A A A

“Berî ku hinek zarokên din jî bimrin bila tedbîrê bistînin”

: 2017-08-10 13:55

WAN - Li Muradiyeya navçeya Wanê ji ber ku 5 zarok di nav qanala avê de xeniqîn, taxî êdî nema îdare kirin û rabûn ser piyan. Tax ji rayedaran xwestin ku demildest ji bo pêşiya mirinan bê girtin tedbîr bên standin.

“Berî ku hinek zarokên din jî bimrin bila tedbîrê bistînin”

Hat ragihandin li Taxa Kandahara Muradiya Wanê berî vê 2 rojan zaroka 9 salî ya bi navê  Nûr Sena Kurt denga xwe winda kir û ket qanala avê. Kurta ku ket qanala avê li ber xwe da lê di taliyê de jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku 5 zarok di nav qanala avê de xeniqîn, taxî êdî nema îdare kirin û rabûn ser piyan. Tax ji rayedaran xwestin ku demildest ji bo pêşiya mirinan bê girtin tedbîr bên standin.

Ji ber ku naskiriyên Kurta ku ket qanala avê jê xeber nestandin dest bi lêgerîna wê kirin. Piştî ku ji ser lêgerînê bîskek derbas bû re ceseda Nûr Sena Kurt ji mala 300 dûrahî di nav qanala avê de hat dîtin. Kurta ku ji avê hat derxistin digel temamê midaxeleyan li xestê jiyana xwe ji dest da. Di dema ketina avê û xeniqînê ya Nûr Sena Kurt ji teref kameraya ewlehiyê ve hat qeydkirin. Di dîmenan de tê dîtin ku Kurt bêhemdî dikeve qanalê û li ber xwe dida da ku ji qanalê derkeve.

“ 5 zarok di vê qanalê de xeniqîn”

Mehmet Bozkurtê ku ji şêniyên taxê ye diyar kir ji ber ku li hawirdorê qanala avê tû tedbîr nahatiye standin ev yek ji bo wan dibe sedema xeterayan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev qanala avê ya ku aîdî DSÎyê  ye ji bo me pir bi xetere ye. Heta niha 5 zarokên me li vê derê xeniqîn. Me çendîn caran daxwaznameya xwe da qeymeqamtiya navçê. Dema ku zarokekî/ê me derdikeve derveem diltirs dibin. Ji ber wê yekê em ji dewletê dixwazin bila li derdora vê qanalê tedbîr bê standin.”

Şêniyên bi navê Omer Kurt û Îbrahîm Bariş jî derheqê mijarêç de diyar kir ew dema zarokekî/ê wan derdikeve derve ew diltirs û bi fikar dibin. Şênî her wiha ji rayedaran teleb kirin  bila demildest ji bo bê qanalê çareyekê bibînin.(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Ger li Tirkiyê serdestiya hiqûqê hebe bila nîşanî me bidin”

“Ger li Tirkiyê serdestiya hiqûqê hebe bila nîşanî me bidin”

2017-08-23 10:33:31

Zarokên Hamdullah Demîrtaşê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bi salan di girtîgehê de tê girtin û nexweş e destnîşan kirin, bavên wan belesebeb û bi neheqî hatiye girtin û tê cezakirin.

Ji 80 hakimên eskerî 4 hakim ji wezîfeya xwe re hatin îadekirin

Ji 80 hakimên eskerî 4 hakim ji wezîfeya xwe re hatin îadekirin

2017-08-23 10:0059

Hat diyarkirin ji 80 hakimên eskerî yên ku di bergeha OHALê de ji wezîfê hatin derxistin 4 hakim ji wezîfeya xwe re hatin îadekirin.

Derket holê ku li Heskîfê teqemenî hatiye bikaranîn

Derket holê ku li Heskîfê teqemenî hatiye bikaranîn

2017-08-22 16:00:44

Li Heskîfa dîrokî ya ku navçeya Êlihê ye derket holê latên ku dibûn sedema xeterê bi teqemeniyan hatine hilweşandin.

Hemû Nûçe

Di warê zamê de lihevkirin çêbû

Di bazara zamê ya salane ya memûran de lihevkirin çêbû.

Ji konser û mihrîcanên ku li Entabê tên tertîpkirin re bertek

Li Entabê ji teref şaredariyên Entabê ve cûrbecûr konser tên dayîn û mihrîcan tên tertîpkirin. Welatî û rojnamegerên ku ji rewşê aciz in derheqê mijarê de nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin pereyê xelkê divê bi van tiştên wisa neyê xerckirin.

2 PKKyiyên ku wesayîta bombebarkirî dajotin hatin kuştin

Li Payîzavaya Wanê 2 PKKyiyên ku wesayîta bombebarkirî dajotin hatin kuştin.

Li Wêranşarê ÎHA ket

Li Wêranşara Rihayê balafira bêînsan ket.

Serokê OSYMê Demîr îstîfa kir

Prof. Dr. Omer Demîrê Serokê OSYMê ji wezîfeya xwe îstîfa kir.
Hemû Nûçe