A A A

Barzanî: Gelê Kurdistanê biryara referandumê daye û em ê wê paş naxin

: 2017-08-10 09:39

Hewlêr - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ne hizb û hêzekî berawajî temamê gelê Kurdistanê biryara encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê daye û referandum nayê paşxistin.

Barzanî: Gelê Kurdistanê biryara referandumê daye û em ê wê paş naxin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî doh  li Hewlêrê bi mela û zanayên îslamî yên Kurdistanê re li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê civiya. Barzanî di civînê de diyar kir ku referandûm tenê bo kurdan nîne bo hemû pêkhateyên Kurdistanê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku ji sala 2003an  heta niha herî kêm 55 madeyên Qanûna Esasî ya Iraqê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatine binpêkirin, her wiha erebên sunnî û gelê Kurdistanê jî hatine piştguhxistin û got, kurdan gelek hewl dan Iraqê bikin welatekî federal lê pêk nehat. Me gelek caran gotibû ku eger Iraq Qanûna Esasî binpê bike wê çaxê emê nebin beşek ji Iraqê.

“Bila daxwaza paşxistina referandûmê jî nekin”

Mesûd Barzanî, bersiva wan kes û welatên ku dibêjin niha ne dema referandûmê ye jî da û  wiha got: “Wê çaxê bila ew rojekî bo me destnîşan bikin û bêjin me. Madem ti alternatîfa wan nîne wê çaxê bila daxwaza paşxistina referandûmê jî nekin ji ber ku em paş naxin.”

“Biryara referandûma serxwebûnê ji aliyê gelê Kurdistanê ve hatiye dayîn”

Barzanî anî ziman ku biryara encamdana referandûmê ji aliyê gelê Kurdistanê ve hatiye dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bbiryara referandûmê ji aliyê partiyekî yan jî aliyekî ve nehatiye dayîn, biryara referandûma serxwebûnê ji aliyê gelê Kurdistanê ve hatiye dayîn.”

“12 hezar xortên feylî û 8 hezar barzanî di serdema rêjîma Beisî de wenda bûn”

Serokê Herêma Kurdistanê behsa komkujî û jenosîda ku Iraqê aniye serê kurdan jî kir û got: “12 hezar xortên feylî û 8 hezar barzanî di serdema rêjîma Beisî de wenda bûn. Piştî ku rêjîma Beisî hilweşiya derket holê ku çekên kîmyayî li ser hinek ji wan feylî û barzaniyan hatine ceribandin.”

Barzanî di dawiya axavtina xwe de ji mela û zanayên olî xwast, welatiyan hişyar bikin û referandum û serxwebûna Kurdistanê ji wan re şirove bikin.(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Ger li Tirkiyê serdestiya hiqûqê hebe bila nîşanî me bidin”

“Ger li Tirkiyê serdestiya hiqûqê hebe bila nîşanî me bidin”

2017-08-23 10:33:31

Zarokên Hamdullah Demîrtaşê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bi salan di girtîgehê de tê girtin û nexweş e destnîşan kirin, bavên wan belesebeb û bi neheqî hatiye girtin û tê cezakirin.

Ji 80 hakimên eskerî 4 hakim ji wezîfeya xwe re hatin îadekirin

Ji 80 hakimên eskerî 4 hakim ji wezîfeya xwe re hatin îadekirin

2017-08-23 10:0059

Hat diyarkirin ji 80 hakimên eskerî yên ku di bergeha OHALê de ji wezîfê hatin derxistin 4 hakim ji wezîfeya xwe re hatin îadekirin.

Derket holê ku li Heskîfê teqemenî hatiye bikaranîn

Derket holê ku li Heskîfê teqemenî hatiye bikaranîn

2017-08-22 16:00:44

Li Heskîfa dîrokî ya ku navçeya Êlihê ye derket holê latên ku dibûn sedema xeterê bi teqemeniyan hatine hilweşandin.

Hemû Nûçe

Di warê zamê de lihevkirin çêbû

Di bazara zamê ya salane ya memûran de lihevkirin çêbû.

Ji konser û mihrîcanên ku li Entabê tên tertîpkirin re bertek

Li Entabê ji teref şaredariyên Entabê ve cûrbecûr konser tên dayîn û mihrîcan tên tertîpkirin. Welatî û rojnamegerên ku ji rewşê aciz in derheqê mijarê de nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin pereyê xelkê divê bi van tiştên wisa neyê xerckirin.

2 PKKyiyên ku wesayîta bombebarkirî dajotin hatin kuştin

Li Payîzavaya Wanê 2 PKKyiyên ku wesayîta bombebarkirî dajotin hatin kuştin.

Li Wêranşarê ÎHA ket

Li Wêranşara Rihayê balafira bêînsan ket.

Serokê OSYMê Demîr îstîfa kir

Prof. Dr. Omer Demîrê Serokê OSYMê ji wezîfeya xwe îstîfa kir.
Hemû Nûçe