A A A

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

: 2017-08-16 16:14

ÊLIH - Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine  li benda azadiyê ne

Di wan salên 90î de ji teref JÎTEM, PKK û FETO ve bêhed û bêhisab zext, qetlîam û cinayet li kesên dîndar û mutedeyyîn hatin kirin û kesên dîndar  û mutedeyyîn ên ku bi hewlên xwe mecbûr man ku xwe ji van qetlîam û cinayetan mihafeze bikin bi komplo û kumpasan hatin mexdûrkirin ku hêj mexdûriyetên van kesên dîndar berdewam dike. Kesên Yûsufiyên ku li wan zilm û tehdayî hatine kirin û bi salan di girtîgehê de tên girtin niha li benda edalet û azadiyê ne.

Ji van Yûsufiyên ku di salên 90î de serî li ber zilm û tehdayiyên JÎTEM û PKKê netewand û di vê oxirê de bedel daye û di salên 2000an de ji teref FETO ve hatiye hedefgirtin û bûye mehkûm Mehmet Olan e. Mehmet Olanê ku Yûsufî ye ev 17 sal e ku bi neheqî û belesebeb di girtîgehê de tê girtin.

Huseyîn Olamê ku birayê Mehmet Olam e derheqê mijarê de diyar kir çawa kesên ku li dijî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê li ber xwe dan qehreman hatibin îlankirin divê Yûsufiyên ku di salên 90î de ji bo muahfezekirina nasnameya Îslamî li dijî FETO, PKK û rêxistinên kûr li ber xwe dane jî wek qehreman bên îlankirin.

Mehmet Olam di sala 2000an de bi kumpas û komploya ku hat tertîpkirin di kargeha ku lê dixebitî de hat desteserkirin û gelek îşkence lê hatin kirin. Olamê ku îşkence lê hat kirin dû re ji teref mehkemê ve bi şiklekek neheq û bêedalet hat girtin. Olamê ku bi kumpas û komployan hat girtin ev 17 sal e di girtîgehê tê girtin.

 “Ji ber ku demeke dirêj di girtîhê tên girtin di exlebeyê mehkûman de nexweşî peyda dibin”

Huseyîm Olamê ku derheqê birayê xwe yê Yûsufî de axivî diyar kir ji ber ku birayê gelekî zêde di girtîgehê de maye ew bi nexweşiyên cûrbecûr ketiye. Olam di berdewama axavtina xwe de diyar kir birayê wî bi neheqî di girtîgehê de hatiye girtinû dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev 17 sal e ku birayê min di girtîgehê de ye,piştî ku kete girtîgehê pê re nexweşî peyda bûn. Nexweşiya qelb niha pê re heye û dermankirina wî berdewam e. Berî bê 7-8 mehan hat birin nexweşxanê. Li wê derê hat teşhîskirin ku damareke wî asê bûye û yek jî teng bûye. Yekê vekirinn û ya dî jî stentê pê ve kirin. Elbet ji bilî vê nexweşiyên mîna fitiq, şekir û tansiyonê jî pê re hene. Ji ber ku demeke dirêj di girtîhê tên girtin di exlebeyê mehkûman de nexweşî peyda dibin.”

Olamê ku diyar kir di sala 1998an de ew û birayê wî ji teref rêxistinên kûr ve hatine revandin di axavtina xwe de qala armancên PKK, FETO û hêzên kûr ên dewletê yên hedefgirtina kesên xwediyê nasnameyên Îslamî kir.

Olam diyar kir ew û birayê xwe di salên 90î de xizmetên Îslamî dikirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me di wan xebatên xwe yên Îslamî de bes hewil dida da ku însanan islah bikin, dersa Qur’anê bidin zarokan, zarokan hînî camî û nimêjê bikin û dîsa me hewil dida Îslam û pêxember bidin nasandin. Tabî di wan salan de PKKyê ku di destê wî de çek hebû û zextan li xelkê dikir hebû. PKKê ji bilî xwe tehemûlî ti kesî nedikir. Xebatên Îslamî bal û dîqqetên wan kişand. Wê demê ew Çepgira Tirk a ku wek bavên wan ên fikrî bû û nexasim bi tahrîkên Dogu Perînçek ev kes êrîşî cê camiaya Îslamî kir.”

 “Yûsufî di wan salan de bes nefsî mudafa kirin”

Olam di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser tiştên ku di salên 90î de diqewimin û li ser zextên PKK û JÎTEMê diyar kir kesên Misliman ferzkirinên wan qebûl nekir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Misliman, xelk û ferdên camiyê ferzkirinên wan qebûl nekirin û li ber xwe dan. Dema ku ew li berxwe dan êdî êrîşî  wanan kirin. Li her derê cîhanê hemû kes xwediyê xwe parastinê ango nefsî mudafayê ye. Dema ku ew ji bo qirkirin û tinekirinê dest bi êrîşan kirin Yûsufiyên ku niha di girtîgehan de ne jî ji naçarî xwe parastin û nefsî mudafa kirin. Ji ber ku em Misliman bûn armanca me li gor baweriya xwe jiyan bû. PKK, JÎTEM, Ergenekon û  rêxistinên îllegal ên di nav delwetê de  ên ku tahamûlî vê yekê nekirin êrîşî me kirin û me xistin hedefa xwe. Ev kesên ku me navên wan jimart tev de  û bi hev re êrîşî camiaya Îslamî kirin.”

 “Di wê dewrê de gelek însanan revandin û wan înfaz kirin”

Olam di bîran xist ku di wê dewrê de li gelek deran êrîşî camiaya Îslamî hatiye kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Heta îro ferdên vê camiayê bi qasî qirşikekî neheqî li xelkê nekirine. Ji nokê heta kokê ji bo xwe mudafa bikin xwe parastine. Dema ku Misliman li berxwe dan êdî kesên ku miradên wan di ber wan de ma berê xwe dan  tiştên cuda. Ji sala 1990an hetanî 2000an  rêxistina kuwek JÎTEMê dihat zanîn û li heremê metirsiyê belav dikin li ser navê dewletê însanan direvandin û hewil didan wan bikin ajan. Ez û birayê min, em ji teref van kesan ve hatin revandin. Di wê heyamê de gelek însanan revandin û wan înfaz kirin. Ev ekîb, ji wan kesên endamên FETO pêk dihat. Xwe bi temamê vedişartin.”

 “Îro ew kesên ku Yûsufî ne çawa ku di wan salan de ji JÎTEMê gelek zêde kişandine bi heman awayî li rasta êrîşên PKKê jî hatin.”

Olamê ku qala zilmên ku ji teref destên qirêj ve li kesên ku xizmetên Îslamî dikirin kir diyar kir kesên xwediyê nasnameya Îslamî di wan salan de li rasta êrîşên wan rêxistinên îllegal hatin û Olam dû re wiha şi axavtina xwe zêde kir: “Îro ew kesên ku Yûsufî ne çawa ku di wan salan de ji JÎTEMê gelek zêde kişandine bi heman awayî li rasta êrîşên PKKê jî hatin.

 FETO ji xwe di nava dewletê de li her derî de bi cî bûbû. Hema hema di her cihan de gotina wan derbas dibû. Di wî wextî de xelkê Misliman ji teref van ve hatibû dorpêçkirin. Dema ku Mislimanan dihat girtin û wî dibirin kû derê ji polês, pirsker, dozger, doxtorê ku muayenê dike, hakîmê ku qerara girtinê didin tev FETOyîst bûn. Dema ku me revandin gelek îşkence li me kirin û digel ku me xwest da ku me derxînin ba doxtor heta 11 rojan me sekinandin. Dû re jî me dernexistin ba doxtor û me surginî girtîgeha baarekî din kirin.”

 “Wan Yûsufiyên ku nefsî mudafa kirin ji însanan re wek cenwar, qatil û kujer nîşan dan”

Olam di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên xwediyê nasnameyên Îslamî bes hewil didan dînên xwe bijîn û bidin jiyandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev Mislimanên ku ji teref PKK û JÎTEMê ve her tim êrîş li wan dihatin kirin digel ku mexdûr û bêsûc bûn bi operasyona îdrakê ya ku bi hêza medya ya FETO dihat kirin her tim wek kesên neqenc dihatin nîşandan. Yûsufî tenê li hember van kesan nefsî mudafa kirin. Lê belê ew Yûsufiyên ku nefsî mudafa kirin ji teref rêxsitina FETO ve bi rêya medyayê ji însanan re wek cenwar, qatil û kujer hatin nîşandan. Digel em qala zilma van rêxistinan tînin zimên jî hêj kesên ku ji me bawer nakin hene.Lewra hafizaya civakê guhartin. Hinek ji van însanên ku hatine mexdûrkirin hene ev 24 sal e di girtîgehê de tên girtin.”

 “Rêxistineke ku di 15ê Tîrmehê de teşebûsî darbê kiriye, hûn bikirin  di salên 90î û 2000an de bi hêza di destê xwe de çi tiştan ji însanan kiriye”

Olam diyar kir ji teref hemû kesî ve tê zanîn teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ji teref kî ve hatiye kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rêxistineke ku di 15ê Tîrmehê de teşebûsî darbê kiriye, hûn bikirin  di salên 90î û 2000an de bi hêza di destê xwe de çi tiştan ji însanan kiriye. Însanên heremên ji van tiştan re bûne şahid. Ev kes teşebûsî bidestxistina birêveberiya welatekî kirin. Kesên ku di teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê de xwe berdan meydanan û li dijî teşebûsî sekinîn dîsa law, malbat, bira û bavên van kesên Yûsufî ne. Dîsa ji bo meslehaa xelkê li meydanan bûn. Wê rojê dîsa kî li îqtîdarê bana ew ê dîsa ev kes ji bo xelkê mihafeze bikin dê xwe berdabana meydanan.”

“Ew Yûsufiyên ku di salên 90î de ji bo karibin dîn, namûs û neslên xwe mihafeze bikin li berxwe dane wek qahraman bên îlankirin”

Olam diyar kir ew Yûsufiyên ku îro di girtîgehan de tê girtin ji bo ku dîn, namûs û neslên xwe mihafeze kirin divê wek qehreman bên îlankirin; lê berewajiya vê yekê tê kirin ev Yûsufî tên cezakirin. Olam dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Çawa ku Omer Xalisdemîr di teşebûsa 15ê Tîrmehê de di serê generalekî de berde û seyra darbê guherand û wek qehraman hat îlankirin; bi heman awayî ew Yûsufiyên ku di salên 90î de ji bo karibin dîn, namûs û neslên xwe mihafeze bikin li berxwe dane jî wek qahraman bên îlankirin. Ger wê rojê Yûsufî li berxwe nedabana û ger bedel nedabana, ew ê ew rêxistinên ku çek di destên wan de hebûn ew ê gihaştibana astekî wisa ku ew ê her kesê ku ji xwe re gotibana ez Misliman im hatibana cezakirin. Çawa ku dema Kemalîst di dewra xwe de hêzê bi dest xistin û Misliman xwe ji ber wan alî, cilên Îslamî li xwe nekirin û Qur’anan veşartin; ew ê di wê rojê de jî hemû kesên ku ji xwe digotin em Misliman in dê li rasta êrîşa van kesan hatibana. Hetta ew ê ev kes dema ku yekî bi cil û bergên Îslamî dîtibana ben xistibana stûyên wan û dê di nav xelkê de teşhîr kiribana.”

 “Ji ber ku Yûsufî wê rojê leystik, dek û dolapên  darbekaran xera kirin  divê bên xelat kirin û wek qehreman bên îlankirin”

Olam di dawiya axavtina xwe de diyar kir hêj di girtîgehê de girtina Yûsufiyan ne ya fêmkirinê ye û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Çawa ku îqtîdar wan kesên ku darbeyê asteng kirine wek qehraman îlan kiribe, bi heman awayî ji ber ku Yûsufî wê rojê leystik, dek û dolapên  darbekaran xera kirin  divê bên xelat kirin û wek qehreman bên îlankirin. Ger îro însan bi şikleke rihet dikarin biçin camiyê, gert malbat dikarin zarokên xwe bişînin dersa Qur’anê û ger însan dikarin baweriya xwe bijîn ev yek bi saya qehramaniyên ku ev Yûsufî kirine  û bi saya bedela ku dane ye. Diviyabû li van însanan miameleya qehremanan hatibana kirin; lê digel ku ji teref FETOyîstan ve hatibin mexdûrkirin jî hêj di girtîgehê de tên girtin. Weke ku tê zanîn rêxistinên cuda bi hincetên cûrbecûr  ji girtîgehê tên derxistin; lê belê ev Yûsufî ev 15-20-25 sal in ku di girtîgehê de ne. Hêj van Yûsufiyan di girtîgehan de girtin ne ya fêmkirinê ye.”(ÎLKHA



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xelkê Hewlêrê: Em dixwazin azad bijîn

Xelkê Hewlêrê: Em dixwazin azad bijîn

2017-09-24 11:30:54

Xelkê Hewlêrê yê ku ew ê sibe bo dengdayînê biçe li ser sindoqan ji nûçegihanên ÎLKHAyê re vegotin ew jî êdî dixwazin wek hemû gelên li dinyayê azad û wek dewlet bijîn.

Bo Akîfê ku rêberê Îxwanê bû nimêja cenazê ya xiyabî hat kirin

Bo Akîfê ku rêberê Îxwanê bû nimêja cenazê ya xiyabî hat kirin

2017-09-24 09:45:46

Bo Muhammed Mehdî Akîfê Serokê berê tê Konseya Rêbertiyê yê Teşkîlata Birayên Misliman li Entabê nimeja cinazê ya xiyabî hat edakirin.

Tezkereya Iraq û Sûriyê hat qebûlkirin

Tezkereya Iraq û Sûriyê hat qebûlkirin

2017-09-24 09:27:46

Tezkereya Iraq û Sûriyê di Lijenya Giştî ya TBMMê de hat qebûlkirin.

Hemû Nûçe

Mehdî Akîfê rêberê berê yê Îxwanul Muslîmun wefat kir

Muhammed Mehdî Akîfê ji rêberên berê yê Teşkîlata Birayên Misliman wefat kir.

Pîrozbahiyên referandûmê zû dest pê kirin

Beriya referandûma ku tê plankirin di 25ê Îlonê de li Herema Kurdistana Iraqê bê kirin xelkê Hewlerê dest bi pîrozbahiyan kir.

Bo “Referandûma Serxwebûnê” dengê ewil hat dayîn

Li Çînê dest bi dayîna dengan a bo referandûma serxwebûna Kurndistaê hat kirin.

MGK: Divê Birêveberiya Heremî ya Kurdistana Iraqê dev ji qerara referandûmê berde

Di danezana Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya ku di serokatiya Serokkomar Erdogan hat civîn de hat destnîşankirin divê divê dev ji wê qerara referandûmê ya ku tê xwestin li Kurdistana Iraqê bê kirin bê berdan.

Serokê Şaredariya Mezin ê Stenbolê Topbaş îstîfa kir

Serokê Şaredariya Mezin ê Stenbolê Kadîr Topbaş dev ji karê xwe berda.
Hemû Nûçe