A A A

Serokatiya Karên Diyanetê ew ê ji bo astengdaran îmtîhana bi xelata umrê tertîp bike

: 2017-08-10 10:09

DIYARBEKIR - Ew ê ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve di 17ê Tebaxê de ji bo kerran îmtîhanek bê tertîpkirin ku xelata wê jî umre ye.

Serokatiya Karên Diyanetê ew ê ji bo astengdaran îmtîhana bi xelata umrê tertîp bike

Miftiya Bajêra Diyarbekirê Burhan Îşlîyenê ku derheqê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir diyar kir di bergeha vê îmtîhanê de ji Diyarbekirê re 2 kontejan hatine veqatandin. Îşlîyen di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew li bajêr ji bo kesên astengdar qursên cûrbecûr vedikin û bi van qursan zarok gelek zanîstên dînî hîn dibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi vê îmtîhana ku dê bê kirin tê xwestin ku xwesteka tahsîlkirina ilmê ya zarokan bê zêdekirin. Serokatiya me ya Karên Diyanetê  ji bo vê xwestekê zêdetir bike û ji bo ew kesên astengdar pişta xwe ne din jiyanê û karibin li ser piyan bisekinin van îmtîhanan  tertîp bike.  Ew ê îsal ji komeke astengdar re di encama îmtîhanê de xelata umrê bê dayîn û ew ê bên şandin axên pîroz.”

Îşlîyen di dawiya axavtina xwe de diyar kir kesên ku bixwazin têkevin îmtîhanê dikarin li miftîtiyan serîlêdanên xwe bikin û dîroka dawî ya muracatê 11ê Tebaxê ye.(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Ger li Tirkiyê serdestiya hiqûqê hebe bila nîşanî me bidin”

“Ger li Tirkiyê serdestiya hiqûqê hebe bila nîşanî me bidin”

2017-08-23 10:33:31

Zarokên Hamdullah Demîrtaşê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bi salan di girtîgehê de tê girtin û nexweş e destnîşan kirin, bavên wan belesebeb û bi neheqî hatiye girtin û tê cezakirin.

Ji 80 hakimên eskerî 4 hakim ji wezîfeya xwe re hatin îadekirin

Ji 80 hakimên eskerî 4 hakim ji wezîfeya xwe re hatin îadekirin

2017-08-23 10:0059

Hat diyarkirin ji 80 hakimên eskerî yên ku di bergeha OHALê de ji wezîfê hatin derxistin 4 hakim ji wezîfeya xwe re hatin îadekirin.

Derket holê ku li Heskîfê teqemenî hatiye bikaranîn

Derket holê ku li Heskîfê teqemenî hatiye bikaranîn

2017-08-22 16:00:44

Li Heskîfa dîrokî ya ku navçeya Êlihê ye derket holê latên ku dibûn sedema xeterê bi teqemeniyan hatine hilweşandin.

Hemû Nûçe

Di warê zamê de lihevkirin çêbû

Di bazara zamê ya salane ya memûran de lihevkirin çêbû.

Ji konser û mihrîcanên ku li Entabê tên tertîpkirin re bertek

Li Entabê ji teref şaredariyên Entabê ve cûrbecûr konser tên dayîn û mihrîcan tên tertîpkirin. Welatî û rojnamegerên ku ji rewşê aciz in derheqê mijarê de nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin pereyê xelkê divê bi van tiştên wisa neyê xerckirin.

2 PKKyiyên ku wesayîta bombebarkirî dajotin hatin kuştin

Li Payîzavaya Wanê 2 PKKyiyên ku wesayîta bombebarkirî dajotin hatin kuştin.

Li Wêranşarê ÎHA ket

Li Wêranşara Rihayê balafira bêînsan ket.

Serokê OSYMê Demîr îstîfa kir

Prof. Dr. Omer Demîrê Serokê OSYMê ji wezîfeya xwe îstîfa kir.
Hemû Nûçe