A A A

Esnafê Êlihê bo qutbûnên ceyranê çareyekê teleb dike

: 2017-09-09 11:26

ÊLIH - Li Êlihê ji ber ku ceyran bênavber qut dibin esnaf bi derd û kûl e, esnafê ku ji qutbûnên ceyranê gazinan dike diyar dike -ku bila mişkîleya wan a di warê ceyranê de bê çareserkirin.

Esnafê Êlihê bo qutbûnên ceyranê çareyekê teleb dike

Di serî de dikandarên Kolana Banqeyan a li Taxa Çarşiyê û bi giştî jî gelek dikandarên li navenda çarşiyê  ji ber ku ceyran gelek caran qut dibin ji DEAŞê re bertek nîşan dan û teleb kirin ku mişkîle bên çareserkirin.

Mahmud Kayayê ku li Kolana Banqayan zêrfiroşiyê dike derheqê mijarê de diyar kir ew wek dikandaran bi vê rezaletê re rûbirû dimînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek dikandaran zehmetiyê dikşînin. Di ser de ceyran tuneye, ma em ê di vî halî de çi bikin?  Vaye halê dikandarên Êlihê di holê de ye? Ji gotina zêde re hewce tuneye. Ew ê bi vî halî heta ku biçe? Em kirê û bacê didin. Însan tên dema ku ceyran tunebe em nikarin tiştekî biwezinînin. Em çareyekek bi lez distînin. Em rojinan seatekê jî  rûyê ceyranê nabînin. Me ne guneh û heyf e? Ew kî kirêya van dikandaran bide?”

 “Di heftiyekê de herî kêm em 2 rojan di nava tarîtiyê de ne”

Esnafê bi navê Mehmet Emîn Yildiz jî derheqê mijarê de diyar kir di heftiyekê de herî kêm 2 rojan ceyrana wan tuneye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Eyb e, guneh e.Bila ji Xwedê bitirsin. Dema ku 5 rojn ji ser dîroka dayîna faturê derbas dibe ceyranê qut dikin. Lê ev 4 sal e ku em di nava heftiyekê de herî kem em 2 rojan di nava tarîtiyê de ne. Li vê derê 300 dikandar hene, çend malbat li vê derê nan dixwe. Ma ev ne gunah e?Kî vî memleketî îdare dike? Gelo tu xwediyê vî memleketî tuneye?”

Dikandarên bi navê Şerafettîn Tamkan, Erdal Kaya, Hasan Ozcan, Nurullah Çinar û Azîz Yuruk  jî ji ber qutbunên ceyranan nerazîbûnên xwe anîn zimên û ji rewşê re wisa bertek nîşan dan: “Me serîlêdana xwe gelek caran kir; lê belê tu rayedar tune ne. Ev 5 sal in ku em vê zehmetiyê dikşînin, esnaf nikare heqê kirêya xwe bide, êdî em hatin ber îflasê û tu kes serê xwe bi meselê naşîne.”(ÎLKHA)

 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Mamosteyên ku hatine tayînkirin ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi wezîfê bikin

Mamosteyên ku hatine tayînkirin ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi wezîfê bikin

2017-09-21 17:01:35

Namzedên mexdûr ên mamostetiyê yên ku hatine tayînkirin lê ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi kar bikin diyar kirn bêyî ku tu hincet bê nîşandan heqê wan ji destên wan hatiye standin.

Ev 3 roj in ku li Herema Habûrê tetbîqet berdewam dike

Ev 3 roj in ku li Herema Habûrê tetbîqet berdewam dike

2017-09-20 17:03:47

Tetbîqata ku ji teref TSKyê ve li Herema Habûrê roja duşemê hatibû destpêkirin hêj berdewam dike.

Li Nîgdeyê qezaya helîkopterê: Polêsek jiyana xwe ji dest da

Li Nîgdeyê qezaya helîkopterê: Polêsek jiyana xwe ji dest da

2017-09-20 16:45:28

Di qezaya helîkopterê ya ku li Dibistana Bilind a Meslekê ya Polêsan a Nîgdê pêk hat de polêsek jiyana xwe ji dest da û polêsek jî birîndar bû.

Hemû Nûçe

Erdogan: Ew ê di îmtîhanên têketina zanîngehê de guhartin bên kirin

Serokkomar Erdoganê ku piştî 72emîn Hevdîtinên Giştî ytên Lijneya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da diyar kir ew ê di îmtîhanên têketina zanîngehê de guhartin bên kirin.

Di erdheja Meksîkayê de hejmara miriyan derket 248 kesan

Hat ragihandin hejmara kesên ku di erdheja Meksîkayê de mirin derket 248 kesan.

Serokkomar Erdogan di Lûtkeya NYê de hevdîtinan kir

Serokkomar Erdoganê ku beşdarî 72emîn Lijneya Giştî yê NYê bû hevdîtinan kir.

“Li Entabê 70 hezar zarokên Sûriyeyî hatin perwerdekirin”

Seroka Şaredariya Mezin a Entabê Fatma Şahîn destnîşan kir li Entabê 70 hezar zarokên Sûriyeyî hatine perwerdekirin.

Li Meksîkayê erdhej: 149 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Meksîkayê ku welatê Amerîkayê Başûr e di mezinahiya 7.1an de erdhejek pêk hat. Di encama erdheja ku pêk hat de 149 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hemû Nûçe