A A A

“Em wê muameleya keyfî ya ku li Şapataniyan hatiye kirin bi tundî şermezar dikin”

: 2017-08-11 11:20

NAVENDA NÛÇEYAN - HUDA PAR bi daxuyaniya ku belav kir wê tundî û muameleya keyfî ya ku ji teref polêsan ve li gundiyên Şapatanî hatiye kirin bi tundî şermezar kir û bang li rayedaran kir da ku kesên fail bên dîtin û werin cezakirin.

“Em wê muameleya keyfî ya ku li  Şapataniyan hatiye kirin bi tundî şermezar dikin”

Weke ku tê zanîn berî vê çend rojan li tîmên polêsên taybet ên ku ji Gever û Şemzînanê hatibûn di ser gundê Şapatanê de girtibûn. Di serdegirtina ku hatibû kirin de deriyên malên gundiyan hatibûn şikandin, sihêf li gundiyan hatibû kirin û gundî hatibûn derbkirin.

Ji ber vê tundî û muameleya keyfî ya polêsên taybet ji teref Serokatiya  Mafên Însanî û Karên Hiqûqê ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn. Di daxuyaniya nivîskî ya ku hat belavkirin de derheqê mijarê de ew  tundî û muameleya keyfî ya ku ji teref polêsan ve li gundiyên Şapatanî hatiye kirin bi tundî hat şermezarkirin û bang li rayedaran hat kirin da ku kesên fail bên dîtin û werin cezakirin.

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de her wiha hat diyarkirin piştî ku bi bûyerê hatiye hisîn re lijneya ku ji teref HUDA PARê ve hatiye amadekirin bi maxdûr û şahidên bûyerê re hevdîtin kirine.

 “Li gor beyanetên gundiyan îşkence li wan hatiye kirin”

Di berdewama daxuyaniyê de qala bûyera kuştina polêsekî hat kirin û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Piştî ku ev bûyer qewimî re di 06.08.2017an de di seat 07.00an de polêsên ku ji Şemzînan û Geverê hatibûn anîn di ser gundê Şapatanê de girtine, deriyên malan şikandine, qet li mahremiyetê nenihêrtine, sihêfan li gundiyan kirine û wanan derb kirine. Hinek pîrekên ku xwestine têkevin navberê jî ji teref polêsan ve hatine derbkirin. HInek gundî jî di xew de li rasta êrîşa polêsan hatine. Mela û mixtarê gund jî di nav de temamê mêrên gund li ba camiyê kom kirine û ji wan re gotine “Hûn ji van re dibin alîkar, hûn ê bibêjin ew bi kû ve çûne.’ Dû re jî wanan derb kirine. Ev serdegirtin û gefxwarina ku di seat 07.00ên şeveqê de dest pê kiribû û heta seat 10.00an berdewam kir.  Her wiha qedexeya derketina derve ya ku roja yekşemê li gund hatibû îlankirin roja duşemê hatiye rakirin. Dû re li gor beyanên gundiyan nêzî 36 gundî hatine binçavkirin û îşkence li wan hatiye kirin. Ji van tev de 20 kes piştî ku hatine binçavkirin re nêzî 10 seatan li ewlehiyê hatine girtin û bêyî ku kirariya binçaviyê bê kirin wanan serbest berdane. 16 kesên din jî şevekê di bin binçaviyê de hatine girtin û roja din di derdora seat 17.00an de hatine berdan.”

 “Em wê muameleya keyfî ya ku li gundiyên Şapatanî hatiye kirin bi tundî şermezar dikin”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin rayeya polêsan tuneye ku muameleya keyfî û îşkenceyan bikin û dû re wiha gotin: “ Divê hikûmet wan hewadîsên miameleyên kirêt û nebaş, îhlalên heqan ên ku her roja ku zêde dibin bi şikleke ciddî lêkolîn bike. Divê ji wan kesên ku sepanên Tirkiyeya kevin îcra dikin re firset neyê dayîn. Divê derheqê wan polêsên ku li xelkê Şapatanê miameleya dere qanûnî kirine de lêkolîn bê destpêkirin, kesên bersûc ji kar bên dûrkirin û werin darizandin. Em wê muameleya keyfî ya ku li gundiyên Şapatanî hatiye kirin bi tundî şermezar dikin û ji bo cardin bûyer û hewadîsên mîna vê neqewimin em bang li rayedaran dikin.”(ÎLKHA)

 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xelkê Herema Kurdistana Iraqê got ‘erê’

Xelkê Herema Kurdistana Iraqê got ‘erê’

2017-09-26 00:22:37

Di encama referandûma serxwebûnê ya ku ji teref Birêveberiya Kurdistana Iraqê ve hat tertîpkirin de ‘erê’ derket.

 “Me bo azadiya xwe raya xwe da”

“Me bo azadiya xwe raya xwe da”

2017-09-25 20:16:36

Rerefandûma serxwebûnê ya ku di seat 08.00an de dest pê kir di seat 19.00an de bi dawî bû. Hilbijêrên ku ji ÎLKHAyê re axivîn diyar kirin ew bo azadiya xwe çûn ser sindoqan û raya xwe dan.

Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa PKKê de penaberek mir û 5 jî birîndar bûn

Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa PKKê de penaberek mir û 5 jî birîndar bûn

2017-09-25 19:18:03

Di êrîşa PKKê ya ku li Şemzînana Colemêrgê hat kirin de penaber bûn hedef, di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Colemêrgê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin di êrîşê de penaberek mir û 5 jî birîndar bûn.

Hemû Nûçe

Divê hemû kes xwe ji helwest û gotinên ku li gor mesleheta emperyalîstan in mihafeze bike

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu derheqê referandûma serxwebûnê ya li Herema Kurdistanê de destnîşan kir “Divê hemû kes xwe ji wan gotin û helwestên ku dê bi wan ji emperyalîstan re dawetiye bê dayîn mihafeze bike.”

“Referandûm bo Tirkiyê ne faktoreke gefê ye”

Neçîrwan Barzanî piştî ku raya xwe da re daxuyaniyek da, Barzanî di daxuyaniya ku belav kir de diyar kir “Referandûm bo Tirkiyê qet ne tehdîd e. Em hêvî dikin ku Tirkiye me fêm bike û vê yekê ji xwe re wek gefê nebîne.”

“Heqê xelkê Kurdistanê heye ku wek gelên din azad bijî”

Li Herema Kurdistana Başûr “referandûma serxwebûnê” îro di seat 08.00an de dest pê kir. Alî Bapîrê Rêberê Komel piştî ku raya xwe da re ji endamên çapemeniyê daxuyanî da.

Serokkomar Erdogan: Em referandûmê di hukmê tune de qebûl dikin

Serokkomar Erdoganê ku di lûtkeya obdusmantiyê de axaivî ji qerara referandûmê ya Kurdistana Iraqê re bertek nîşan da û diyar kir “Em referandûmê di hukmê tune de qebûl dikin.”

“Dema ku mijar Misliman bin hemû kes kerr û lal dibe”

Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mela Beşîr Şîmşek derheqê wefata Mehdî Akîfê ji rêberên Îxwanê de diyar kir, zalim ji bêdeng û bêhesasiya ummeta Îslamê cesaret distînin û alimên Îslamê bêperwa şehîd dikin.
Hemû Nûçe