A A A

Tanrikulu: “ Hikûmet di pêvajoya çareserîyê de rêyeke xelet şopand”

: 2015-08-02 16:03

DIYARBEKIR - Serokê Bajêra Amedê ya HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu destnîşankir ku hikûmet di pêvajoya çareserîyê de rêyeke şaş şopandiye, Tanrikulu her wiha di derbarê PKK, IŞÎD, Sûrî, Misir û di derbarê Rojhilata Navîn de jî nirxandinên balkêş kir.

Tanrikulu: “ Hikûmet di pêvajoya çareserîyê de rêyeke xelet şopand”

Nûçegihanê Rojhilata Navîn a malpera xeberan a Middleesteyê ya  ku li Îngiltereyê weşane dike  bi Serokê Bajêra Amedê ya Partîya Doza Azad Şeyhmuz Tanrikulu re hevpeyvînek kir. ŞeyhmusTanrikulu di hevpeyvînê de di derbarê rojevê de bi nûçegihan Alex McDonaldê re nirxandinên balkêş parve kir.

Tanrikulu di derbarê rojevê de wiha dest bi axavtina xwe kir: “Hikûmet di pêvajoya çareserîyê de rêyeke xelet şopand.  Me wek HUDA PARê berîya pêvajoya çareserîyê jî û piştî pevajoya çareserîyê jî got ku divê maf û heqên kurdan divê were dayîn û me gotibû ku di pêvajoya çareserîyê de tenê muxatab standina PKKê tiştekî xelet e. Em vê niha jî dibêjin. Lewra PKK temamê kurdan temsil nake. Partîyên siyasî, sazîyên civakî yên sivîl û her wiha jî mezinên heremê yên kurdan hene. Ji ber vê yekê me got ku di vê pêvajoya çareserîyê de divê hikûmet  bi hemû kesan re hevdîtinan bike. A rast ev e.”

Tanrikulu di derbarê mijara mafên kurdan ên ku ji teref rejîma Kemalîst ve hatibûn xespkirin de jî wiha ragihand: “ Dayîna heqên kurdan girêdana bi çekdayîna PKKê ve ne mafê vê hikûmetê û  ne jî nê heqê tu kesî ye. Ev tiştekî xelet e.  Ji ber vê yekê dixwaze bila PKK çek deyne û dixwaze bila nedeyne, divê gavek berî gavekê maf û heqên kurdan werin dayîn. Em di vê bawerîyê de ne.”

"Dewlet ji bo xatirê pêvajoyê tu carî ji PKKê re dengê xwe nekir"

Tanrikulu ji pirsa Nûçegihan Alex McDonald a di derbarê  PKKê û erîşên ku hatine kirin de wiha bersiv da: “Ev bû 2 sal ku êrîşên PKKê didomin. Bi destpêkirina pêvajoya çareserîyê di navbera polîs, esker û mîlîtanên PKKê de şereke mezin derneket. Lê belê PKKê di vê pêvajoyê de êrîş li kesên muxalif dikir û dixwast ku wan muxalifan ji holê  rabike. Ji vî tiştî re em karin van mînakan bidin.Şewitandina mekîneyên kar, birînên rêyan, serdegirtinên  şantîyayan û mînakên mîna van. PKKê ji van mînakan zêdetir tişt kirin. Ji ber firseda pêvajoya çareserîyê PKK mîlîtanên xwe yên çekdar ji serê çiyan şande nava gund, bajarok û bajaran. Bi avayî zext û zordarî li xelkê kir û bi vî awayî propagandeyên xwe kirin. Ewqas tişt pêk dihatin lê belê polîs û esker ji vî tiştî re tiştekî nedigotin.”

"PKK li heremê çavên kesên ku jê re muxalif bûn deranî û naylonan li ser laşen wan de niqutand"

 Nûçegihanê Ingîlîz di derbarê PKKê de pirsa  ‘PKK li heremê çi tişt dikirin?’ ji Tanrikulu pirs kir. Tanrikulu wiha bersiva pirsa wî  da: “ PKK ji bona ku kesên ku jê re muxalif in ji holê rabike wan bi şiklekî wahşîyanê qetil dikir.Dema ku PKKê hê nû derketê holê pêşî komên çepgir yên ku jê re muxalif bûn bi şiklekî wehşîyanê ji holê rakir. PKK piştî ku komên çepgir yên ku jê re  muxalifbûn ji holê rakir re êdî dest bi komên îslamî kir. PKK zen kir ku ew ê mîna komên çepgir, komên îslamî jî birehetî ji holê rabike. Lê belê ev tişt weke ku PKK difikirî nebû. Ango hêza wî têra ji holê rakirina komên îslamî re nekir. Dema ku PKK bere xwe da camiaya îslamî gelek qetlîamên wehşîyanê kirin.PKK ji ber ku li heremê nikaribû propagandaya xwe bike pêşî dest bi revandina melayan kir û wan qetil kir. Ji wan kesên ku PKKê wan direvand, pêşî çavên wan derdixist û dûv re jî naylon di ser laşen wan de dinuqutand. Bi vî awayî bi şiklekî wehşîyanê wan qetil kir.”

"PKK dixwaze li heremê bibe hêzekê tenê"

Tanrikulu nirxandina xwe ya di derbarê PKKê de wiha domand: “PKK dixwaze li heremê bibe hezekê tenê û her wiha PKK li heremê ji xwe pê ve tu kesî naxweze. Di navbera salên 2004 û 2012an de komeleyên me yên sivîl li heremê fealîyetan dikirin. Di vê navbirê de PKK nêzî 200 êrîşê li van sazîyên civakî yên sivîl kir. Piştî sala 2012an me wek partîyê xwe berda meydanê. Ji ber vê yekê jî PKK ji sala 2012an heta 2015an nêzî 400 êrîşî li me kir û her wiha nêzî 20 endamê me jî qetil kir.”

"Her cûr iftira û buxtanan li me kirin"

Tanrikulu destnîşan kir ku ji teref  PKKê ve gelek îftîra û buxtan li wan hatine kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “PKK ji bona ku me ji holê rabike me li ber çavên xelkê wek şeytan dida nasîn û her wiha îftîra û buxtanan li me dikir da ku eleqeya xelkê ya ku ji me re hebû bişkîne. Dema ku em wek STKyan fealîyetên xwe dikir ji me re digotin ku ‘ Ev kes ji bona pêşîya BDP/HDPê qut bikin tên bikaranîn’. Piştî ku me partî avakir êdî vêcar jî ji me re gotin ku ‘Ji teref Îranê ve tên fînansê kirin.” Dema ku hereketa El Nusra derketê meydanê, ji me re  gotin ‘Hûn alîgirê Nusrayê ne.’ Pişt re ji me re gotin ‘Hûn AK Partîyî ne.’Dema ku IŞÎD derket holê vêcar jî rabûn ji me re gotin ku ‘Hûn alîgirê IŞÎDê ne.’ Bi xulasa di çapemenîyê de tiştekî herî nebaş çi be me bi wan îsnad dikirin û digotin ku hûn ji wan in.”

Rojava piştgirîyê neda bihara ereban

Tanrikulu bersiva pirsa Nûçegihanê Ingilîzî ya di derbarê bihara ereban û IŞÎDê de wiha da: “Rojava piştgirîyê neda bihara Tûnis, Lîbya û Misirê. Lewra biharên van dewletan bi refaransa îslamî bû. Wek mînak li Misirê cara yekem Serokkomar ji teref xelkê hat hilbijartin. Lê belê derbe lê hat kirin û bi deh hezaran însan li wir hatin qetilkirin. Rojava qet bi vî tiştî eleqedar nebû û dengê xwe dernexist.Her wiha gelek dewletên Ewrûpayê jî  vî tiştî bi navê darbe binav nekirin.Ji ber vê politikaya dûrûtî ya Rojava, êdî qinyantîya xelkên Rojhilata Navîn li Rojavayê nayê.

Dema ku em werin mijara IŞÎDê. Ne di mijara fikrî de ne jî di mijara  pratîkî de tu şibandina me û IŞÎDê bi hevdu re tune ye.Dema ku tiştên ku IŞÎDê dikirin di çapemenîyê de derketin me diyar kir ku ev karên IŞÎDê yên ku dike û fikra wan a tekfîrê zirarê dide îslamê. Her wiha me destnîşan kir ku ev karên ku IŞÎDê dike cihên wan ne di îslamîyetê de ne jî di însanetîyê de tune ye. Me van tiştan bi şiklekî eşkere beyan kir.”

PKK ji temamê komên kurdî re pirsgirêk û astengîyan derdixe

Tanrikulu destnîşan kir ku PKK ji temamên komên kurdî re pirsgirêkan derdixe û her wiha li axavtina xwe zêde kir: “ PKK pêvajoya çareserîyê wek firsetekî dît û bi hezaran hêmanên xwe ji Kurdistana Bakur şande Kurdistana Rojava da ku beşdarî YPGê bibin. Wek ku tê zanîn di nava kurdan de tevlî kurdên Kurdistana Îranê sazîya herî kevin a KDPya Barzanî ye. Lê belê tevlî van kesên ku beşdarî YPGê bûn di destpêkê de ji KDPê re texemul nekirin û nehiştin ku çekan hilbigrin û organize bibin. YPG ya ku weke PKKê xwedîyê fikra marksîst û lenînîst bû û hêza çekdarî di destên xwe de digirt, dest bi tesfîyekirina kesên xwedîyê fikrê îslamî bû kir. Bi vî awayî temamên kesên ku li wê derê xwedîyê fikrê îslamî ji Rojavayê Kurdistanê derxist.  Ji ber vê zext û zordarîya PKKê hinek kurd beşdarî OSO hinek jî beşdarî IŞÎD û Nusrayê bûn. Her wiha bi sed hezaran Kurdistanîyên Rojavayî mecbûr man ku biçin Kurdistana Başur. Wek ku tê zanîn di sala 2013an de di navbera ENKS Û PKKê de peymana Dihokê hat îmzekirin. Lê belê dema ku PKKê li ser vê soza xwe nesekinî êdî însanên wê derê mecbûr man ku koç bikin. Dema ku IŞÎD kete Kurdistana Başur , Şengal û Rojavayê ew kesên ku zaxt û zordarîyê li xelkê dikirin fêmkirin ku nikarin ji heqê IŞÎDê derkevin. Ji ber vê yekê bû hawar hawara wan û  alîkarîyê ji Tirkîyê û ji hikûmeta Kurdistana Başur xwestin. Ji ber vê yekê dewleta Tirkîyê ji peşmeêrgeyan re korîdor vekir da ku peşmêrge biçin Rojavaya Kurdistanê. Bi hatine peşmêrgeyan IŞÎD ji Kobanê hat derkxistin. Lê belê çapemenîya PKKê weke ku ev tişt qet nebûye, dijmintîya xwe ya li dijî Barzanî û AK Partîyê domand. A niha jî li Kurdistana Başur 5 hezar peşmêrge amade ne. Lê belê YPG nahêle ku peşmêrge têkeve wan deran. Ji peşmêrgeyan re dibêjin ku ji bona hatine vê derê divê cilên YPGê li xwe bikin.”

"Ocalan qet rewşa kurdên Sûriyê neanî rojevê"

Tanrikulu wiha dawî li axavtina xwe anî:  “Wek ku tê zanîn kurdên Sûrî bênasname bûn. Di bin rewşên gelekî giran de jiyana xwe derbas dikirin û gelek caran leqayî bêdadî û bêedaletîyan dihatin. Her wiha di warê organîzebûna di qada siyasî de jî îmkan ji wan re nedihat dayîn. Abdullah Ocalan bi salan li Sûriyê ma.Di warê eskerî ,sileh û maddî de destek û piştgirî  ji Hafiz Esed stand. Ocalan rewşa kurdên Sûriyê gelekî baş  dizanîbû. Lê belê Ocalan halê kurdên Sûriyê  tu car neanî rojevê.” (ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Parlamenteriya Hezer û Sariyildizê HDPyî hat betalkirin

Parlamenteriya Hezer û Sariyildizê HDPyî hat betalkirin

2017-07-27 16:17:03

Parlementeriya Tugba Hezer Ozturk û Faysal Sariyildizê HDPyî hat betalkirin

Siyonîst dê  ofîsa Al Jazeerayê bigrin

Siyonîst dê ofîsa Al Jazeerayê bigrin

2017-07-27 13:17:29

Bînyamin Netanyahuyê îşxalkerê siyonîst diyar kir wî talîmat daye da ku ofîsa Al Jazeera ya li Qudsê bê girtin.

 “Heqê Kurdan heye ku derheqê dahatûya xwe de qerarê bidin”

“Heqê Kurdan heye ku derheqê dahatûya xwe de qerarê bidin”

2017-07-25 09:41:26

Heyeteka ku ji partiyiyan û nûnerên STKyan pêk dihat Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ziyaret kirin.

Hemû Nûçe

Li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin

Li gor rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin.

Şêx Raîd Salah ji teref çeteyên siyonist ve hat desteserkirin

Çeteyê terorê ya siyonist Şêx Raîd Salahê ku wek muhafizê Mescîda Eqsayê tê naskirin desteser kir.

Di felaketa lehiyê ya li Sîerra Leoneyê de 312 kes jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ji ber barana zêde û lehiyê li Sîerra Leoneya welatê Afrîkayê herî kêm 312 kes jiyana xwe ji dest dan.

Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin

Li Tirkiyê reqemên bêkariyê di meha gulanê de 330 hezar kes zêde bû û hejmera bêkaran derkete 3 milyon û 225 hezaran.

Ev du roj in ku lawê xwe yê ku winda bûye digerin

Li Diyarbekirê ev 2 roj in ku ji Yasîn Yildizê 13 salî xeber nayê standin.
Hemû Nûçe