A A A

“Genimên me di destê me de man”

: 2017-08-10 17:26

DIYARBEKIR - Cotkaran diyar kirin ji ber ku bihaya genim di bin bihaya piyasa serbest de ye temamê genimên wan di destên wan de maye û ew ji ber vê yekê zêdekirina bihaya genim teleb dikin.

“Genimên me di destê me de man”

Ji teref  Wezîrê Ajaldarî Çandinî û Xwarinê ve bihaya tona genim wek 940 TL hat diyarkirin. Piştî ku bihaya tona genim hat diyarkirin re cotkar derheqê mijarê de derd û kûlên xwe anîn zimên û gotin ku  ev bihaya ku hatiye diyarkirin dibe sedema mexdûrbûna wan û ew ji ber vê yekê hêvî dikin ku bihaya tona genim bê zêdekirin.

Li pazara genim a ku li Sûra Diyarbekirê bêdengî hakim e. Lewra bi tonan genim di destên ehlê kar de mane  û cotkar ji ber vê yekê teleb dikin ku rayedar çareyekê ji vê meselê re bibînin.

Ji dikandarên bazara genim Mahsûm Kaya derbarê mijarê  de diyar kir ger dewlet midaxeleyî rewşê neke ew ê cotkar têkevin destên fayizxwaran û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em li vê derê dikandariyê dikin, lê belê weke ku hûn jî dibînin ti kes naçe û naye. Genimê ku hatiye tev li erdê ye. Cotkar nikare malê xwe bifiroşe. Dema ku difiroşe esnaf malê dikuje. Ev yek jî ne di destê dikandar e. Dema Ofîsa Mahsûlên Axê genim ji me distîne bi arzanî distîne.”

Dikandarê bi navê Musa Kaya û cotkarê bi navê Emîn Yilmaz jî derheqê mijarê de derd, kûl û fikarên xwe anîn zimên û nerazîbûnên xwe nîşan da. Bi heman awayî diyar kirin genimên wan di destên wan de maye û ger wisa here ew ê temamê genimên wan xera bibe û ew ji ber vê yekê dixwazin mexdûriyeta wan ji rastê bê rakirin.(ÎLKHA)

 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Ger li Tirkiyê serdestiya hiqûqê hebe bila nîşanî me bidin”

“Ger li Tirkiyê serdestiya hiqûqê hebe bila nîşanî me bidin”

2017-08-23 10:33:31

Zarokên Hamdullah Demîrtaşê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bi salan di girtîgehê de tê girtin û nexweş e destnîşan kirin, bavên wan belesebeb û bi neheqî hatiye girtin û tê cezakirin.

Ji 80 hakimên eskerî 4 hakim ji wezîfeya xwe re hatin îadekirin

Ji 80 hakimên eskerî 4 hakim ji wezîfeya xwe re hatin îadekirin

2017-08-23 10:0059

Hat diyarkirin ji 80 hakimên eskerî yên ku di bergeha OHALê de ji wezîfê hatin derxistin 4 hakim ji wezîfeya xwe re hatin îadekirin.

Derket holê ku li Heskîfê teqemenî hatiye bikaranîn

Derket holê ku li Heskîfê teqemenî hatiye bikaranîn

2017-08-22 16:00:44

Li Heskîfa dîrokî ya ku navçeya Êlihê ye derket holê latên ku dibûn sedema xeterê bi teqemeniyan hatine hilweşandin.

Hemû Nûçe

Di warê zamê de lihevkirin çêbû

Di bazara zamê ya salane ya memûran de lihevkirin çêbû.

Ji konser û mihrîcanên ku li Entabê tên tertîpkirin re bertek

Li Entabê ji teref şaredariyên Entabê ve cûrbecûr konser tên dayîn û mihrîcan tên tertîpkirin. Welatî û rojnamegerên ku ji rewşê aciz in derheqê mijarê de nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin pereyê xelkê divê bi van tiştên wisa neyê xerckirin.

2 PKKyiyên ku wesayîta bombebarkirî dajotin hatin kuştin

Li Payîzavaya Wanê 2 PKKyiyên ku wesayîta bombebarkirî dajotin hatin kuştin.

Li Wêranşarê ÎHA ket

Li Wêranşara Rihayê balafira bêînsan ket.

Serokê OSYMê Demîr îstîfa kir

Prof. Dr. Omer Demîrê Serokê OSYMê ji wezîfeya xwe îstîfa kir.
Hemû Nûçe