê re bê vekirin.

 Sînan Başakê Qeymeqamê Hênê ye hat cihê bûyerê  tehqîqet kir. Başakê ku hat cihê bûyerê derheqê mijarê de diyar kir doh êvarî ji wan re îxbareke revandine mînîbûsê hatiye û wiha got: “Ji bo nasnameya PKKyiya ku êrîşê tertîp kiriye bê tespîtkirin xebat berdewam dikin. Welatiyên me hizûr û aramiyê dixwazin û cardin naxwazin li Licê bûyerên wisa biqewimin, lewra êdî ji wan hewadîsan aciz bûn.”(ÎLKHA)

 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Mamosteyên ku hatine tayînkirin ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi wezîfê bikin

Mamosteyên ku hatine tayînkirin ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi wezîfê bikin

2017-09-21 17:01:35

Namzedên mexdûr ên mamostetiyê yên ku hatine tayînkirin lê ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi kar bikin diyar kirn bêyî ku tu hincet bê nîşandan heqê wan ji destên wan hatiye standin.

Ev 3 roj in ku li Herema Habûrê tetbîqet berdewam dike

Ev 3 roj in ku li Herema Habûrê tetbîqet berdewam dike

2017-09-20 17:03:47

Tetbîqata ku ji teref TSKyê ve li Herema Habûrê roja duşemê hatibû destpêkirin hêj berdewam dike.

Li Nîgdeyê qezaya helîkopterê: Polêsek jiyana xwe ji dest da

Li Nîgdeyê qezaya helîkopterê: Polêsek jiyana xwe ji dest da

2017-09-20 16:45:28

Di qezaya helîkopterê ya ku li Dibistana Bilind a Meslekê ya Polêsan a Nîgdê pêk hat de polêsek jiyana xwe ji dest da û polêsek jî birîndar bû.

Hemû Nûçe

Erdogan: Ew ê di îmtîhanên têketina zanîngehê de guhartin bên kirin

Serokkomar Erdoganê ku piştî 72emîn Hevdîtinên Giştî ytên Lijneya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da diyar kir ew ê di îmtîhanên têketina zanîngehê de guhartin bên kirin.

Di erdheja Meksîkayê de hejmara miriyan derket 248 kesan

Hat ragihandin hejmara kesên ku di erdheja Meksîkayê de mirin derket 248 kesan.

Serokkomar Erdogan di Lûtkeya NYê de hevdîtinan kir

Serokkomar Erdoganê ku beşdarî 72emîn Lijneya Giştî yê NYê bû hevdîtinan kir.

“Li Entabê 70 hezar zarokên Sûriyeyî hatin perwerdekirin”

Seroka Şaredariya Mezin a Entabê Fatma Şahîn destnîşan kir li Entabê 70 hezar zarokên Sûriyeyî hatine perwerdekirin.

Li Meksîkayê erdhej: 149 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Meksîkayê ku welatê Amerîkayê Başûr e di mezinahiya 7.1an de erdhejek pêk hat. Di encama erdheja ku pêk hat de 149 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hemû Nûçe