A A A

“Temamê qadên ku dikevin nava sînorên dîn di qada eleqê yê Diyanetê de ne”

: 2017-08-10 15:53

RİHA - Endamê Îttîhadul Ulemayê Mela Cemal Çinar derheqê rayeya birîna mehrê ya ji teref miftîyan ve der nirxandinan kir diyar kir ev qerarek rast û di cihê wê de ye.

“Temamê qadên ku dikevin nava sînorên dîn di qada eleqê yê Diyanetê de ne”

Weke ku tê zanîn bi verastkirina nû ya ku tê kirin ew ê ji mifîttiyên navçê û bajêr re rayeya mehrbirînê bê dayîn. Endamê Îttîhadul Ulemayê Mela Cemal Çinar derheqê rayeya birîna mehrê ya ji teref miftîyan ve der nirxandinan kir diyar kir ev qerarek rast û di cihê wê de ye.

Çinar di berdewama axavtina xwe de diyar kir pêwîst e esil ew mehra ku dê miftî bibirin wek mehra meşrû û esil bê qebûlkirin  ku ev yek him ji hêla Îslamî ve û him jî ji hêla azadî û mafên însanan ve meseleyeke girîng e.

Çinar diyar kir li ser xelkeke ku Misliman be ferzkirina laîktiyê zilm e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Temamê qadên ku dikevin nava sînorên dîn di qada eleqê yê Diyanetê de ne. Divê diyanet di her qada ku wî eleqedar dike de wezîfeya xwe bi cî bîne, gotine raye û heqeke diyanetê wisa tuneye xeletiyeke mezin e. Divê ew derdor ji ser xeletiya xwe vegerin û dev ji wan sepanên ku li dijî xelk û dîn in berdin. Nîkah bi temamî ji teref dîn ve hatiye emirkirin. Dînê Îslamê zewaca ku berî birîna mehrê tê kirin meşrû nabîne û şert û mercên nîkaha sehîh jî ji teref dînê Îslamê ve hatine diyarkirin.”(ÎLKHA)

 

 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Tetbîqata li Herema Habûrê ket roja 6an

Tetbîqata li Herema Habûrê ket roja 6an

2017-09-23 15:53:08

Tetbîqata ku berî vê 6 rojan ji teref TSKyê ve li Herema Habûrê hatibû destpêkirin hêj berdewam dike. Di roja 6emîn de yekîneyên teqwiye beşdarî tetbîqatê bûn.

Wezareta Karên Hundir: 17 PKKyî hatin kuştin

Wezareta Karên Hundir: 17 PKKyî hatin kuştin

2017-09-23 15:15:25

Wezareta Karên Hundir destnîşan kir di operasyonên ku di nav 24 seatên dawî hatin kirin de 17 PKKyî hatin kuştin.

Zarokên Sûriyeyî digel trawmaya ku dijîn dîsa jî ji dahatûyê hêvîdar in

Zarokên Sûriyeyî digel trawmaya ku dijîn dîsa jî ji dahatûyê hêvîdar in

2017-09-23 14:23:14

Xwendekarên penaber ên Sûriyeyî yên ku li Diyarbekirê di mektebên demborî de hewil didin perwerdehiya xwe bidomînin digel trawmaya ku dijîn dîsa ji dahatûyê hêvîdar in.

Hemû Nûçe

MGK: Divê Birêveberiya Heremî ya Kurdistana Iraqê dev ji qerara referandûmê berde

Di danezana Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya ku di serokatiya Serokkomar Erdogan hat civîn de hat destnîşankirin divê divê dev ji wê qerara referandûmê ya ku tê xwestin li Kurdistana Iraqê bê kirin bê berdan.

Serokê Şaredariya Mezin ê Stenbolê Topbaş îstîfa kir

Serokê Şaredariya Mezin ê Stenbolê Kadîr Topbaş dev ji karê xwe berda.

Barzanî: Piştî vê seatê referandûm nayê paşvexistin

Serokê Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî destnîşan kir piştî vê seatê referandûm nayê paşvexistin.

Hejmara kesên ku di noqbûna keştiyê de mirin derket 21an

Hat ragihandin li Kocaeliyê keştiya penaberan binav bû, di binavbûna keştiyê de hejmara penaberên ku jiyana xwe ji dest dan derket 21an.

Mamosteyên ku hatine tayînkirin ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi wezîfê bikin

Namzedên mexdûr ên mamostetiyê yên ku hatine tayînkirin lê ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi kar bikin diyar kirn bêyî ku tu hincet bê nîşandan heqê wan ji destên wan hatiye standin.
Hemû Nûçe