A A A

Înîsiyatîfa Piştgiraya Referandûma Serxwebûnê konferans tertîp kir

: 2017-08-27 10:33

MÊRDÎN - Înîsiyatîfa Piştgiraya Referandûma Serxwebûnê ya ku ji bo piştgiriyê ji teref 5 partiyên siyasî ve hatiye damizrandin li Qosera Mêrdînê ji bo referandûma Kurdistana Iraqê konferansek tertîp kir.

Înîsiyatîfa Piştgiraya Referandûma Serxwebûnê konferans tertîp kir

Weke ku tê zanîn di 25ê Îlonê de li Kurdistana Iraqê ji bo serxwebûnê referandûm bê tertîpkirin. 5 partiyên siyasî yên ku li Kurdistana Tirkiyê xebatên xwe birêve dibin ji bo piştgiriyê bidin referandûma serxwebûnê berî niha saziyeke bi navê Înîsiyatîfa Piştgiraya Referandûma Serxwebûnê damzirandin.

Serokê Qoserê yê HUDA PARê Burhan Aydin, Arîkarê Serokê Qoserê yê HUDA PARê Abdullah Kavan, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, Serokê Giştî yê PDK BAKUR Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek, Nûnerê Hareketa Azadî Ayetullah Aştî û hiqûqnas Sabahattîn Korkamaz, Serokê Qoserê yê CHPê Eyup Kalkan û welatî beşdarî bernamê bûn.

Înîsiyatîfa Piştgiraya Referandûma Serxwebûnê di bergeha xebatên referandûma serxweûnê de li Qosera Mêrdînê konferansek tertîp kir.

Axavtina destpêkê ya bernamê ji teref Temsîlkarê Mêrdînê yê PAKê Bedran Acart kir, Acar di axavtina xwe de diyar kir li Kurdistana Iraqê xelk ev 200 sal e ku bendewarê serxwebûnê ye û ew jî ji ber vê yekê û jo bo piştgiriyê li vê derê civiyane.

“Li Kurdistana Iraqê xelk ev 200 sal e ku bendewarê serxwebûnê ye.”

Acar di berdewama axavtina xwe de diyar kir xelkê Kurdistana Iraqê bendewarê serxwebûna welatê xwe ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Kurdistana Iraqê xelk ev 200 sal e ku bendewarê serxwebûnê ye. Em îro xwe gelekî bisiûd dibînin. Lewra ew  ê li ji bo Kurdistana Başûr ku parçeyek ji parçeyê welatê me ye hilbijartina serxwebûnê bê kirin. Em jî destek û piştgiriyê didin serxwebûna birayên xwe. Bo vê yekê em îro li vê derê li hev kom bûn. Ez hêvî û bawer dikim ku em ê her tim ji hev re bibin destek û alîkar.”

Piştî axavtina Acarî, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, Serokê Giştî yê PDK BAKUR Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek, Nûnerê Hareketa Azadî Ayetullah Aştî û hiqûqnas Sabahattîn Korkmaz jî di bergeha piştgiriya serxwebûna Kurdistana Iraqê de axavtinek kirin.

Bername piştî axavtinan bi dawî bû.

 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Bi destê dewletê leystandin û teşwîqkirina qumarê ne exlaqî ye”

“Bi destê dewletê leystandin û teşwîqkirina qumarê ne exlaqî ye”

2017-09-13 12:45:57

HUDA PAR bi daxuyaniya ku belav kir destnîşan kir bi destê dewletê leystandin û teşwîqkirina qumarê ne exlaqî ye û divê dewlet xelkê teşwîqî qezenca keda helal bike.

Înîsiyatîfa Piştgiraya Referandûma Serxwebûnê konferans tertîp kir

Înîsiyatîfa Piştgiraya Referandûma Serxwebûnê konferans tertîp kir

2017-08-27 10:33:55

Înîsiyatîfa Piştgiraya Referandûma Serxwebûnê ya ku ji bo piştgiriyê ji teref 5 partiyên siyasî ve hatiye damizrandin li Qosera Mêrdînê ji bo referandûma Kurdistana Iraqê konferansek tertîp kir.

Parlamenteriya Hezer û Sariyildizê HDPyî hat betalkirin

Parlamenteriya Hezer û Sariyildizê HDPyî hat betalkirin

2017-07-27 16:17:03

Parlementeriya Tugba Hezer Ozturk û Faysal Sariyildizê HDPyî hat betalkirin

Hemû Nûçe

Erdogan: Ew ê di îmtîhanên têketina zanîngehê de guhartin bên kirin

Serokkomar Erdoganê ku piştî 72emîn Hevdîtinên Giştî ytên Lijneya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da diyar kir ew ê di îmtîhanên têketina zanîngehê de guhartin bên kirin.

Di erdheja Meksîkayê de hejmara miriyan derket 248 kesan

Hat ragihandin hejmara kesên ku di erdheja Meksîkayê de mirin derket 248 kesan.

Serokkomar Erdogan di Lûtkeya NYê de hevdîtinan kir

Serokkomar Erdoganê ku beşdarî 72emîn Lijneya Giştî yê NYê bû hevdîtinan kir.

“Li Entabê 70 hezar zarokên Sûriyeyî hatin perwerdekirin”

Seroka Şaredariya Mezin a Entabê Fatma Şahîn destnîşan kir li Entabê 70 hezar zarokên Sûriyeyî hatine perwerdekirin.

Li Meksîkayê erdhej: 149 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Meksîkayê ku welatê Amerîkayê Başûr e di mezinahiya 7.1an de erdhejek pêk hat. Di encama erdheja ku pêk hat de 149 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hemû Nûçe