A A A

Divê hemû kes li hember îradeya ku dê di encama referandûmê de derkeve bi rêz û hurmet bin

: 2017-09-09 08:47

RİHA - Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz heyeta PDK-Syê li avahiya partiya xwe ya bajêr qebûl kir.

Divê hemû kes li hember îradeya ku dê di encama referandûmê de derkeve bi rêz û hurmet bin

Berdevkê PDK-Sê Muslum Muhammed û Muhammed Abo û Zueyr Muhammedê endamên partiyê digel hev Serokatiya Bajêra Rihayê ya HUDA PARê ziyaret kirin. Heyeta PDK-S ji teref Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz ve hat pêşîwazîkirin. Di ziyareta ku hat kirin de qala referandûma serxwebûnê ya ku dê di 25ê Îlonê de li Kurdistana Başûr bê kirin hat kirin.

Mehmet Yavuzê ku di ziyareta ku hat kirin de qala referandûma li Kurdistana Iraqê kir derheqê mijarê de wisa axivî: “ Ger  li wan dewletên ku Kurd di bin îredaya wan de dijîn, di çarçoveya edalet û haqqaniyetê de wek milletê bira telakkî kiribe dê referandûm nehatibana kirin. Dewlet mesûl in k maf û azadiyên însanan bidin wan.Em hêbî dikin ku maf û azadiyên Kurdan di demeke nêz de ji wan re bê dayîn.”

 “Divê hemû kes li hember wê îradeya ku dê di encama referandûnê de derkeve bi hurmet û rûmet bin”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir li Kurdistana Iraqê malabta Barzaniyan nêzî 70 salan têkişiyan, gelek tehdayî ji teref Saddam ve li Kurdan  hat kirin û niha jî di navbera Kurdan û birêveberiya Iraqê de mişkîleninan hene. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li ber çavan e ku him di warê desthilatdariyê de û him jî di warê aboriyê de gelek bêedaletî hene. Rewş hatiye asteke wisa ku dibe a niha şer û pevçûn derkeve. Em wek HUDA PARê bawer dikin ku meslehata herî muhîm nerijandina an jî sekinandina xwînê ye. Ji ber vê yekê em bawer dikin dê referandûm bibe çare û rêyeke ku di çarçoveya adelat û haqqaniyetê de bûyîna cîranên hev. Her wisa birêveberiya ku dê di encama referandûmê de derkeve holê ne tenê dê di destên Kurdan de be; ew ê ew der bibe wetena temamê neteweyên ku maf û azadiyên wan bi makeqanûn û hiqûqê hatine garantîkirin. Yanî ew ê tiştekî zêde neyê guhartin. Ji ber vê yekê divê dewletên cîran ên Kurdistanê ji referandûma serxwebûnê netirsin û bifikar nebin. Ew ê xelkê Kurd qerareke bibe, dixwaze bila encam erê dixwaze bile naxêr be dîsa ev qerar hêjayî rûmetê ye. Ji ber vê yekê em hemû kesî di hember wê îradeya ku dê di encama referandûnê de derkeve vedixwînin rûmet û hûrmetbûnê.”

Berdevkê PDK-Sê Muslum Muhammed jî di ziyaretê de diyar kir  helwesta derheqê referandûma serxwebûnê de, HUDA PARê di raya giştî de bi şikleke eşkere daye nasandin.(ÎLKHA)

 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Mamosteyên ku hatine tayînkirin ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi wezîfê bikin

Mamosteyên ku hatine tayînkirin ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi wezîfê bikin

2017-09-21 17:01:35

Namzedên mexdûr ên mamostetiyê yên ku hatine tayînkirin lê ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi kar bikin diyar kirn bêyî ku tu hincet bê nîşandan heqê wan ji destên wan hatiye standin.

Ev 3 roj in ku li Herema Habûrê tetbîqet berdewam dike

Ev 3 roj in ku li Herema Habûrê tetbîqet berdewam dike

2017-09-20 17:03:47

Tetbîqata ku ji teref TSKyê ve li Herema Habûrê roja duşemê hatibû destpêkirin hêj berdewam dike.

Li Nîgdeyê qezaya helîkopterê: Polêsek jiyana xwe ji dest da

Li Nîgdeyê qezaya helîkopterê: Polêsek jiyana xwe ji dest da

2017-09-20 16:45:28

Di qezaya helîkopterê ya ku li Dibistana Bilind a Meslekê ya Polêsan a Nîgdê pêk hat de polêsek jiyana xwe ji dest da û polêsek jî birîndar bû.

Hemû Nûçe

Erdogan: Ew ê di îmtîhanên têketina zanîngehê de guhartin bên kirin

Serokkomar Erdoganê ku piştî 72emîn Hevdîtinên Giştî ytên Lijneya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da diyar kir ew ê di îmtîhanên têketina zanîngehê de guhartin bên kirin.

Di erdheja Meksîkayê de hejmara miriyan derket 248 kesan

Hat ragihandin hejmara kesên ku di erdheja Meksîkayê de mirin derket 248 kesan.

Serokkomar Erdogan di Lûtkeya NYê de hevdîtinan kir

Serokkomar Erdoganê ku beşdarî 72emîn Lijneya Giştî yê NYê bû hevdîtinan kir.

“Li Entabê 70 hezar zarokên Sûriyeyî hatin perwerdekirin”

Seroka Şaredariya Mezin a Entabê Fatma Şahîn destnîşan kir li Entabê 70 hezar zarokên Sûriyeyî hatine perwerdekirin.

Li Meksîkayê erdhej: 149 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Meksîkayê ku welatê Amerîkayê Başûr e di mezinahiya 7.1an de erdhejek pêk hat. Di encama erdheja ku pêk hat de 149 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hemû Nûçe